Mala Dengbêjan


Li Çiyayê Şengalê bajarokê Xanesorê yê Şengalê navenda dengbêjan hat vekirin. Mala dengbêjan bi amadebûna dengbêjên Şengalê, endamên çandê û Meclîsa Jinên Şengalê hat vekirin. Dengbêja bi navê Dayê Xezal Birahîm di vekirina navendê de hestên xwe anîn ziman û got: “Ez gelek kêfxweş im navendek wisa hatiye ava kirin, min gelek sitranên denbêjî di zanin, lê gelek ji wan winda bûn.”
‘Em naxwazin dengbêjiya me wenda bibe’
Dengbêjê bi navê Hecî Miçî ji bo vekirina navendê keyfxweşiya xwe anî ziman û li gelê Êzîdî pîroz kir û got: “Navenda me ser xêrê be û gelek keyfxweş im. Ev navend ji bo me wek dîrokekê ye û em naxwazin dengbêjiya me winda bibe.”
Dengbêjê bi navê Elî Derbas El-Qîranî jî hestê xwe wiha anî ziman: “Bi nêrîna min ev tiştekî herî pîroze li çiyayê Şengalê. Ji dema tê bîra min heya niha me ne dîtiye ji bilî vê navendê, navendek me ya din hatibe avakirin. Ji bo me dengbêjî tiştek gelek xweş e. Emê şerê xwe jî bikin û emê sitranê xwe jî bêjin da ku dijmin bi çavekî xerab li me mêze neke. Bila her kes bi zanibe ne em terka şerê xwe dikin û ne em terka dengbêjiya xwe dikin. Em dengbêj dikarin her karê vê navendê de wek civin, stran gotin û dengbêjan rêxistin bikin. Strana herî dîrokî û ya herî resen di çiyayê Şengalê de ji ferman û şerê li ser Şengalê gelek hunermend û dengbêjên me sitranê xwe yên dengbêjî ji bîr kirine, yan jî hinek kêm û kurtasî ketine nava strana wan. Ev mal di hêle ku cardin wan kêm û kurtasiya çareser bikin.”
Stargeha mîrateyên dîrokî ye
Endama Meclisa Jinên Şengalê Daym Edûl jî bi boneya vekirina navenda dengbêja amadebû û nêrîn xwe weha anî ziman: “Her tiştê dîrokê di nava vê navendê de hatine komkirin. Em bi vê yekê ser bilindin û dîroka me wenda nabe. Em amadene wek Meclîsa Jinên Şengalê piştgiriya xwe ji mala dengbêja re pêşkêş bikin.”
Pêwistî ya me bû
Endamê navenda dengbêja jî Xelîl Hecî diyar kir ku wan pêwîstî dît ku navenda dengbêjan were vekirin û wiha domand: “Ji ber mixabin mafê hemû dengbêj û stranvanan hebû û mafê dengbêjên me yên li çiyayê Şengalê xwarîbû. Me pêwîstî bi vê yekê dît ku em wek dengbêj navendek xwe ava bikin. Ji ber di nêrîna min de ger dengbêjî nema, çand jî namîne û ger çand nema mirovatî jî namîne. Armanca vekirina vê navendê bersiva 73’ê fermana ye û xurt kirina çand û hunera gelê Êzîdî ye.”
Karekî pîroz e
Ciwanê Şengalê yê bi navê Şefîq jî da xuya kirin ku dîrok, çand û ola Êzîdiyan li cihê dengbêjan tê gutûbêj kirin û wiha pêde çû: “Çanda me hemû bi dengbêjiya me vê girêdayî ye. Gelek ferman li ser serê me rabûn. Ger ev stran nebana û wek şeklê çîroka ji me re ne hatiba gotin, wê niha hemû hatiba ji bîr kirin. Em sê bira û bavê me jî me cihê xwe di vê navendê de girtiye, malbata me bi karê hunerê ve girêdayî ye. Bavê min dengbêj bû ez ji wek kurek wî bi strana wî bandor bûm, ez vê yekê wek çandek Êzîdiyan dibînim û tiştek pîroze.”
Ji bo dijmin bersiv e
Endamê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şengalê Heso Birahîm jî da xuya kirin ku çawa derya bi avê tê naskirin, çiya bi dar û zora xwe tê naskirin û got: “Şengal jî bi çand û hunera xwe tê naskirin. Piştî fermana 73’an derfetên me hinekî çêbûn, me bi vî karî xwest bersivek bidin dijmin. Dema behsa Şêx Mîrzayê Aqonisî dikin, tiştek tê bîra mirovan bê yê nivîs û bê dîrok, tu li ser dizane ji ber dîroka wî bi dengbêjî hate gotin. Erkê me ye jî niha em wê dîrokê ji nû ve nûjen bikin û cardin zindî bikin, erkê me ye em xwe bikin wek şagirtên wan wek şopdarê wan.”
ROJNEWS / ŞENGAL
