Malê Mîratê:Vîs û Ramîn
- Erê gelek çîrokên Kurd û Farisan hevpar in. Ji ber ku dîrok, ziman û çanda wan pirr di nava hev re derbas bûye. Xwezî Farisan jî hay ji vê rastiyê hebûya. Lê mixabin Kurd bi tenê hay ji vê hevpariyê hene. Helbet hevparî tiştekî pîroz e.
erd Agron
Weke welat, civak û dîrok, paşxaneya me ya çand û vebêjiyê jî hatiye texrîb û talankirin. Ji serdema Pers, Sasanî, Sefewî û Selçûqiyan ve talan û texrîb û polîtîkayên bênasnamekirinê didomin. Ev bi kesayetên weke Fîrdewsî tê kirin. Çawa Fîrdewsî çirokên Rustemê Zal di bin navê "Şahname"yê de tomar kirine ji bo bexşîşeke mezin û pêşkêşî Selçûqiyan kiriye û bi vî awayî çîrok kiriye malê Farisan, peyrewên wî jî li dû şopa wî çûne. Li gel ku ji gerdîşa vebêjiya Kurd tomar kiriye jî bi tenê bi heqaret qala Kurdan kiriye. Fexredîn Curcanî şopdarekî wî ye ku "Vîs û Ramîn" weke mesnewî ji nû ve nivîsandiye, li Farisan kiriye mal û wî jî weke hostayê xwe careke bi tenê ew jî bi heqaret behsa Kurdan kiriye.
Xwîner wê niha bibêje, "Baş e, çîroka Rustemê Zal ya Kurdan e. Lê Vîs û Ramîn?" Em jî hewl didin bersiva vê pirsê bibînin. Lê beriya vê pêdivî heye mirov îşaret bi çend xisûsan bike.
Ji serdema ku Îslama desthilatdar bi hemû mezhebên xwe li Rojhilata Navîn serwer bû û pergala xwe ya perwerdeyê da rûniştandin heta niha malê Kurd bûye malê mîratê û tê talankirin. Kurdên ku xwedî çandeke kevnar, wêje û huner bûn, bi giştî dest ji dinyaya cismanî kişandin û bere xwe bi dilsozî dan hêla manewî ku ol îşaret pê dikir. Ji ber vê, dest ji mîmariya xwe ya qesr û qonaxa berdan, dest ji amûrên xwe yên muzîkê ên kevnar kişandin, wêjeya xwe ya devkî, bi form û referansên olî xemilandin. Mesele ewqasî cidî girtin ku Mîrze Mihemeyê ku serpêhatiyên wî xwe dispart serdema lehengiyê, êdî weke sehabe û komprodorekî împeryalîzma Îslama desthilatdar tevdigeriya û herçî ku eşhed nedianî serê wan hildiqetand û diavêt. Halbukî referans û motîvasyona Mîrze Miheme ne Îslam bû. Wî jî weke gelê xwe piştre Îslam pejirandibû û bi îhtimaleke mezin piştî ku Misilman bûbû serpêhatiyên wî jî bi dawî bûbûn. Bivênevê, mirov meraq dike ka berî Îslamê çiroka Mîrza Miheme ya Memê Ala, ya Rustemê Zal û yên din çawa dihatin gotin. Tenê, heke mucîzeyek çêbe em dikarin bersiva vê meraqa xwe bibînin.
Destpêk tesbîtkirina mîrî û xwemîriyan e
"Vîs û Ramîn" jî çirokek ji van çirokên kevnar e. Hema em rasterê bibêjin, ev jî malê mîratê ye û çi bi serê çirokên din hatibe, bi serê vê çirokê de jî hatiye. Lê niha ev weke çîroka Farisan ya evînê tê zanîn.
Erê gelek çîrokên Kurd û Farisan hevpar in. Ji ber ku dîrok, ziman û çanda wan pirr di nava hev re derbas bûye. Xwezî Farisan jî hay ji vê rastiyê hebûya. Lê mixabin Kurd bi tenê hay ji vê hevpariyê hene. Helbet hevparî tiştekî pîroz e. Dema ku em behsa ronesansa Rojhilata Navîn dikin jî divê em teqez hay jê hebin ku tenê ev ronesans bi hevpariya çand û civakên Rojhilata Navîn dikare pêk were. Divê ku angaştên di vî warî de hemû vê rastiyê derpêş bikin. Ne wisa be, ji bo Rojhilata Navîn wê tiştekî nû nêye gotin.
Em niha di destpêka ronesansekê û hewildana ji nû ve înşakirina neteweya demokratîk û civaka xwezayî de ne. Lê mixabin divê ku em ewilî karibin xwe nas bikin. Divê ewilî em zanibin ka çi yê me heye û em ê karibin hevpariyeke çawa ava bikin. Ji bo vê, gere em karibin ji bin kavilk û xirbeyên dîrokî berhemên xwe kom bikin. Li gora angaşta netewe-dewletan tiştekî Kurdan tine ye. Heta doh pêr, Kurd bi xwe jî tinebûn. Hevkarî û hevparî bi yên neyî re ne pêkan e. Hevparî û hevkarî bi yên heyî û tiştekî wan heyî re tê kirin. Wê çaxê hem ji bo pêşengiya ronesansa Rojhilata Navîn, hem jî ji bo pêşengiya ji nû ve înşaya civaka dîrokî jî divê em dest bi daweyeke dîrokî bikin. Ne bi tenê dawa ziman, niştiman û statûya polîtîk divê ku hemû berhemên me yên hatine dizîn jî werin îade kirin. Helbet ev karekî hêsan nîne. Lê israr dermanê hemû derdan e. Dema ku me Newroza xwe xwest, bi me keniyan, tinazê xwe kirin. Piştre li me qedexe kirin. Niha dibêjin Newroz ya me ye jî. Israrê hevparî jî bi xwe re anî. Heta ku em bêpar bin, em ê ne hevpar bin. Bi israr û pêwîstiyên me, em ê karibin xwedî par bin.
Hemin ku em ê yên xwe bixwazin, divê ku em di hemû berhem û bermahiyên çandî, hunerî û dîrokî yên Rojhilata Navîn de li şopa pêşiyên xwe bigerin. Bi vî awayî gere em li poema "Vîs û Ramîn" jî binihêrin. Ehmedê Xanî navê wan weke Weys û Ramîn di Mem û Zîna xwe de hildaye. Ji ber ku “waw” a elîfbêya Erebî di Farisî de “vav” e, mirov dikare forma Ehmedê Xanî, weke forma Kurdî qebûl bike. Ger ku lêkolînên baş li ser werin kirin, rastiyên wê wê werin ronîkirin. Dema ku mirov vê berhemê dixwîne, bivênevê mirov hin pirsan dike. "Vîs û Ramîn çîroka kê ye?", "Gelo ji çanda hevpar hatiye hûnandin yan ev jî çîrokek ji çîrokên malê mîratê ye?", "Têkiliya vê bi Kurdan re çi ye?", "Ev çîrokeke evînê ye yan ya tolhildanê ye?", "Gelo şopa vê çîrokê li ser çîroka Delîlaya Cihû heye yan na?’’
Ne çîroka evînê lê ya tolhildanê ye
Herçî ku li agahiyên derheqê "Vîs û Ramîn" de bigere, ew ê ewilî leqayî hin agahiyên ansîklopedîk were ku dibêjin; çîroka klasîk a wêjeya gel a Îranê ye. Li gora agahiyan çîrokeke pirr kevn e. Bi devkî hatiye veguhastin. Cara ewilî bi zimanê Eşkanî (Xanedaniyeke Persan) hatiye nivîsandin. Piştre li Pehlewî hatiye wergerandin û nivîsandin. Di sedsala yanzdehan de bi daxwaza waliyê Selçûqiyan ê Îsfehanê ji aliyê Fexredîn Curcanî ve weke mesnewî ji nû ve hatiye nivîsandin. Prof. Dr. Mehmet Kanar ê ku ev mesnewî jî wergerandiye Tirkî, qinyata xwe û dibetiya ku ev çîrok a Medan be, tîne ziman. Dema ku mirov bi hin daneyên ku di vegotinê de bala mirov dikişînin, rêya xwe bikudîne, mirov bêxuşûşî dikare bibêje, camêr rast dibêje, lê dîsa ji lêkolîn pêwîst in ji bo encamên teqez.
Li gora ku dixuyê, wexta ku F. Curcanî ji nû ve nivîsandiye hêl û hêmanên wê yên ola Zerdeştî jê neqandine û xwestiye rengekî tesewifî bidiyê. Gerçî mirovekî pirr zana û hakimê îlmê tesewifê bûna, jixwe ji Selçûkiyan re nedinivîsand lê jixwe, ew ê çîrûskên agirgehên ola Zerdeştî çawa di nava felsefe û feraseta tesewifê de diçirise dîtibûna. Lê camêrî nekariye li gel hemû hêz û daxwaza xwe jî hêlên Zerdeştî jê bineqîne. Ev agir hîn jî di her xwendinê de şuhle dide.
"Vîs û Ramîn" ne çîrokeke evînê ye. Ew çîrokeke tolhildanê ye. Û çîroka Delîlaya Cihû jî îlhama xwe ji vê çîrokê girtiye. Kuliyata olî ya Cihûyan di şert û mercên çawa de û bi çi awayî hatiye nivîsandin, tê zanîn. Ji ber vê jî, angaşt xelet nîne.
Çîroka Vîs û Ramîn bi kinahî wiha ye: Şahbanû Şehrû keybanûya Mehabadê ye. Rojekê Şahînşah Mubed çav bi Şehrûyê dikeve û ne bi dilekî bi heft dilan dil dikeve Şehrûyê. Şahînşah Mubed dawa zewacê lê dike. Lê ew, daxwazê red dike û her dû bi hev re qewl datînin ku qîzeke Şehrûyê çêbe, ew ê bide Şahînşah Mubed. Dem di ser re derbes dibe û keçek ji Şahbanû Şehrûyê re çêdibe, navê wê datîne "Vîs". Sal di ser re derbas dibin. Vîs dibe jineke pirr xweşik û tê çaxê zewacê. Şahbanû Şehrû di welatê xwe de xortekî layiqê wê nabîne, qewlê bi Şahînşah Mubed ra daniye jî ji bîr dike û dixwaze Vîsê bi birayê wê Vîrû re bizewicîne. Ev bi ber guhê Mubed Şah dikeve. Ewilî dixwaze meselê aştiyane çareser bike û birayê xwe Zerd weke qasîd dişîne. Lê Vîs qewl û vê daxwazê red dike. Li ser vê, Şahînşah Mubed bi ser welatê Kurdan Mehabadê ve digire û dor lê digire. Mehabadî li ber xwe didin. Di şer de Karenê (ku em cara ewilî navê wî dibihîzin) mêrê Şahbanû Şehrûyê bi gelek berxwedêran re tê kuştin. Karen bavê Vîs û Vîrû ye jî. Piştî vê kerasetê bi rojekê ku fermandarê artêşa Vîrû ne li kelehê ye, Şahbanû Şehrû (êdî bi kîjan tirs û fikarê be) bi Şahînşah Mubed re li hev dike û Vîsê dide wî. Mubed dorpêçê radike û Vîs bê dilê xwe be jî li gora hevpeymanê tevdigere û bi wan re diçe. Lê di seraya Şahînşah Mubed de xwe tecrîd dike. Daxwazên wî yên zewacê napejirîne.
Di pey re Dadika wê ya ku ew mezin kiriye li pey wê diçe di seraya Şahînşah Mubed re derdikeve, dîsa xwe digihîne Vîsê. Li gor dixuyê Dadik vala neçûye û di wê derê re derneketiye. Hema demildest ew jî dikeve pey hewildana dilê Şahînşah Mubed jê sar kirinê. Ji bo vê sêhran dike, nivîştan çêdike.
Dilê Vîsê li Şahînşah rûnanê. Ma dilê kîjan jinê li qatilê bavê wê rûdinê? Ma ka dilê kîjan jinê li qatilê qewmê wê rûdinê ku yê Vîsê rûnê? Ka dilê kîjan jinê li yekî ku ew ji destê dergistiyekî ku li ber dilê wê şêrin be revandiye, rûdinê? Jixwe, ew keser û kula dilê xwe jî gelek caran ji Dadika xwe re dibêje:
"Ger ku bextewariya min bi mêrekî be
Bi miradê xwe şanebûn ji min re çêtir e."
Evînek ji bo darbeyekê?
Ev îşaret bi xemgînî û kîna dilê wê dike. Vîs çiqas neçar be jî Dadika wê ne wisa ye. Xwedî bername û amadekarî ye. Jê re qala Ramîn dike û dixwaze dilê xwe lê veke. Lê Vîs ewqas tijî ye ku Dadikê bi bêşermiyê sûcdar dike û li erzê wê dikeve. (Li gora ku dixuyê, ji bo navbeynkariyê Dadik bir fanteziyên F. Curcanî yên ku dilê mirov dixelînin re rû bi rû ye. Feraseta zayendperest ku jinê weke xwezoka têkiliya zayendî dibîne, di Curcanî de jî serwer e. Li gora wî dema ku Ramîn ji Dadikê dixwaze navbera wî û Vîsê çêke, Dadik vê napejirîne. Lê piştî ku Ramîn pê re radizê, ew dibe minettarê wî û pê qayîl dibe navbera wan çêke.)
Wexta ku Dadik ji Vîsê dixwaze ku ji Ramîn hez bike, dibêje:
"Bizane ku tu hezkirina xwe li Ramîn bibexşînî
Ew ê bibe Xusrevê me tu ê bibî Şîrîn."
Vîs hay jê heye ku Ramîn birayê Mubed e. Dema ku bi ser welatê wê de girtibûn, Ramîn jî fermandarek bû. Destê wî jî di xwîna bav û berxwedêrên welatê wê de heye. Ji bo vê her tim teklîfên Dadikê red dike. Piştre jî qaneh dibe. Helbet çimaya vê girîng e û bêbersiv jî namîne.
Ji xeynî beşa 26´an di ti dera mesnewiyê de qala elaqeya Ramîn ya ji bo Vîsê nayê kirin. Di vê beşê de qala elaqeyeke platonîk tê kirin. Ji ber vê jî dema ku Şahînşah Mubed dixwaze êrişê bibe ser wan, Ramîn tund li hember derdikeve. Lê dîsa jî tevlî cerdê dibe. Ev nakokî ye ku li gora dixuyê piştre li şer hatiye zêdekirin. Ji ber ku ti îşaret tine ye li wê yekê ku Vîs û Ramîn berê hev dîtibin.
Di beşa 32´yan de dîsa qala evîndariya Ramîn tê kirin. Di vegotinê de qet qala evîneke platonîk nayê kirin vê carê. Û evîndariya wî li ser dîtina ewilî ya hingê tê ravekirin. Piştre jî em rastî evîneke beriya vê nayên. Ev ji bo çi girîng e? Ev ji bo vê girîng e ku em bibêjin "Vîs û Ramîn" ne çîroka evînê, çiroka tolhildanekê ye.
Li gora ku dixuyê Dadika Vîsê ew qaneh kiriye û bernameya tolhildanê ketiye meriyetê. Ji vir û wê de amadekariya darbeyê dikin, Vîs dile xwe ji Ramîn re vedike û êdî Ramîn ji bo Şahînşahiyê tê amadekirin. Çîrok êdî heta roja darbeyê bi vegotin û çûnûhatinên evîniyê didome.
Rojeke ku Şahînşah Mubed bi giregirên serayê re diçe nêçîrê, Vîs ji Ramîn re xeberê dişîne û dixwaze vegere serayê û li ser textê Şahînşahiyê rûnê. Ramîn bi dizî ji nêçîrê ji gel Şahînşah Mubed vedigere, bi xef dikeve serayê û birayê xwe Zerd dikûje û serayê dixe destê xwe. Dema ku bi vê rewşê dihese Şahînşah Mubed amadekariya şerekî mezin dike lê di amadekariya şer de bi êrişa berazekî dimire. Ramîn dibe Şahînşah. Vîrû yê birayê Vîsê dibe serfermandarê artêşê, Şîrû jî (ku em nû pê dihisin ku ew jî birayê Vîsê ye) dibe berpirsyarê serayê.
Mehabad welatê Kurdan û jinan
F. Curcanî yê ku weke mamosteyê xwe Fîrdewsî dijminê Kurdan e, ji bo şelaqiya bi xwediyên xwe (Selçûqî) re tenê bi rêzikekê navê Kurdan hildide û ji bo wesifdayîna serdema Şahînşah Ramîn wiha dibêje:
"Dinya ji diz û nijdevanan filitî
Ji Kurdan, ji Loran, ji rêbiran."
Çîrok piştî mirina Vîsê û kalbûna Ramîn bi desthilatdariya kurê wan Xurşîd, diqede.
Xala balkêş jî ew e ku piştî deshilatdarî dewrî kurê xwe dike, Ramîn dibe cînarê agirgeheke Zerdeştî, sê salan geh li agirgehê tobe û duayan dike geh diçe li ser tirba Vîsê digrî. Gelo tobeyê ji kîjan gunehên xwe dike? Ne tobeya darbe û qetla birayên xwe be?
Derheqê çîrokê de çiqas lêkolîn hatine kirin, derbarê reseniya wê û guherandina wê de encamên çawa hatine bi dest xistin, ez nizanim. Derfetên zindanê jî ji bo şopandin û peydakirina xebatên wisa ne guncaw in. Encax bi têgihîştin, rabihîstin û bi nirxandineke subjekt a hin daneyan mirov dikare xwe bigihîne hin encaman. Li gora vê jî dîsa mirov dikare bibêje ev çîroka tolhildanê ye, ne ya evînê. Qet nebe ji mesnewiya F. Curcanî nivîsiye encama çîroka evîndariyê dernayê. Çîroka Delilaya Cihû çiqasî a evînê be ew jî ewqasî ya evînê ye.
Dema ku em di rastiya tolhildanê de serwext bibin îca girîngiya nasnameya Vîsê tesbîtkirinê derdikeve pêşberî me. Vîs qîza Şahbanû Şehrû ye. Şehrû Keybanûya Mehabadê ye. Heger Vîs prensesa Mehabadê be nasnameya wê bi dîroka Mehabadê dikare zelal bibe.
Hem di dîroka kevnar him jî di dîroka nêz ya Kurd de Mehabad xwedî ciyekî girîng e. Li gel paytextiya Mukriyên Kurd ji Komara Kurdistan a Mehabadê re jî kiriye navend. Di dîrokê de jî em rastî guherandineke demografîk a mezin nayên. Desthilatdarî guherîbin jî gelheya bajêr weke xwe maye. Wê çaxê em dikarin bi hêsanî bibêjin Vîs prenseseke Kurd e. Û heyfa bavê xwe, gelê xwe û berxwedêrên welatê xwe ji Şahînşah Mubed bi vî awayî hiltîne. Jixwe evînê jî li xwe heram dike, bextewariya bi mêrekî jî layiqê xwe nabîne. Û tercîha bi miradê xwe şanebûnê bi fazîlettir dibîne.
Di nasnameya Şahbanû Şehrûyê de jî em çespandina vê angaştê dibînin. Şehrû bi kesayeta xwe ji keybanûyekê zêdetir dişibe xwedawendekê. Em di kesayeta wê ya serwer û domînant de tê derdixin ku wê demê civaka Mehabadê ne civakeke baviksalar e. Şehrû xwedawendeke û di polîtîkaya welatê heyvê de (Mehabad) gotina dawî ya wê ye. Jixwe navê Karenê hevserê wê nayê bihîstin heta ku tê kuştin. Lê em di mînakên qewldanîna li gel Mubed de, di qewl nasnekirinê de, biryara li hevkirinê de jî vê dibînin. Yanî biryara şer jî ya aşitiyê jî ew dide. Dibe ku wê Dadik di pey re şandibe ba Vîsê û dibe ku bernameya darbeyê jî wê amade kiribe. Şahbanû Şehrû jineke ku wisa zû têkçûyînê bipejirîne nîne. Xuya ye çanda xwedawendiyê didomîne û dibe ku çîrok ji serdema xwedawendan jî mabe.
Di gelek deran de behsa Horiyan tê kirin û Şehrû weka heyv û tava horiyan tê şayesandin. Her çiqas F. Curcanî weke horiyên bihiştê şeyesandibe jî dibe ku rasterast Hûriyên proto Kurd bin yên ku qal tê kirin.
Di hêla sosyolojîk de têkilî û tarzê jiyana civaka xwezayî jî xwe dide der.
Di navbera navê Mehabad û jinê de jî mirov dikare têkiliyeke sembolîk deyne. Mehabad bi wateya xwe welatê heyvê ye. Heyv sembola jinê ye, yani Mehabad welatê jinê ye.
Ji ber ku têkiliya jin, xwedawend û Hûriyen proto Kurd tê zanîn em xwe di ser mijarê re biqevêzin. Weke gotineke dawî em bibêjin, Mehabad bajarê Kurdan e, Vîs prenseseke Kurd e. Çîrok jî ne çîroka evînê, çîroka tolhildanê ye. Lê erê Şahînşah Mubed û Ramînê birayê xwe Faris in.
Di encamê de, çi dibe bila bibe divê ku em di çand û wêjeyê de jî ya xwe bixwazin. Ji bo vê jî divê ku çi tekstên kevnar hebin, em bi guman nêzî paradoksên wan bibin û dîsa di ber çavan re derbas bikin. Ev ji bo înşakirina civaka xwezayî jî, ji bo ronesansa Rojhilata Navîn jî pêwist e. Encax herkes bi para xwe dibe hevpar. Di jiyaneke hevpar de jî encax mirov zindî be dikare bibe xwedî par. Heta ku mirov reh bernede nava çemê dîrokê jî ne mumkin e ku mirov zindî bibe.
*erd Agron ji 2001’ê ve girtî ye di zindana dewleta Tirk de. Niha li Girtîgeha Şakranê girtî ye.