Mejiyê sûnî dijminek genî

Haberleri —

Belê mêjiyê sûnî, yanê mêjiyê bi tiştên afirandî hatiye dagirtin, mejiyê bi çîpsên nijadperestî lewitî, mejiyê ji xiloxwariya xwe raserî rastiyan nabe. Li Tirkiyê ji ber vî mejiyê afirandî her kes, zanyarî jî di nava vê berçavkê sûnî de ketiye kemînê. Ew di wê kemînê de bê bêbextî û çêrkirinê tişt nabînin. Rewşenbîrên wan jî tenê dikanin di nava vê berçavikê mejiyê sûnî de li rastî û diyardeyên li hawîrdora xwe binêrin. Ango ev mejî wek palikên li ber çavên hespên paytonan dikişîne, nahêle ku ew bikanin çep û rastê xwe bibînin. Ev jî bi avêtina her gavekê pirsgirêkekê derdixe pêş me.

Vê carê jî kesekî bi navê Serhat Kuner ê (Paşnav gelek baş lêhatiye, lê heyfa vî navî) qaşo „Serokê Komela Wergêrên Tirkiyê“ ye (nayê zanîn ka bi navê xwe, yan jî wek mîsyonerê hin derûdoran) bi van gotoinên sosret derket pêş me:
„Zimanê Kurdî ne zimanekî akademîk e, zimanekî teng û kêmgotin e. Ji ber vê jî nikane bibe zimanê dad û hiqûqê. Kurd di nav xwe de sê beş in, kurmancî, zazakî û soranî. Ew bi xwe jî ji hev fêhm nakin. Beşa herî dewlemend beşa kurmancî ye, lê li gor ku fîlologê Alman Marr gotiye, kurmancî jî tenê ji 4 hezar gotinan pêk tê. Ji ber vê, di dadgehan de wergerandin yan jî wergêrîkirin zehmet e!”
De were bi gotinên kal û pîrên Kurdan çend starnên bi tîn ji vî kesê di siya mejiyê sûnî de fetisiyê, nizanim xwe di kîjan awêneyî de dibîne re, nebêje û çend gotinên giran li ser serê wî danexîne. Ma di vir de perdeya edebê maye?
Em berê vî pirsî bikin: Gelo çend peyvên di dadgehên Tirkan de tên bikaranîn tîrkî ne? Wek mînak ma peyvên mîna „Mehkeme, edalet, hakim, avûkat, sûç, ceza, îstîsnad, mubeşîr, celse, karar, tercûman, geregi hwd. Tirkî ne? Vî kesî hîç ev pirs ji xwe kiriye?
Li ba me dibêjin „Şehedê rovî dêlya rovî ye!“ Wî kesî jî ji bo ku bikane mejiyê xwe yê sûnî yê bi nijadperestî dagirtî bide peyitandin; Marrê alman (ku xebata wî ya di forama angaşteke gelek xirab de di destê min de heye) nîşan daye. Nizanim çima şehedên hemû kesên xwedan mejiyê sûnî mîsyonerên alman in?
Gelo vî kesî çima Marr nîşan daye? Îrô li Tirkiyê û Kurdistanê bi dehan ferhengên li ser pêncî hezar peyvî re hene, çima carê jî çav li van ferhengan negerandiye? Dibe ku wê dagirtina mejiyê wî yê sûnî rê nedabe? Yan li Kurd û zimanê Kurdî heqaretkirin kela dilê wan ê ku di nav mija nijadperestiyê de xeriqîye, radike şah.
Êdî di her warî de romanê Kurdî hatine nivisandin, hem jî bi hemû zaravayan, di her romanî de li ser dehezaran re gotin hatine bikaranîn. Bi salan e ku ez jî wergerê dikim. Dema mirov ji Kurdî werdigerîne Tirkî, carna di Tirkî de gotinan nabîne û dikeve tengasiyê. Wek mînak; gava mirov peyvên; sed, ajne, gurandin, rû (rûçik) werdigerîne Tirkî tenê peyva „yüz“ derdikeve pêşiya mirovan, mirov şaş û mat dimîne. Divê mirov ji kîjanê re yüz bêje?
Zimanê wan bi sedan jî peyv ji zimanê Kurdî deynkirine. Çend mînak: „Tek, yêdek, tirstim, destek, nûve, serserî, serxoş, û hwd.“
Peyva „kap“  jî di Tirkî de gelek balkêş e. Wan peyva „cup“ ingilîzî girtine, yan jî deynkirine, kirine „kap“ pîsîtiya xwe kirinê jêre „pîslîkkabi“, têde av vexwarine, jêre „sukabî“, xwarina xwe kirinê û jê re „yêmekkabî“ gotine, lê ji ber ku bi xwe re nedîne, wê bişon, lingê xwe jî kirinê û jê re „ayakkabî“ gotine(hele li sinca avakirina ziman binêrin). Lê dîsa jî zimanê xwe wek jimanê cîhanî û Kurdiya me ya bi salan e ku bi her aliyê ve tê henciqandin jî, teng û piçûk dibînin.
Hima bigira li hemû welatên Ewropê, ev bi dehan salan e ku bi sedan werger îfadeyên pênaberên Kurd werdigerînin zimanên ewropî, yên herî pêşketî. Hê tu ewropayî negotine ku zimanê Kurdî têra wergerê neke! Gelo çima va qaşo xwenda û rayedarên Tirk di her dev vekirinê de tiştên wiha tînin rojevê?
Carna mirov nenivisîne rihet nake, mirov gava dinivîse jî, dizane ku wê hin kes jî biêşin, lê ew her roj me di bin bombebaranan de dihêlin, hêvî dikim ku çend patatikên me jî hin dilan neêşîne. Heta biêşîne jî, divê mirov bide rûyê wan ku ew hînê ji rastiyê şermkirinê bibin.
Têbinî: Ez bi rêzgirtina li hemberê biranîna şehîdên giyana me Sakîne, Fîdan û Leyla de roja jinên cihanê li tevahiya jinan pîroz dikim.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.