Merziye Ferîqî

Haberleri —

SEMÎRA ŞEHABÎ

ROJNEWS / SILÊMANÎ

13 sal di ser wefata hunermenda Kurd Merziye Ferîqî (Merziye Rezazî) re derbas bûn, ew hê jî nehatiye jibîrkirin.

Merziye Ferîqî sala 1958’an li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Li heman bajarî xwendina seretayî kir. Di temenê xwe yê 9 salî de heskirina wê ya ji bo stran û şanoyê çêbû. Gelek caran di çalakiyên dibistanan de tev li beşên hûnerî yên weke şano û stranan bûye.

Merziye destpêkê bi stranên Fetanî Welîd bi zimanê farisî dest bi stranbêjiyê kir. Lê zilm û zordariya dewleta desthilatdar a Îranê ya li ser hûnerê Kurdî bandor li Merziye kir û wê dest ji stranbêjiya farisî berda û dest bi gotina stranên Kurdî kir.

Hunermenda Kurd, Merziye Rezazî piştî xwendina seretayî diçe bajarê Sine û xwendina xwe ya amadeyî li wir temam dike. Sala 1977’an bi koma muzîkê ya bajarê Sineyê re gelek caran derdikeve ser dikê û stranan dibêje. Merziye piştî xwendina peymangehê vedigere Merîwanê û li gundekî nêzîkê Merîwanê dibe mamoste. Piştî 2 salan, dîsa vegeriya Sine û bû mamosteya dibistana seretayî.

Ji şoreşê ber bi şoreşê ve

Merziye di 21 saliya xwe de bi hûnermend Nasir Rezazî re zewicî. Herdu hûnermend ji ber beşdarbûna wan a ji raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya Komara Îranê. Merziye bi Nasir Rezazî re xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam dike. Merziye demekê tê girtin û piştre jî mafê mamostatiyê jê tê wergirtin.

Sala 1980’yî, Komara Îranê hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xistin bin kontrola xwe. Merziye jî ji ber êrişên rejîma nû ya Îranê nekarî di nav bajêr de bimîne. Ji bo vê, bû pêşmerge û li çiyê, bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe dewam kir.

Merziye li çiyê jî karê xwe yê hûnerî dewam kir, li wê derê hinek stran qeyd kirin. Li çiyê her wiha sîrûda niştiman û hinek stranên din yên şoreşgerî qeyd kirin. Wê demê bi rêya radyoyan dengê hûnermenda Kurd belav bû û gihişt guhê hemû Kurdan. Zêdetir stranên Merziye li ser hestên niştimanperweriyê bûn. Di nava wan de Silaw bo Pêşmerge, Giyanekem bo asmanî şîn, Maçî Xudayî û Payîz jî hebû. Li vir tevî Nasir Rezazî wê koma muzîkê ya bi navê Korî Bangewaz jî damezrandibû.

Wê xwe ji huner û têkoşînê dûr nedikir

Merziye li ser evîndariyê jî stran gotin, heta niha stran û berhemên Merziye di nav Kurdan de ne û ketiye dilê wan. Merziye piştî şoreşa Îranê bi malbata xwe re derbasî Tarawge bû û li wê derê xebat, tekoşîn û xizmetê ji bo hunerê Kurdî kir.

Hunermenda Kurd dayika sê zarokan bû.

Merziye Rezazî dema ku sala 1985´an li Swêdê bû penaber jî kar û keda xwe ya di ber Kurdî û Kurdistanê de kêm nekir. Wê sala 1994´an albûma xwe ya yekem weşand. Li rex karê huner, Merziye ji bo mafê jinan û zarokan jî xebat dida meşandin. Wê xwe ji partî û rêxistinên Kurdistanê dûr nedixist. Bîr û ramanên Merziyeyê Kurdistanî bûn. Di hemû civînên ku li ser mafên jinan dihatin çêkirin, Merziye amade bû. Ew li Swêdê endama Komela Parastina Mafê Zarokan bû. Herwiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de jî endam bû.

Ji kedkarên destpêkê yê MED TV´yê bû

Ew bû yek ji wan kedkaran ku di meş, mîtîng û festîvalên navendî yên Kurdan de derkete ser dike. Wê xwe ji xebata yekemîn televizyona satelîtî ya Kurdan a MED TV´yê jî sil nekiribû û ew her wiha çêkera bernameya Jîlemo ya di vê kanala televîzyonê de bû. Heta wefata wê ya di 47 saliay wê de jî, wê xizmeta çand û muzîka Kurdî dikir bi xebatên xwe yîn li ROJ TV´yê de. Tevahiya kesên pê re xebitîn wê bi dilnizmî û hevrêtiya wê bi bîr tînin. Merziye Ferîqî 18’ê Îlona 2005’an li nexweşxaneya Swêdê ji ber nexweşiya dil koça dawî kir. Li ser wesyeta wê cenazeyê Merziye anîn başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê spartin axê.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.