Mihemed Arifê Cizîrî


Hunermendê nemir ê Kurd Mihemed Arifê Cizîrî beriya 30 salan konê xwe ji vê dinyayê kom kir û berê xwe da ebediyetê. Mihemed Arif ê ku xwekî bilbilê zozanan û mîrê temûrê tê nasîn li pey xwe mîrateyeke mezin hişt
Di ser wefata hunermend û dengbêjê Kurd ê nemir Mihemed Arif Cizîrî re 30 sal derbas bûn. Mihemed Afir Cizirî havîna 1912’an li Cizîra Botan a bakurê Kurdistanê hatiye dinê û di 17’ê kanûna 1986’an de li Duhokê çû ber rehma Xwedê.
Ji Botanê heta Bexda û Duhokê serboriya hunermend Mihemed Arifê Cizîrî bi serê xwe destaneke nenivîsandî ye. Ew kesek e ku bi qasî hez û hêza xwe mirovperwer bû. Ji stran û jiyanê mîna hev hez dikir.
Cizîrî di esmanê muzîk û hunera Kurdî de yek ji wan stêrkên herî geş e ku dewlemendiyeke gelek bi qîmet daye stranên klasîk û gelêrî. Wî di rewş û mercên gelek dijwar de him dest bi jiyana civakî kir û him jî xebata xwe ya hunerî dest pê kir û heta mirinê karê xwe yê huner domand.
Çavkaniya hunerê wî
Huner di mejiyê wan kesan de ku di nava cergê civata xwe de xem, derd û êşên gel dibînin û bûyer li ser hisên wan bi bandorin, mîna kaniyekê dizê.
Di çaxê serhildana Şêx Seîdê Kal de piştî ku şoreş têk çû, gelek Kurd li bakurê Kurdistanê hatin girtin û pirraniya wan hatin bidarvekirin. Di nava wan de Mihemed Arif jî herçend biçûk bû jî cih digirt. Ew ji 1925’an heta sala 1929’an di girtîgeha Amedê de bû. Sedema bidarvenekirina wî temenê wî yê piçûk bû.
Arif evîndarê strana Kurdî bû. Lê di komara Tirkiyeyê de ziman û hemû taybetmendiyên neteweya Kurd hatin qedexekirin. Ji bo wê jî hunermend M. Arif sala 1947’an çû Bexdayê û li wir mîna gelek ji hunermendên din xwe gihand radyoya Kurdî. Li wir bû ku ji bo cara yekê xanima hunermendost û hunerperwer Elmas Xan (1894-1974) nas kir û di mala wê de hunermendên navdarên Kurd jî yek bi yek nas kirin. Hesen Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tofîq, Meryem Xan, Elî Merdan, Fewziye Mihemed Amêdî, Resûl Gerdî, Karapêtê Xaço û gelek ji hunermend û rewşenbîrên Kurd mîna endamên malbatekê li dora hev kombûbûn û bi hevpişkî xebatên xwe yên hunerî, çandî û rewşenbîrî didomandin.
Radyoya Kurdî ya Bexdayê
Mihemd Arifê Cizîrî nêzî 350 stranên xwe bi rengekî fêrmî di Radyoya Bexdayê (para Kurdî) de tomar kirine. Di nava stranên wî de folklor û stranên gelêrî, dîroka Kurdistanê, mêrxasî û camêriya Kurdan, jiyan û evîna ji bo mirovanetiyê, bedewî û wefadariya jina Kurd, dilgemariya neyar û dagirkerên Kurdistanê û hwd. tên dîtin. Xizmeta herî mezin ku M. Arif di rêya hunerê xwe de pêşkêşî civata gel kir, sax û zindî kirina stranên folklorî ye ku piştî xwendina wan bi dengê xwe, ew stran li hemû Kurdistanê belav kirin.
Ji stranên Mihemed Arif Cizîrî
Stranên mîna Derwêşê Evdî, Şêxê Canê, Xezal Xezal, Çûme Urfayê, Mîrê Botan, Bavê Seyro, Qasimê Meyro, Hesenîko qûrban, Hesenê mala Musa, Cembeliyê kurê mîrê Hekariya, Lawikê Meidenî, Eyşana Elî, Filîtê Quto, Mebrom Xanê (Mebroma Şikak), Befir barî û gelek stranên din bi rêya dengê M. Arifê Cizîrî di nava gelê Kurdistanê de belav bûn.
Sala 1984’an ji ber pîriyê Mihemed Arif nexweş ket û piştî du salan dilê wî şeva 17’ê Kanûna 1986’an li nexweşxaneya bajarê Dihokê (Nexweşxaneya Azadî) sekinî û çû ber rehma xwedê. Tirba M. Arifê Cizîrî li goristana Şaxkê a bajarê Dihokê ye.
Tenê dengbêj dihewin
Wekî ku pêşiyên dibêjin; berê ji Mîrên Botanê mîrek hebû ku di nava gel de gelek birêz û hurmet bû. Rojekê mîrê Kurd bi rêya delal û berdevkên xwe biryarek di nava gelê bajêr de belav kir: “Her kesê ku Cizîrî be û di nav Cizîrê de bijî, ger kilam an stranekê nizanibe yan jî qesîdeyekê nexwîne, bila ji bajarê Cizîrê derkeve.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ
