Mîrê Hîcwa Kurdî Şêx Riza Talabanî


Di ser wefata yek ji navdartirîn helbestvanê hicvê yên Kurdî Şêx Riza Talabanî re 107 sal derbas bûn, lê belê helbestên wî yên hîcvî hê jî wekî ku doh hatibin nivîsandin, xwedî tesîr in. Talabanî ji bilî hicwa civakî, ya malbatî, ya mustehcen, hicwa siyasî jî kiriye û di helbestên xwe de berê tîrên xwe dide rayedarên stemkar û zalim.
Şêx Rizayê Talabanî sala 1835’an li Qirixa Kerkûkê hingê Osmanî de ji dayik dibe. Dewleta Osmanî ji ber fikrên neteweperweriya li nav gelên Ewrûpayê belav, tengav e û bi tanzîmat û reforman mijûl e, pê re di şeran de her erdên wê lê teng dibin.
Şêx Rizayê Talabanî yê di vê demê de ji dayik dibe û mezin dibe di helbestên xwe yên hîcwî de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar anîne. Çi mirovên hikûmetê bin û çi jî mirovên wî bi xwe bin, kê neheqî li wî yan jî li gel kiribe, Şêx Riza bi hîcwên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.
Hêrsa li dijî ap bû hîcw
Şêx Rizayê Talabanî kurê Şêx Evdirrehman Talabanî ye û pêşî li ber destê bavê xwe xwendiye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkûk, Koye û Silêmaniyê.
Şêx Riza sala 1860’î diçe Helebê, paşê diçe Stenbolê. Du salan li Stenbolê dimîne, pîştre vedigere Kerkûkê. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkûkê diçe bajarê Koyê cem apê xwe Şêx Xefûr. Qaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadiyê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehere ji Koyê diçe Kerkûkê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse.
Şêx Riza di 1866’an de diçe Erziromê û ji wir jî diçe Stenbolê. Çi li Stenbolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Stenbolê dimîne. Paşê sala 1874’an vedigere Kerkûkê. Pişt re ji karbidestên Kerkûkê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkûkê diqehere, ji Kerkûkê bar dike diçe li Bexdayê bi cih dibe.
Mustehcenî û hîcwa Talabanî
Helbestkarê gewre di helbestên xwe de zêdetir zimanekî mustehcen û hîcwî bi kar tîne ku wê demê zêdetir bala rayedaran dikişîne. Rayedar ji bo ku nebin yek ji kirdeyên helbestên wî yên hîcwî car caran xwe ji ser riya wî jî averê dikin. Dîsa di rêzeke helbesteke xwe de, ji Şêx Hesen re wiha dibejê:
Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen
Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere.
Helbestvan bi metelan çûna hev
Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi Erebî û çi bi Kurdî gelek hîcw li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza wisa li ser wan nivîsiye ku êdî herdu helbestvan jî li ber Şêx Riza çîz kiriye. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî wiha dibêje:
Pûre Şukrî besiye ba netgêm û şemet leq nekem
Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem.
Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîrî
Ger q*zî xuşkit wekû eywanî qesra şeq nekem.
Şêx Rizayê Talabanî di sala 1910’an de di 74 saliya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gora (mezelê) Şêx Evdilqadirê Geylanî vedişêrin. Şêx Rizayê Talabanî bi Kurdî, Farisî, Erebî û Tirkî helbest nivîsîne. Helbestên wî wekî dîwan cara yekê sala 1935’an li Bexdayê hatiye çapkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
