Nakokiyên hizbî yên Kurdan li Sovyetê

Haberleri —

Di pirtûka ‘Lîberalîzma Sovyetê li Azerbaycanê’ de ku ji alî Profesor Cemîl Hesenlî ve bi zimanê Azerî hatiye nivisîn, behsa nakokî û şerên hizbî yên di nav Mele Mistefa Barzanî û PDK´a Azerbaycanê de tê kirin. Pirtûk li Bakuyê derçûye.

LUQMAN GULDIVÊ

Profesor Cemîl Hesenlî li ser babeta Lîberalîzma Sovyetê li Azerbaycanê lêkolînek li Azerbaycanê weşand ku ji rûpelê 355 heta 365´an behsa îxtîlafên di navbera navendên penaberên siyasî yên Kurd ên li Baku û Moskovê de kiriye. Li jêr ez ê babetên wî minaqeşekirî û agahiyên dayî bidim, bêyî bikevim nav lêkolîneke hûrgilî yan jî analîzeke din. Di meqaleyê de hin şaşiyên madî hebûn ku Hesen Qazî ew sererast kirin û dîsa cihê wê ye ez malavahiya wî bikim ji ber ku wî bala min bir ser vê meqaleya hanê.

Ev beşa lêkolîna Hesenlî, bi wê yekê dest pê dike ku di konferansa ADF-MK (Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê) de di navbera demokratên Azerbaycanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hin nakokî didin der. Wekîlê Serokê PDK´ê li Azerbeycanê Rehîm Seyf Qazî 6’ê Adara 1960´î, nameyeke 9 rûpelî ya gazinan elaqedarî piçûkxistina Kurdan di konferansê de ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst (KN-PK) a Azerbeycanê re şandiye. Di nameyê de hatiye gotin ku ev piçûkxistinên li dijî rûmeta şexsê wî û gelê Kurd, xwedî xisleteke milliyetgir bûne.

Mistefa Barzanî kar kiriye li dijî PDK’a Azerbaycanê

Paşê jî tê gotin ku peywendiyên PDK´a Azerbaycanê bi serokê PDK´ê yê hingê li Moskovê Mele Mistefa Barzanî re jî baş nebûne û Mele Mistefa Barzanî her cara keys lê aniye, bi wasitaya hin kesan giliyê Rehîm Seyf Qazî li cem Sovyetan daye kirin. Mesela Mustefa Selmasî yê li Moskovê dixwîne, sala 1955´an nameyekê ji Hesen Husamî û Rehman Germiyanî re dinivîse û ji wan dixwaze ku mihacirên Kurd ên li Bakuyê teşwîq bike da ku li dijî Rehîm Qazî îmzeyan berhev bikin: “Divê em ji bîr nekin ku li pêşiya me wezîfeyeke mezin heye, wezîfeya mehûkirina Rehîmî û Gelawêjî.” Axir dixwaze bi îmze berhevkirinê tesîra wan kêm bibe û wê temînatê jî dide ku di vî karî de ew ê alîkariyê bi wan re bike bi rengê nivîsandina nameyên bi kêra vî karî bên.

Gilliyê Rehîm Qazî kiriye

Li gorî Cemîl Hesenlî, Mistefa Barzanî bi xwe jî dixwest bibe yekane nûnerê mihacirên Kurd ên li Sovyetan û ji bo ku PDK ya Azerbaycanê jî tabi´ê xwe bike, ji her navgînê jî îstîfade kiriye. Ji bo vê ew 13´ê Kanûna 1954´an de bi F. Voloşîn ê ji şûbeya peywendiyên derve ya KP-MK ya Sovyetê re rûniştiye û jê xwestiye agahiyên ku derbarê Rehîm Qezî de li ber destê wî hene, bigihîne “hevrêyên xwe yên Sovyetê” û eşkere giliyê wî kiriye û gotiye, li gorî melûmatên wî, sala 1947´an Rehîm Qazî û hevrêyên wî yên Kurd gotine “Red bibe Tifaqa Sovyetê. Bijî Qewamuseltene*.”

Viloşîn di rapora xwe ya piştî hevdîtinê de dibêje, ji “Barzanî we ye” ku tayînkirina KN-PK ya Azerbaycanê ya Rehîm Qazî ji ber wê ye ku ew bi “rûyê eslî yê vî zilamî nizane”. Axir em pê dihisin ku Mustefa Barzanî wekî din guman kiriye ku ji ber ku kurapê Rehîm Qazî, Mihemed Qazî salên 1946-1947´an gelek diyarî dane Heyeta Serokatiya Sovyetê ya Bilind li Azerbaycanê Mîrze Îbrahîm, Rehîm Qazî kirine wekîlê serokê Firqeya Demokrata Azerbeycanê (FDA). Diyar e ku ev “gumanên” Barzanî hatine lêkolan lê nehatine tesdîqkirin.

‘Niyeta Barzanî dewleteke eşîrî ye’

Hasil, paşê behsa serpêhatiya mihacirbûna Barzanî û 499 Kurdên pê re tê kirin ku Îlona sala 1947´an li mintiqeya Culfa ketine Azerbeycanê. Li vir wî gotibû, ew dixwaze miqawemeta xwe ya çekdarî li dijî Îranê dewam jî bike (Li dijî paşverûtî û îrtîcaya Îranê amade ye hemû daxwazên Soveyetê bi cih bîne), li Naxçiwanê zilamên wî hatine bêsîlehkirin: 303 tiving, 5 tifingên otomatîk, 55 dermançe, 54 bombeyên destan û 13 hezar fîşek ji wan hatine kirin. Doza Barzanî a vegera li Îranê û şerî, dawiya dawî ji aliyê desteyên Sovyetê ve tê redkirin bi hinceta ku niyeta sereke a Barzanî damezrandina dewleteke eşîrî-feodal e.

Stalîn nebîne wê xwe bikuje

Em pê dihisin piştî ku Barzanî û yên pê re koçberî Ozbekistanê tên kirin, li wir Barzanî hem doza perwerdekirina kesên bi xwe re kiriye û her wiha ya amadekirina hevdîtineke bi Stalîn re ji katibê yekem ê Usman Yusupovdan kir. Heta, wî gotiye, heger destûra hevdîtina bi Stalîn re neyê dayîn, ew ê xwe bikuje.

Ji fona veşartî ji bo bicihkirina yekîneyên eskerî yên Barzanî sala 1949´an 6667462 menat mesref hatiye kirin. Axir, wezîrê karên hundir Sergey Kruqlov piştî van daxwazên Barzanî ji Stalîn re pêşniyaz dike ku li cem hev girtina Kurdan bi tehlûke ye, çêtir e wan li Ozbekistanê li komên piçûk dabeş bike, ji hev belav bike, têkiliya wan di nav xwe de kêm bike û ev jî wê bike ku Barzanî êdî daxwazan neke.

Li gorî Cemîl Hesenlî, gefxwarina Barzanî li hindikahiya Kurd a xwe spartî FDA’yê, ji ber wê ye ku di musteqbelê de di pêvajoya xirabûna îstîqrarê li Rojhilata Nêzîk de elaqedar bûye bi wê baweriya xurt a Moskovê bi bi Mela Mistefa dianî.

Axir ji sala 1957´an û pê ve DTK´yê (????) di nava rêxistinên neteweyî yên Kurd û eşîrên wan de ji bo muqawemeta li dijî Îranê dest bi amadekariyan kiriye.

Ji xizmetên wî sûd tê girtin

Di meqaleyê de paşê Cemîl Hesenlî bi binyada Rehîm Qazî dadikeve, ka dayika wî Azerî ye, sala 1943´yan bûye endamê Komeley Jiyanî Kurd ku kurapê wî Qazî Mihemed damezrandiye û gava sala 1946´an Partiya Demokrata Kurdistanê tê damezrandin, ew dibe endamê wê jî. Hasilî piştî agahiyên li ser wê demê yên ji perspektîfa Azerî ve, ew dibêje ka çawa Rehîm Qazî sala 1951´ê li zanîngehê dibe dersdar û li ser serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rêxistinkerê wê (1945-1946) teza xwe diparêze. Li gorî agahiyan, ew rêveberê beşa Partiya Demokrata Kurdistanê ya Azerbaycanê ye û piştî şikandina tevgera azadiyê ya Qazî Miehemed, konsolosê Îranê li Bakuyê hewl daye ku bike ku Rehîm Qazî radestî Îranê bê kirin, lê Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst (KN PK) a Azerbaycanê ev yek ji meslehetên xwe nehesibandiye. Li gorî Cemîl Hesenlî ji 1948´an û pê ve elaqeya Rehîm Qazî bi endamên malbatê yên li Rojhilatê Kurdistanê re êdî nemaye. Li gorî van agahiyan, piştî ku Mîr Cefer Baxirov ji serokatiya komarê tê dûrxistin, Qulam Yehha ji “xizmetên” Rehîm Qazî îstîfade kiriye.

Erka îstîqlala miletê xwe

Piştî van agahiyan, Hesenlî li muqawemeta serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Barzanî vedigere û dibêje, ji bo vê wan hewl daye kar û xebatên xwe berfireh bikin û peywendiyê deynin bi Moskovê re. Mînak di miracaeta ji KN PK a Azerbaycanê re Rehîm Qazî, Elî Gelawêj, Qadir Mahmûdzade, Abdulla Rezmaver, Soltan Otamîşî û Kerîm Eyûbî nivîsîne: “Em Kurdên ku sala 1946´an ketina tifaqa Sovyetê, me esas erkek daniye ber xwe. Ev çi ye? Em bi perwerdeya Sovyetê, bi îdeolojiya marksîst-lenînîst çekdar bibin, di vê nîvqurna dawî de bi bipêşxistina bi lez a têkoşîna ji bo azadiya xwe ya neteweyî û îstîqlala xwe xizmeta miletê xwe bikin.”

Ji 1947’an heta 1953’yan radyoya Kurdî

Di wê miracaetê de ew dibêjin, ji sala 1947´an heta bi Tebaxa 1953´yan bi rêya stasyona radyoyê ya veşartî wan agahî digihandin miletê Kurd, tedbîrên “paşverûtiya Îran û Iraqê” jî girîngiya vê weşanê li gorî wan nîşan dide. Ew difikirin ku dawîanîna li weşanê ev rê li ber wan girtiye û ew pêşniyazan li KN PK a Sovyetê jî dikin ku ji bo rakirina ser piyan a 9 milyon Kurdan alîkarî bê dayîn da ku neşriyat bê kirin û li Kurdistanê bê belavkirin. Axir ew dixwazin weşanên bi zimanê Kurdî yên radyoyê ji nû ve dest pê bikin, klasîkên marksîzm û lenînîzmê werin wergerandinê zimanê Kurdî. Li vir argumana wan ew e, çawa ku partiyên Azerî û Îranê yên di tifaqa Sovyetê de dikarin weşanên radyo bikin, ji bo 3 milyon Kurdên li Îranê jî, ew jî karibin weşana radyo bikin, lewma “Partiya Demokrata Kurdistanê jî rêberiya gelê Kurd li Îranê” dike.

Ew dixwazin ku nameya wan bigihîje KN PK a Sovyetê û daxwaza destûrê dikin ji bo ku du neferên wan biçin Moskovê ji bo hevdîtinan.

Kurd û Kurdî ne xema Moskovê bûn

Xulaseya meselê, Moskov vê pêşniyazê û pêşniyaza radyoyê guncaw nabîne. Di bersiva bi telefonê ya ji Moskovê de tê gotin, beriya dema xwe behsa meseleya weşana bi Kurdî di radyoyê de hatiye kirin. Li vir agahiyeke balkêş jî heye ku dibêje**, “Her roj bi weşanên ji Moskov û Bakuyê yên bi Tirkî, Farsî û Erebî (bila) jiyana Kurdên li Qafqasyayê bê ronîkirin.”

Agahiya dawî ya balkêş jî li ser hewldanên Rehîm Qazî ew e ku, wî xwestiye nîşan bide ku Kurdên Îran û Iraqê gelekî qedrê wî digirin û baweriyê pê tînin. Wî bi rêya Nazim Haciyev (ji KN PK a Azerbazcanê) ji KN PK a Sovyetê ji şubeya karên derve re nameyek şand û got, di 20´ê Adara 1960´î de ji serekên Partiya Demokrata Kurdistanê, Ehmed Tofîq ji wî re name şandiye, ji ber zextên Îranê ew penaberî Iraqê bûye. Ew daxwaza hevdîtinê dubare dike û dibêje, piştî ku pirsgirêka çêkirina yek partiya Marksîst di navbera Tude ya Îranê û ADF´ê de hal bibe, divê PDK jî li vê pêvajoyê bê zêdekirin. Ango heger wê yek partiya Îranî ya marksîst bê çêkirin divê PDK jî lê bê zêdekirin.      

Lê şûbeya karên derve ya KN PK a Sovyetê bi rêya Nazim Haciyev bersivê dide: KN PK a Sovyetê serê xwe naêşîne ji karên navxweyî yên PDK´ê û beşdarî karekî wisa nake. Li gorî Cemîl Hesenlî sedem ew e ku Moskovê Mistefa Barzanî li pêştir digirt.

 

* Qewamuseltene, dema helweşîna Hikûmeta Azerbaycan û Cumhuriya Kurdistanê, serokwezîrê Iranê bû.

** Bi telefonê alîkarê midûrê şûbeya Karên Derve ya KN PK a Sovyetê, Vinoqrador Suslov 18´ê Gulana 1954´an ji KN PK a Azerbaycanê Îmam Mustafayev re dibêje.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.