Nameya çiyayên nemir

  • Piştî bêhnvedanê û çayeke tarî Ez vê nameyê dinivsînim, min nameyên bin axê û nameyên di bin berfê de hemî derxistin. 

JAN  JAR

Piştî bêhnvedanê û çayeke tarî

Ez vê nameyê dinivîsînim, min nameyên bin axê û nameyên di bin berfê de hemî derxistin. Gotinên li çiyayan, rojnivîsên, şervanan, yek bi yek rêz dikim.

Min hemî rîwayet, hemî lehengiyên wan û efsaneyên wan danîne ber xwe.

Xeyalên dirêj jî, hêviyên çiyayan jî, bi vê nameyê dinivîsînim.

Dema gewdeyê me, bedena me, li ser kevirê şaristaniyê bilind bibe. Yek wê rabe, zinarên bilind ramîse. Di bin baranekê de dest bi rêwitiya jiyanê bike.

Ew jî wê wek me, di şerekî de ehdekê li canê xwe bixe, ji bo rûmeta xwe, ji bo welatê xwe û ji bo neteweya xwe.

Ev nameya li çiyayan, ne ya despêkê ye û ne jî ya dawiyê ye. Lê em ji bilî çiyayan, ji tiştekî minetê nakin. Lê bi vî şerê me jî tiştek wê ji kîsê xwe neçe.

Ejdeha jî bin, me li beramaberê wan şer kir, mêtinger, efendî jî bin me serê xwe li ber wan neçemand. Ev ava direj jî dizane ev esmane şîn jî ne bê xeber e. Me zanyariya zozanan, zanyariya van kendal û berpalan danîye pêşiya xwe. Li vir guleyên herbê  jî diteqin. Yên li vir şer dikin, bi rêûresma berxwedanê xweş dizanin.

Tenê niha fikarên me, ew kes in ku ji rojê bi guman in. Em li vir şûrê xwe beramberî wan dikişînin. Berê tifinga me li wan e. Ewên axê dagir dikin û yên welatê me kirine, mêtingeh.

Me hemî zemanên xwe di havin, di mij û moranê de derbas kir. Me lingên xwe jî di berfa sedsalê de şewitandin. Li vir şer jî germ e havin jî germ e.

Tiştên te wendakirî, xaçerêka te ye, ev sê meh in, li wê newala kûr, tifing li ser milên wê ye. Yên li vir şer dikin, ji despêka xwe vedigerin.

Em di vê herbê de li straneke dirêj jî guhdarî dikin.
Ev sê meh in,

Me  li Zap, Avaşîn û Zagrosan li beramaberî vê artêşê, xwe bê minet kiriye. Li vir her kes şûrê xwe dikişîne. Di vî şerî de şev diaxive û roj jî olaneke kûr dide me.

Ew bi xwe bi debabe, bi balafir û tankan, zirxlixwekirî tên. Çav berdane çiyayên me yên gewr û esmer, fêkiyên me, daristanên me dibirrin. Xewa xezalan diherimînin. Hêlina çivîkan tarûmar kirine.

Destên xwe li wêrekiyê pêçane. Çiyayên bilind li me tên, em xwediyê vir in. Em Hektorên li Kurdistanê ne.

Divê Pavlo; ji me re li çepikan bixe. Em li dora xaniyê sê qat û çar qat, şer nakin. Me, sînga xwe daye ber çiyayan, sînga xwe daye ber daristanên qedîm.

Divê Pavlo bibêje; ‘Hûn weke çiyayên xwe, bedew û esîl in’. We di hemî zemanan de xwe bi axê re kiriye yek, mirin jî, mayîn jî, li me tê, dîroka avê, diroka azadiyê, bi me dizane û me dinase.

Em li vir,

Ji jiyanê muhteşem hez dikin. Tenê baranek- e bi nermî, ji me re lazim e, Ji bo em dilê xwe bi vê herbê, beher in.


Îmana me agir û wateya nav dilê me ye. Diqîre, olan e,  caran ehdek e, caran berbang e.
Me, çiya ji xwe re kirine sicade.

Xwêdana me li ser zinaran difûre. Şekir û xwê jî di bin çenteyê me de heye.Ev

Ne Herba Cîhanê ya Yekê ye.

Stêrk li jor xwîn li jêr dirije.  Rojnivîsên ku li vir tên nivîsandin, hemî li ser eniya zarokekê diçilwile. Li vir êşên me diêşin, me şerekî bêeman daniye pêşiya xwe. Heyf li wan, nizanin em ji bo çi, ji bo kê li vir in. Me di vê havînê de Hezîran û Tîrmeha germ li gel xwe kom kirine.

Dîrok dizane, wê me çawa defin bike, wa payizeke hezin jî Êlûn û Cotmeh jî li pêşiya me ye. Çiyayî bi zimanê xwe dibêjin, ‘wê taritiyek bê di ser çiyayan re ronahiyek, çirûskek derbas bibe, yên li vir hemî Kurdistanî ne, ti kes li Bolîvya û li Spanyayê nayê şer.

Rojnivisên xwe yên şer ber êvaran dinivîsînin.

Şerê me li vir bi dijwarî didome, em di bin teyare, bombe û F-16’an de li ber xwe didin. Me li seranserê Avaşîn, Zap û li Zendûra, awirên xwe tûj kirine.

Em nahêlin baskên çivikan jêkin.

Hevrêyeke min, di nameyê de nivisandiye û dibêje; ‘yên li vir dil pola ne’ Cixareya min tutin e,

Gabardinek li ber min e, xwêdana min ji axê difûre.

Ev ne şerê tîr û kevanê ye. Yên li vir rahiştine tifingê, qirneke çeper giritine, keviyên berfê belek in. Belkêm, çûne tava heyvê bi xwe re bînin...

Ez li ber destê sibê rabûme, dest bi nivîsandinê dikim. Ev nameya min a despêkê ye. Belkêm nikarim behsa serboriyên li vir bikim. Lê yên li vir şer kirine caran; birîna xwe pêçane û careke din xwe didin ser zinarên bilind.

Ti kes nizane, me xeyalên xwe di ser vî çiyayê bilind re bihurandin.

Em li pey zemanên bihurî nakevin. Wextê me nîne. Tişta ku li benda me ye, rê ye, rêwîtî ye.

Divê Pavlo, ji me re li çepikan bixe,

Em, niha! parastina xaniyekî çar qat nakin, ev der Stalîngrada çiyayan e, nameyên me kevnar in, me keştiya azadiyê, ber bi qiraxê ve bi rêxistî ye.

Artêşa ku em li beramaberî wê şer dikin, kêliyên li vir xwînmij in, mesela ev artêş dikare hêlina çivîkan xirab bike, daristanan dişewitîne.

Kurtûkurmancî, pivanên xwe yên şer tine ne. Heger armanca me tenê parastina bajarekî bûya, gelekî bûya,

Niha! me serketina xwe ragihandibû. Lê yên beramberê me serhişk in û em jî, ji wan serhişktir in. Ev artêş dixwaze, bilindbûna çiyayan qedexe bike, bombeyan dibarîne, çekên kîmyewî bi kar tîne, şevê serjê dike, neyarê hestiyên me ye.

Ev artêş sedên salan e dijminê dara giwîjê ye, dijminê dara maziyê ye. Em bi vê artêşê re, ti dever nema ku me şer nekir, em neketin cengê,

Me Başûr bir, li Bakur danî, me Sefin, Cudî, Bêxêr bir, li çiyayê Sîpanê danî, lê şerê me yê ji bo rojê, neqediya.
Me, ji bo rûmeta welatê xwe şer kir.

Me bedena xwe, gewdeyê xwe, ji xwe re kir balgîf, me ji bo gelekî, ji bo neteweyekî, şer kir, doza wan dirêj, çiyayên wan yên ku rê nadin jî hene.

Yên ji nava me çûn,

Şopa wan

Û

Nameyên wan li vir û li nav çiyayan dimînin.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.