Navê felsefeya bi Kurdî FELSEFEVAN


Li ser navê Destaya Edîtoryayê Alî Gurdilî di daxuyaniya ji bo çapemeniyê de wiha dibêje: “Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe yê şîrîn, kovareke xwerû bi Kurmancî ya felsefeyê biweşînin lê mixabin heta niha me derfeteke wiha peyda nekiribû. Lewre ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de, weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi Kurdî biweşînin.”
Gurdilî di dewama axaftina xwe de destnîşan dike ku kovargerî barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihîştineke kûr heye û lewma ev kar; bar û berpirsiyariya wan girantir jî dike û bi vî rengî daxuyaniya xwe didomîne: “Ligel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşî, gelekî girîng e û bêguman, bi demê re em pêbawer in ku wê di zimanê Kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de, bala xwendekarên Kurdî hêviyên me her geş dikin. Felsefe û zanist jî di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng e û di navbera wan de jî, bêguman têkiliyek xurt heye.”
'Em ê cîh bidin mijarên din jî'
Gurdilî diyar dike ku ew ê Kovara Felsefevan sê mehan carekê biweşe û daxuyanî bi vî rengî didome: “Di her hejmareke xwe de, em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn rawestin. Her wiha, em ê cih bidin mijarên mîtolojî, civaknasî, psîkolojî û têgînên felsefî jî. Belam, mijarên civaknasî û psîkolojiyê, wê betir mijarên destpêkê bin û armanc, wê nasandina wan zanistan be. Wekî din, em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin. Di vê hejmar ewil de, em li ser du mijarên taybet rawestiyan:
1- Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe
2- Têkiliya felsefeyê û dîn çi ye gelo? Çima di civakên lipaşmayî de, felsefe her dem weke dijberê dîn/olê tê dîtin û nirxandin?”
Hejmareke têr û tije
Di hejmara yekemîn de nivîsên ji aliyê Zeynelabîdîn Zinar, Fêrgîn Melîk Aykoç, Omer Dilsoz, Zeynel Abîdin, Newaf Mîro, Mahmut Ozçelîk, Mîr Qasimlo, Y. Gul Seven, Rênas Xendekî, Sultan Arslan, Konê Reş, Evîn Berçem, Kêmzan Bêwar, û Agirî Soran hene.
Di van nivîsan de bi şêweyekî felsefî û akademîk mijar girtine dest û têgihîştineke kûr heye. Her wiha dîsa nivîsa Panaît Îstratî ya ‘Mirov’, der heqê dîn de nêrînên ramyarên cuda, Destana Gilgamêş, Ferhengoka Felsefeyê, di quncikê civaknasiyê de ‘Pênase û Taybetmendiyên Komên Civakî’, di quncikê psîkolojiyê de jî ‘Danasîn, Wesf û Binaşaxên Zanista Psîkolojiyê’ cih digrin.
Nesrîn Rojkan, rêwîtiya xwe ya li warên Yewnanistana Antîk bi nivîseke xweş ya bi navê ‘Li Pey Şopa Fîlozofan’ û geştnameyeke xweşik nivîsiye. Her wiha, Alî Gurdilî bi nivîskarê ‘Heteroglossîa’ yê bi H. Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk aniye, ji bilî van nivîsan gelekên din jî di vê hejmarê de hene.
AMED
