Neolojîzm û helbesta Kurmancî

  • Wê rojê gardiyanekî digot "Pirtûkên ku ji we re hatine bi zimanekî akademîk hatine nivîsandin. Em di dana xwendinê de zoriyê dikişînin" û derengxistina pirtûkê rave dikir.  Te bivê heta êvarê bibêje, akademiya çi halê çi...

erd Agron*

Weke meyleke hunerên vegotinê, neolojîzm hin deman li ziman û wêjeyê dide der. Li gora pêdiviyan peyvên nû tên dariştin, li hev tên anîn û wateyên nû li hin peyvên kevin tên barkirin û bikaranîn. Pergala ziman bi vî awayî xwe nû dike, dewlemend dike. Helbet di serdema me de pêdivî bi peyvên nû heye. Serdema teknolojiya ragihandinê ye. Divê li gora vê, têkiliyeke aktîf di navbera ziman û serdemê de were danîn. Lê xeter, neolojîzma di wêjeyê de ye.

Meyla neolojîst di helbesta Kurmancî da (bi teybetî li Bakur) pirr li pêş e. Helbestvanên ciwan bêhtir rahêjin vê rêbazê jî helbestvanên me yên ku em dikarin bibêjin, êdî di helbesta xwe de kamil bûne jî bi israr vê meylê didomînin. Ji bo helbestkarên ciwan, mirov dikare weke şîret bibêje, ev tiştek baş nîne. 

Helbet meyla vê nivîsê ne dijberiya neolojîzmê ye û arxaîzmê ferz nake. Helbestvan dikare bi awayekî afirîner sêwirandina xwe qaîm bike û bi peyvên wê/wî dariştine jî bîne ziman. Dikare peyvên kevin bi wateyên nû jî bi kar bîne û ferhengekê jî ji xwe re çêke. Serketin, behremendî û afirîneriyeke di vî warî de wê tesîr li xwîneran jî bike. Lê belê hesasiyeteke ji dil jî derbarê rê û rêbazên ziman û têgihîştina xwîner de ferz e. Lê ku ne bi hesasiyeteke fikirandî, bi awayekî tewkel û teala hatibe dariştin, ew peyv tenê hingê dikare bibe bargiranî li ziman û helbesta helbestvan. 

Di helbesta Kurmancî (li Bakur) de bi pirranî peyvên hatine dariştin bûne bela serê ziman. Jixwe hîn nû nû xwendin û nivîsandina Kurdî bi pêş dikeve.

Îca ev meyl bi vî awayî dibe sedem ku çavê xwîner bitirse. Jixwe qalibê "Kurdiya akademîk" bûye bela û sedemê reva ji Kurdî. 

Wê rojê gardiyanekî peywendîdar hatibû, digot "Pirtûkên ku ji we re hatine bi zimanekî akademîk hatine nivîsandin. Em di dana xwendinê de zoriyê dikişînin" û derengxistina pirtûkê rave dikir û sinyalên qedexekirinê didan. Wan ji ku ev hêncet bihîst û niha qedexekirinê bi akademîkiya zimanê pirtûkê dixwazin rave bikin. Te bivê heta êvarê bibêje, akademiya çi halê çi...

Neolîzm lê bi peyvên tên fêmkirin

Lê belê, divê em bersiva pirsa, "Çima meyla neolojîzmê?" bidin. Dibe ku gelek sedemên bi helbestkar û kesayeta wî/ê ve eleqedar hebin. Mirov bi rêzdarî van sedeman ji muxatebê wan û lêpirsîna wî/ê re bihêle baştir e. Lê sedemek heye ew jî me hemûyan (nivîskar, xwîner, edîtor, belavkar, civak û wekî din) elaqedar dike: Dewlemendkirina ziman, dewlemendkirina vegotinê.

Di jiyana mirovan de dewlemendî bûye armanca sereke. Bextewarî di dewlemendiya madî û manewî de tê dîtin êdî. Gelo herçî ku dewlemendiya madî û manewî ji bo xwe kiribe armanca sereke, ew ê karibe hay ji rastiya jiyanê hebe û bi wê bijî?

Esaleteke xizaniyê jî heye. Nietszche dibêje, "Di ziman de nûbûn çêkirin yan jî xweziya xwe bi yê kevin anîn, ya ne edetî û kêmdîtî vebijartin, di şûna kêmkirina hebanoka peyvan de hewildana dewlemendkirinê, ji bo her demê, daneya ecibandineke nekamilbûyî yan jî dejenerebûyî ye. Hunermendên xîtabê yên Yewnana Kevin bi xizaniyeke biesil, lê di halxweşiyeke sade de bi hostayî azadî nîşan didan." Belê em tevlî kêmkirina hebanoka peyvan nebin. Lê divê, helbestvan karibe bi zimanekî ku tê fêmkirin, hest û ramanên xwe bîne ziman. Ji bo ku weke hêmana bibîrxistinê ya vegotina helbestê pêk were, gere peyvên tên zanîn werin bikaranîn.

Heger mesele dewlemendî be, Kurdî ji gelek zimanan dewlemendtir e. Îstatîstikeke Wîkîpedyayê digot, Kurdî bi hefsed û tiştek hezar peyvan di nava zimanan de di warê dewlemendiyê de nehemîn e. Li gel vê jî helbestvanek bi meyla neolojîst tev bigere, ew ê şaş be. Hozan, hilgirên wate, ziman û çanda civak-neteweya xwe ne. Divê ev berpirsyarî û binbarî neyê jibîrkirin. Helwestên bêberpirsiyar helwestên rewşenbîrê burjûwazî ne. 

Ji bo çend mînak peyvên dariştî, di tinehiya zindanê de min çavê xwe li çend pirtûkan gerand. Ez navê pirtûk û helbestvanan nebêjim. Jixwe dê herkes peyvên xwe nas bike: "şînmorî, şeveheyv, sîwêne, zerdiran, dûrerê, sêvmemik, malreşîn, tarîreşk, golxwêdan, çirageş, êvarhênik, zertav, gorepan, helbestrijî, kesertijî, sorsêv, kuştewar, tarîreş, şînxeyal, keçzarok, berfspî, hişketer, dergûşmayî, kerpîçmayî, tirsmayî, dorspîçak, darspî, pûçmayî, pîçmayî, keçbûk, şînsor, şevgûzan, keçxama, destlep, çerxedewr, jêrkon, darkursî, koksî, kokşîlan, gozelkew û hwd."

Ez li xwe jî mukir bêm. Demekê ev meyl li min jî peyda bûbû. Min jî bi qasî tê bîra min peyvên weke "subhankil, korebajar, û korerê û hine din" dariştibûn. Min dikaribû bigota "kilê sibhanî" û "bajarê kor" jî. Wê demê wê dê bi nirxê xwe yê fonetîk û semantîk bêhtir reng bidana vegotinê. Lê bi wî halê xwe pir fîq û çêkirî mane. 

Çima memiksêv bû sêvmemik?

Bi ya min helbestvanên me yên qedirbilind û li ber dilê me şêrîn jî dikaribûn li şûna peyva "sorsêv" bigotana "sêva sor", li şûna "tarîreşk"ê bigotana "tariya reş", li şûna "berfspî" bigotana "berfa spî", li şûna "darkursî" de bigotana "kursiyê dar." Hin mînak bi rastî jî zor in. Em xwe lê neqelibînin baştir e. Lê mînakek heye bi rastî jî ez nizanim çima wisa bûye ku ew jî peyva "sêvmemik" e. Awayê wê yê arxaîk ku di wêjeya me ya devkî de cih girtiye "memiksêv" e. Di kilamên dengbêjan de jî tê dubarekirin. Lê çima bûye "sêvmemik" ez ji nav derneketim. Heger mijar dara sêvê be û sêv bi şibandina memikan tên ravekirin, ew tiştekî din e. Lê ne wisa ye jî. 

Li şûna "keçzarok" helbet dikaribû bigota "zaroka keç" jî. Ma ji bo kuran dibêje, "kurzarok"! 

Ne newayeke van peyvan heye ku mirov di bin tesîra wan de bimîne, ne jî nirxekî wan ê bibîrxistinê heye ku rê li ber wateyên nû veke yan jî wateyên nû hilberîne. Peyvinê xav in. 

Heger di helbesteke klasîk de bûna, me dikaribû bigota helbestvan mehkûmê rêzebendê ye. Lê helbest jî modern û serbest e. 

Divê ku helbestvan peyvên ku ji kûrahiya dîrokê nizilîne, bi dubarekirin û watelêbarkirinan reng û şêweyên xwe girtine, hêza wan a bibîrxistinê bilind e, bi kar bîne. Bi van peyvên ku di hêla semantîk, fonetîk û morfolojîk de gihaştine nirxên xwe yên herî bilind dê helbesteke resen jî were înşakirin. 

Ji vir û heta ba Xwedê

Helbestvanên Kurd niha bi bar û binbariyên cuda re rû bi rû ne. Ji aliyekî ve înşakirina ziman, ji aliyekî ve avakirina helbesteke nû-resen (ji bo ku nebe dûvika helbesta xelkê), ji aliyekî ve berpirsyariya têkiliyên nû afirandinê di wê civakê de ku wê ji nû ve were înşakirin... Ji ber vê yekê di afirandina ziman û berpirsyariyên xwe de hevgirî di vegotina helbestvan de ferz e.  Wê çaxê, ewilî zindîkirina peyvên qalik girtine, hişk bûne, dejenere bûne û li ber mirinê ne, peywira helbestvan a sereke ye. 

Gelo helbestvan wê qet neolojîzmê bi kar neyîne? Na. Dikare bi kar bîne. Dema ku gihîşt asteke bilind û êdî zimanê me bi pergal û dîroka xwe têra sewirandin û vegotina wî/ê nake, dema ku dilzîziyên ku lê nehatine kirin rabihîze, dikare neolojîzmê bi kar bîne. Heger derdora meriv tije peyvên birîndar û bêjeyên li ber mirinê bin; peyvên ku bi hiş û binehişiya kolektîf a civaka me dewlemend û êşa gelê me rave dikin, hebin; hest û wateyên ku em radibihîzin û lê difikirin karibin bi çend peyvên di ferhengan de werin ziman û li şûna li ferhengekê nihêr- tinê, meyla neolojîst ji vir û heta ba xwedê şaş e. 

*erd Agron ji 2001’ê ve girtî ye.

 Niha li Girtîgeha Şakranê dimîne. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.