Nirxandina li ser dîwana Dilavî

  • Nexasim dêhna min diçe ser rista ‘Hin kulîk tenê li hin janan vedibin’ , hostatiya peyvan jê difûre. Tê de hêma heye, şibandin heye, veşartina xwestekê heye, biwêj heye, evîn heye, keser heye, heye û heye...

 

HASÎP YANLIÇ

 

Dayîkan rihan bêhn dikir
Ji dêvla porê zarokên xwe ve
Evîndaran pûng û cehter…
Mizgîn RONAK

 

Me wek Koma Helbestê Ya Swêdê û Koma Helbestê ya Amedê şêwreke onlîne çêkir û me dîwana helbestên Mizgîn Ronak a bi navê Dilavî ( Li ber devê birînê ) xwend. Jixwe gelek caran helbestkar bi xwe tevlî şêwrên me dibin û em dikarin bi rûbirû nîqaşan bikin.
Mizgîn Ronak, bi şoreşa li Bakurê Kurdistanê re ku roj bi roj geş dibû di Nîsana 1991’an de bûye şervana azadiyê. 1992’an vir ve jî di zindanan de dîl e. Wek gelek nivîskarên Kurd Mizgîn Ronak jî di akademiya zindanê re derbas bû û xwe têr û tije gihand. Di ser dîltiya wê re 26 sal derbas bûn, bîst û şeş zivistan, bîst û şeş caran bû bihar, bîst û şeş caran payiza xemgînok hat û çû, bîst û şeş caran çiyayên me xemla xwe bi berfê li xwe kir. Bîst û şeş sal Mizgîn Ronak jî gelek nivîs-gotar ji rojname û kovaran re nivîsand û şeş berhem ji dilê xwe der kir. Berhemên dilê helbestkar û nivîskara me ya hêja ev in; Sêv Jî Me Dikujin (Helbest), Em Bûn Baran (Roman), Dilavî (Helbest), Nobedarên Gulên Kobanê (Roman), Gorçiya (Roman), Rojhat (Roman)

Xurtbûna ji sadebûnê

Di vê dîwana helbestkar a bi navê Dilavî de 308 helbest heye, ev jî nîşaneya xurtbûna jêderka dilê wê ye. Hostayên helbestê dibêjin, lazim e ku tîpek tenê jî zêde be helbest wê napejirîne. Helbestkar jî li vê yekê miqate bûye, min xwe li helbestên wê ceriband hela ka çi zêde ye! Lê min ristek jî jê derdixist helbest ji hev diketin, belawela dibûn.

Her wiha hinek helbest ji min re gelek hêsan dihatin min ji hêsanbûna wan diket şikê, min ji xwe re digot çima ewqas hêsan in, gelo asta wan a wêjeyî ne xurt in, dudilî dimam? Paşê min têgihîşt ku raz û tehma wan di nav peyvên nas û sade de veşartî ne.

Ka em bi hev re li vê çarînê binerin;

‘Ku xelkê got rêwitiya te kînga ye?
Bêje; Ez nema diçim
Bibe mêvanê me êdî
Qet neçe
Bila ronî bibe mala me.’

Axaftineke rojane ye, her roj mirov dikare van gotinan di hemû kuçeyan bibihîse. Hew di vê çarînê de ‘bila ronî bibe mala me’ bi zimanê helbestî hatiye nivîsandin ji ber ku kes şibandiye findê-lampayê an rojê.

Dîsa di rûpela 46’an de
‘Xeyalên me baskên me ne
Dema dişkên em nikarin bifirin
Xeyalên me baskên me bûn
Şikestin em nikarin bifirin’

Hema hinek çarîn jî têde heye mirov bi hewa dixe, ruhê mirov şad dike, li ser çarînekê mirov bi seatan di nava xeyalan de digerîne. Ev jî yek ji wan e;

‘Hin kulîlk tenê li hin janan vedibin
Hin hesp tenê ji bo xwediyên xwe yên mirî dijîn
Hin derya tenê di giyana me de pêl didin
Brûskên ramanên min asîman anîn xwarê...
Birînên min bi sosina veşêrîn...’

Nexasim dêhna min diçe ser rista ‘Hin kulîk tenê li hin janan vedibin’ , hostatiya peyvan jê difûre. Tê de hêma heye, şibandin heye, veşartina xwestekê heye, biwêj heye, evîn heye, keser heye, heye û heye...
Dîsa ez di helbestên Mizgîn Ronak de çav bi gelek metaforan ketim; xweza, dar û kulîlk, azadî, hevaltî, Kurdistan û şoreş e.

Dema ba û baranê ye (xweza neqişandiye)*
Şilin kevir û lat ( çiya)
Em berbûkên şoreşê ne ( Kurdistan-şoreş)
Lê wiha hepsî mane- ( azadî–zindan)
(Rpl. 116)

Zayîna ji bîra wê

Di helbestên Mizgîn Ronak de em rastî şopên jiyana wê tên. Di xwendina min de timî pirsek di serê min de hebû; gelo helbestkar di berhemên xwe de ji jiyana xwe nîşaneya dineqişîne, şop lê dihêle? Paşê di serê min de xumamiya vê pirsê zelal bû. Erê, nivîskar keseren dilê xwe dinivîse ji peyvên ji bîra wê zayî.

Mizgîn Ronak piranî helbestên xwe bi şêwaza serbest nivîsandine, gelek kêm bi qafiye an bi aheng nivîsîne, carna xwe li dubeytî carna li çarînan ceribandiye lê tarza wan jî serbest e. Di çend helbestên wê de rastî pirs û bersivan hatim û gelek caran çarînên wiha di dîwana wê de hene. Em dikarin bêjin di dîwana wê de her cure helbest heye, her cure ceribandiye;

‘Min pirsî; riya te bi xêr?
Got; diçim Xoybûnê
Ji bo ku bibim ‘XWE’!

Gelek helbestên xwe di 2009’an de risandiye, ez ê li hêviya helbestên wê yên nû bim. Esas pirtûkek ku min nekişîne hundirê xwe û bandorê li ser min neke, nikarim li serê binivîsim. Ev nivîsa ku niha min nivîsandiye belkî xwesteka min a ku bi helbestkar re rûbirû niqaşkirina li ser dîwana wê ye, dibe ku gelek bersivên wê hebin ji bo van tiştên ku min yekalî nivîsandiye. Bila hevala me li min bibore.

Şaşitiyên redaksiyonê

Divê mirov vê bibêje; di kitêb de gelek şaşitiyên redaksiyonê hene. Biqasî em dizanin piranî metnên nivîskar û helbestkarên hepsî destnivîs in, û divê serê pêşî tîpguhêztina wan bên kirin. Asayî ye di vê pêvajoyê de şaşitiyên bêhemd çêbin lê bi ya min divê edîtor hinekî din baldar bin, bi baldariya xwe dikarin hin şaşitiyan mînîmalîze bikin.

Mizgîn RONAK, Dilavî ( Li ber devê birînê),
Weşanên Ar, 2004

*Peyvên di nav kevaneyê de min nivîsîne

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.