Nûçeyeke dizgarê û kolonyalîzma postkolonyalîzmê

Haberleri —

Dizgar, ango ew zirneya bi meşkekê tê pifdan a ku her kes wê bi welatê Skoçan bi bîr tîne. Gava ku ew nûçeya welatê din ê mezin ê dizgaran Pakistan belav bû di ajansên navneteweyî de, min bawer kir li Pakistanê jî şêwazekî dizgarê yê taybet heye ku kokeke wê ya ji rêûresmê hebe. Lê gava min berê xwe da nûçeyê û bi hûrgiliyên meseleyê daketim, ya min dîtî, resmekî bi temamî guhertî bû. Nexêr, rêûresmeke Pakistanê ya xweser a lêdan û çêkirina dizgarê nîne.

Ê de baş e, nûçe çima behsa "duyemîn welatê mezin ê dizgarê" dike? Bawerkirina meseleyê zehmet jî be, em heta bi serdema kolonyalîzma temamê Hindistanê bi destê Ingilistanê ve diçin. Ne ku gelek Skoçî li Hindistan û Pakistanê bi cih bûne û çanda xwe bi xwe re birine. Jixwe, wisa bûya, ew qasî ez ê neketa ber bayê wê û min ê waweylêyeke bi vî rengî nekira. Waweylê û sed waweylê.

Na di nûçeyê de sala iseh a hatina vê înstrumanê ya Pakistanê nîne. Min diviya lêkolîneke piçûk bikim da ku zanibim sala 1920´an bazirgan û karsazên Skoçî yên bi kolonyalîzma Brîtanî re karîn biçin bajarê Sialkotê, li vir çend atolye û fabrîkayên piçûk ji bo vê zirneya meşkê, ji bo vê dizgara Skoçî çêkirine. Îro li heman bajarî salê 10 hezar dizgar tên çêkirin û li seranserê dinyayê tên firotin, helbet weke dizgarên Skoçî. Yek xisleta wan a Pakistanî heye, li Sialkotê bi keda erzan a tê mêhtin a karkerên Pakistanî bi erzanî tên çêkirin û li yekê ji wan atolyeyan jî Mihemed wan diceribîne û kalîteya wan diyar dike. Ha vî Mihemedî di nûçeyeke CNN International a 2011´an de wê qederê nîv deqîqeyekê li dizgareke Skoçî bidaya û paşê li ser pirsa rojnamevanî bigota, "Erê ev dizgareke baş e".

Ew dizgareke baş e, lê Pakistan eşkere ne mala duyê ya wê dizgarê ye. Ew mala bêhtirî 10 atolye û kargehên çêkirina wan e ku salê qederê 10 hezar dizgarên Skoçî çêdikin û difiroşin dinyayê. Gelek tiştên çermî li Sialkotê tên çêkirin; ji gokên futbola Emerîkî yên orîjînal heta bi gokên basketa wê yên orîjînal. Yên ku îro li Emerîkayê peyde dibin jî, bi pirranî li Sialkotê hatine çêkirin.

Ango nûçe bi zanîn yan jî ne bi zanîn, Pakistanê dike welatê duyê yê dizgara Skoçî, heger bi agahiyên din jî daketa, belkî ew bikira welatê duyê yê gokên futbola Emerîkî jî. Ne ku hilberîn û ticaretê mirov li vir piçûk yan jî mezin bibîne. Li vir eşkere em rûbirûyî awayekî nûçegihandinê ne ku bi zanîn bala mirovan ji ser tiştên esasî dide alî û dike ku mirov bi tiştên talî bilebike. Taktîkeke serketî ya awiqandina behreya têgihiştina insanî ye ev.

Heger em serê xwe bi meseleyê neêşînin, nûçeyeke ne giran, a ku di kategoriya "soft" de ye li hemberî me heye. Umer Farook ê ku bapîr û bavê wî dizgar çêdikirin, hîna dizgaran çêdike li Sialkotê. Agahiyên xwe dispêrin akademisyenekî Skoçî jî xweş in, dema ku mirov kolonyalîzmê romantîze bike; "Eskerên Brîtanî çûn ku, wan dizgarjenên Skoçî bi xwe re birin". Rast e, wan dizgarjenên eskerî bi xwe re birin, eskerên xwe yên ji koloniyan jî qismî fêrî lêdana wan kirin. Lê çêkirina wan bi temamî encama pratîkeke mêhtingeriya kolonyal bû, ku di nûçeyê de behsa wê nayê kirin. Bi ser halan de sedema hilberîna bêhtir a li Sialkotê, bi erzanî xebitandina karkeran, bi erzanî birrîna daran û bikaranîna wan û bi erzanî peydekirina çerm e. Yanî sîstemeke pirralî ya mêhtinger çêkirina vê înstrumanê li Sialkotê kiriye rêûresmek û mêzînên global ên dewamkirina postmodern û "postkolonyal" a vê hilberîna di dema kolonyal de jî xwe li heft avan jî bide wê nikaribe xwe helal û paqij bike ji vî gunehî.

Ha gelo hosteyên çêkirina dizgaran li Skoçyayê mişteriyan peyde nakin? Peyde dikin û gotara wan jî ji bo vê yekê hazir e, "dizgarên erzan ên ji Pakistanê" (390 dolar) ji bo yên dest pê dikin baş e, "ew ê jî paşê bi lez yên Skoçyayî" (bêhtirî 1000 dolarî) bikirin, heger bixwazin dewam bikin.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.