Peyam bi wêje digihîje armancê


Li Kanadayê Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ê bi navê Madeh Pîryonîsî berhemên edebî werdigerîne Kurdî. Ew dibêje, ew vê ji ber girîngîpêdayîna bi zimanê xwe yî dayikê dike.
Madeh Piryonîsî hîna dema pirr ciwan e û li Rojhilatê Kurdistanê dima, hey û evîna ji bo wêjeyê pê re peyde dibe. Ew li ser hezkirina ji bo wêjeyê dibêje "Ez nizanim gelo wê mubalexe be ku ez bibêjim, li wir her kes wekî şairekê/î ji dayik dibe". Ew van gotinên xwe li kafeteryayeke li zanîngeha Toronto dike ku ew bi xwe jî lê xwendekarekî doktorayê ye di beşa mehendisiya avahîsaziyê de.
Piryanisî bi bîr dixe ku xwendina pirtûkên Kurdî di dema ew li Rojhilatê Kurdistanê bû ne asayî bû û dema cara yekem wî berhemeke wêjeyî bi Kurdî xwendiye ji xwe re gotiye; "Weh, ev jî xweş wêje ye, lê guhertê ye".
Madeh Pîryonesî yî ji Mêrîwanê evîna xwe ya ji wêjeyê re parve dike bi ked û karê xwe yê wergera wêjeya klasîk a cîhanê ber bi zimanî Kurdî (Soranî).
Pirtûka yekem ya ku Pîryonisî wergerandî ya bi navê Stranên Kabir bû, dîwaneke sûfiyekî Hindistanî ê sedsala 15´an.
Hîna nû, helbestên şairê Emerîkî Emily Dickinson wergerandin Kurdî. Pîryonesî dibêje, ew hîvîdar e ku bi karê xwe ew berhemên wêjeyî yên navdar bigihîne ber destê Kurdîaxêvan û di heman demê de di warê parastin û bipêşvebirina zimanê Kurdî de bibe xwedî ked û karekî.
Erka nivîsandina bi Kurdî
Ji bo vê hestiyariya xwe Pîryonesî îşaret bi helwêsta nivîskarên Kurdî di dirêjahiya dîrokê de dike û dibêje, "Di dîrokê de nivîskarên Kurd ji bo xwe erkek dizanîn ku bi Kurdî binivîsin, lewma Kurdî bedew e, zimanek e û hêja ye ku bijî. Bi hizra min, ez jî hîna wekî wan dikim da ku wekî wan zimanê Kurdî biparêzim".
Bazara belavkirina wêjeya Kurdî
Herçî Pîryonesî ye lê mikur tê ku belavkirina wergerên wî yên ber bi Kurdî ve zehmet bûye; wekî mînak jî dibêje, wergera Farsî ya helbestên Emily Dickenson heta weşan û çapê 3 mehan dewam kiriye, herçî wergera Kurdî ye bêhtirî salekê. Li gorî wî yek ji sedeman di warê cografî de parçebûna civaka Kurdîaxêv e, tevî hebûna gelek şêwezarên ji hev cihê.
Ziman wêjeyî ne, peyam jî divê wêjeyî bin
Dîsa jî Madeh Pîryonesî dibêje, ew girîng dibîne berhemên wêjeyî wergerîne ku mijarên girîng di nava civaka Kurdî de bidin minaqeşekirin û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Peyama ku Kabîr dide peyama lihevnegirtin û xweşbîniyê ye, û bi ya min ev peyam ji bo civaka Kurd gelekî girîng e, lewma dîn, mezheb û şêwezarên Kurdan ên ji hev cihê hene. Civaka Kurd û civakên Rojhilata Navîn, zimanên wan hemû bêhtir bi rîtm û newayeke helbestwarî xwe îfade dikin, zimanên edebiyatê ne. Dema hûn bi zimanê wêjeyê bi wan re bipeyivin, muhtemel e ku ew li peyamê serwext bibin.”
Werger wekî amûreke bipêşxistina fikra mucered

Zimanzan Profesor Cafer Şêxulislamî jî li ser babeta wergerê bi bîr dixe û dibêje, karê wergerê dikare zimanekî gelekî dewlemend bike, "wî modern bike û bike ku ji heqî meseleyên modern derkeve“.
Şêxulislamî dibêje, yekem berhema ji zimanên welatên rojava hatî wergerandinî Kurdî, Incîl e ku misyonerên li Kurdistanê ev kar kirine. Paşê di destpêka sedsala 20´an de wergera pirralî dest pê kiriye û di nava wan de berhemên wêjeyî jî hene. Nexasim bi damezrandina Herêma Başûrê Kurdistanê re li vir gelek karê wergerê hat kirin û pirtûkên wergerê hatin weşandin û li bakurê Kurdistanê jî bi têkoşîna tevgera ziman re bi giştî bi hezaran berhemên wergerê hatin weşandin.
Şêxulislamî bi bîr dixe ku îro ji berhemên William Shakespeare û William Faulkner ên klasîk heta bi bestsellerên New York Timesê gelek pirtûk tên wergerandinî Kurdî lê belê ev yek diqewime bêyî ku sazûmaniyek, yan jî birêkûpêkkirineke fermî hebe.
NAVENDA NÛÇEYAN
