Rêxistineke çand û perwerdeyê: Gehandinî
- Di dawiya sala 1912’an û destpêka sala 1913’an de li Xoyê rêxistina “Gehandinî” ava kir û di bin banê vê rêxistinê de dibistaneke Kurdî vekir. Bedirxan pêşengiya vê rêxistinê dikir û dewlemendên Kurd jî di hêla aborî de piştgiriya vê rêxistinê dikirin.
ARDÎN DÎREN
Beriya em behsa rêxistina “Gehandinî” bikin divê em hinek behsa jiyan û serpêhatiyên Ebdulrezak Bedirxan bikin. Ji lewma çûyina Ebdulrezak Bedirxan ya Rojhilatê Kurdistanê û damezirandina rêxistina “Gehandinî” ancax bi vî awayî were fêhmkirin. Ebdulrezak Bedirxan yek ji pêşengê ronakbûna Kurdan e û li gor wê demê miravekî jêhatî û serwext bûye. Li ser jiyan û xebatên wî lêkolin hatine kirin û çend pirtûk jî hatine nivisandin lê rêxistina bi navê “Gehandinî” mixabin zêde nehatiye bihîstin (Qet nebe ez di vê fikrê de me). Ji ber wê min xwest bi nivîseke kurt be jî behsa vê rêxistinê û armancên wê yên ji bo Kurdan bikim.
Ebdulrezak Bedirxan di sala 1864’an de li Stenbolê tê dinyayê. Kurê Necîb Paşa û neviyê neviyê Mîr Bedirxan e. Di ciwaniya xwe de çûye Ewrûpa xwendiye û gelek zimanan hîn bûye. Nexisim jî hînbûna Fransî kiriye ku ew li ser wêje û nivîskar û fikrên rewşenbîrên Fransî hûr bibe û ev yek bergehek fireh pê re çêkiriye. Lê ji hêla walatperwerî û Kurdayetiyê ve kesê ku ew perwerde kiriye Hecî Qadirê Koyî ye. Bi saya wî hêz û hizreke netewî lê peyda bûye. Serpêhatiyên bi serê malbata wî û Kurdan de hatine jî baş xwendiye û jê dersên baş derxistiye. Piştî li Ewrûpa perwerdeya xwe bi dawî dike vedigere Stenbolê. Ji Stenbolê jî diçe Rûsya û di balyozxaneya Tirkiyeyê de dest bi kar dike. Piştî wî li balyozxaneya Îranê jî dixebite. Lê ji ber xebatên xwe yên Kurdewarî tim di bin çavan de bûye û îstîxbarata Padîşahên Osmanî tim li pey bûye. Ebdulrezak Bedirxan di sala 1894’an de direve bajarê Sivastopol û ji wir jî derbasî Tiflîsê dibe. Lê padîşahê Osmanî Evdilhemîd bi awayekî dîsa wî tîne Tirkiyeyê û li wir di serayê de peywîrdar dike.
Di sala 1906’an de Ridvan Paşa ê ku wê demê şaredarê Uskudarê ye tê kuştin. Piştî kuştina wî fermana gelek Kurdên ku li Stenbolê dijîn derdikeve û belesebep gelek Kurdên ku di saziyên dewletê de peywîrdarin bi vê kuştinê tên tawanbar kirin. Ebdulrezak Bedirxan jî yek ji van kesan e. Bedirxan vê rewşê di jînenîgariya xwe de wiha rave dike, “Bi qasî 3 hezar Kurd ku gelek ji wan Bedirxanî û xizmên wan bûn hatin girtin. Hêdî hêdî, gelek xwarzîk û biraziyên min yên li bajarên Tirkiyeyê yên cuda diman hatin girtin. Yên negirtin jî wan şandin sirgûniyê. Min jî desteser kirin û tevî qeyd û zincîran avêtin zindanê.” Ebdulrezak Bedirxan paşê sirgûnê Libyayê ango Trîpolî dikin. Di sala 1910’an de efû derdikeve û Ebdulrezak Bedirxan bi vî awayî serbest tê berdan.
Ebdulrezak Bedirxan li Stenbolê bi serokê balyozxaneya Rûsyayê Çarikov re têkiliyên xwe çêdike û dixwaze Rûsa wî weke penaberekî polîtîk qebûl bikin. Piştî gelek hewldanan Ebdulrezak Bedirxan dîsa diçe Tiflîsê û demek li wir dimîne. Rûsya wî qebûl nake lê rê dide ku ew biçe li Xoyê bi cî bibe û jiyana xwe li wir dewam bike. Bedirxan li Xoyê Simkoyê Şikak nas dike û dixwaze bi riya rêxistina “Gehandinî” dibistanan veke û li wir çand û perwerdeya Kurdî saz bike.
Li Xoyê ava kir
Ebdulrezak Bedirxan beriya Şerê Cîhanê yê Yekem li Xoyê bi piştgiriya Simkoyê Şikak û konsolê Rûsya yê Xoyê Çirkov xebatên çand û perwerdeyî bi rêve bir. Ji bo siberojê dixwest xwendekarên Kurd bi çand û zimanê Kurdî bigihine ango perwerde bike. Dixwest Kurd jî weke miletên din perwerde bibin û di vî warî de pêş bikevin. Di dawiya sala 1912’an û destpêka sala 1913’an de li Xoyê rêxistina “Gehandinî” ava kir û di bin banê vê rêxistinê de dibistaneke Kurdî vekir. Bedirxan pêşengiya vê rêxistinê dikir û dewlemendên Kurd jî di hêla aborî de piştgiriya vê rêxistinê dikirin. Rêxistinê dixwest bi riya vê dibistana ku ew ê vekin, rojname û kovareke bi Kurdî derbixe, alfabeya Kurdî hazir bike û ji bo ciwanên Kurd bigihîne seyahetan organîze bike û wan bibe Rûsyayê. Wekî di din ji bo siberojê jî dê atolyeyan vekira û hilebrînerî pêk bihata li van dibistanan. Rêxistinê ev armanc dabû pêşiya xwe û ji bo van armancên xwe pêk bîne bi balyozxaneya Rûsan re di nav têkiliyê de bû û dixwest ew statûyeke fermî bidin vê dibistanê da ku karibin bi rehetî kar û barên xwe bi rêve bibin.
Ji bo ev dibistan neyê vekirin û têkiliya Kurd û Rûsan xera bibe hêzên girêdayî dewleta Tirkiye û Îranê propagandeyek ne baş dikirin û digotin ku Simkoyê Şikak bi darê zorê ji xelkê pereyan kom dike. Lê Çirkov ji Tehran, Tiflîs û Petersburgê re name û telgirafan dişîne û dibêje rayedarên Îranê naxwazin ku Kurd pêş bikevin. Vê nêzîkatiya wan weke dijminatiyê bi nav dikir û nahêle ev kes li hember vê dibistanê bibin asteng. Li gel hemû astengiyan dibistan vedibe. Dibistan dibistaneke modern bû. Odeya mamosteyan û polên ku ji bo 30 şagirtî hatibûn çêkirin hebû. Her wiha dîspanserî jî hebû di nav dibistanê de û hemşîreyek jî hatibû peywîrdarkirin.
Dibistan, bi beşdariya generalê herêmê yê Rûsî Veselovsky, karmend û pêşengên civakê bi merasîmekê, di 22’ê Cotmehê de vedibe. Çirkov roja vekirina dibistanê wiha tîne ziman; “Di 21’ê Cotmehê de Simko ji Çiyarik, Somay, Biradost û ji Hoydarê 29 zarokên Kurd anî Xoyê. Ev şagirt eynî weke dibistanên Ewrûpî bi cilên dibistanê û li pey hev rêz bûbûn. Şagirt di nav bajêr de li gel artêşa piçûk ya Simko ku ji 40 siwariyan pêk dihat bi serbilindî meşiyan ber bi dibistana xwe ve. Qerabalixa li kolanê ya ku ji Îraniyan pêk dihat û Kurdan weke ‘kûviyên çiyê’ didîtin li ber vê meşê rêz digirtin û rê vedikirin ji xwendekar û siwarên Simko re.”
Di navbera Ebdulrezak Bedirxan û Simko de niqaş derdikevin
Piştî dibistan vedibe di nav Kurdan de gelek deng vedide. Tenê ne Kurd her wiha heya Stenbolê jî ev xeber diçe. Rojnameyên Tirk û Ermen behsa vê yekê dikin. Ji bo tesîra Rûsan li ser Kurdan zêde çênebe û têkiliyên di navbera wan de xera bibin Jon Tirk dîsa derdikevin holê dibêjin ji bo perwerdeya Kurdan me pereyan veqetandiye û em ê li hin herêman dibistanan vekin. Lê armanca wan ji vê yekê ne perwerdekirina Kurdan bû berovajî vê yekê wan dixwest li hember vê pêşketinê bibin asteng û nehêlin Kurd bi deweletên din re têkiliyên xurt ava bikin.
Lê beriya ew bibin asteng, rêxistina “Gehandinî” bi xwe di nav xwe de pirsgirêkan dijî û niqaş derdikevin. Li gor agahiyên Celîlê Celîl di pirtûka xwe ya “Ronakbûna Kurdan” de tîne ziman di navbera Ebdulrezak Bedirxan û Simko de niqaş derdikevin. Bedirxan dixwaze piştgirî û aboriya ji bo dibistanê hatiye komkirin ji rêxistinên çekdar yên Kurdan re bişîne û alîkariyê bide wan. Simko jî li hember vê yekê derdikeve û dibêje ev nêzîkatiya te bê mane ye û armanca te pêk nayê. Lê Bedirxan lê guhdar nake û bi ya xwe dike û pereyên ku hatine dişîne ji hêzên Kurd re. Nexasim ji yên dixwazin li hember Jon Tirkan têbikoşin û şer bikin.
Bi vî awayî otorîteya rêxistina “Gehandinî” hildiweşe û dibistana hatiye vekirin nikare xebatên xwe yên çandî û perwerdehiyê bidomîne. Gelek xebat û xeyal nîvco dimînin. Ji xwe piştî Şerê Cîhanê yê Yekem destpê dike rêxistina Gehandinî jî belav dibe. Her çend armanc neçûbe serî jî avakirina dibistaneke bi vî rengî roleke dirokî lîstiye û hewldana Kurdan ya ji bo perwerdeyê baş radixe ber çavan. Perwerdekarê Sovyetî O.L Vilçevckiy jî rêxistinê wiha dinirxine; “Rêxistina Gehandinî ji bo çanda û perwerdeya modern ya Kurdan roleke girîng lîstiye. Siyasetmedar, civak û saziyên Kurd li vê rêxistinê xwedî derketine.”
Rêxistina “Gehandinî” yek ji karê Ebdulrezak Bedirxan û Simkoyê Şikak yê herî baş e. Ev hewldana wan baş radixe ber çavan ku ji bo çand û perwerdeya gelê Kurd pêşengî kirine û xebitîne. Her wiha wan bi van xebatên xwe dijminatiya dewleta Tirkiye û Îranê ya li hember Kurdan jî derxistiye holê. Ji xwe ev dijminatî (Jon Tirk) dike ku Ebdulrezak Bedirxan di sala 1918’an de were girtin û paşê jî were darvekirin. Dewleta Îranê jî di sala 1930’yî de Simkoyê Şikak tevî kurê wî Husrew vedixwîne Îranê û paşê jî wan dikuje.
Çavkanî;
Celîlê Celîl-Kürt Aydınlanması-Weşanên Avesta-2001
Faili Meçhul Kurbanı Bir Bedirhan-Malpera Bernamegeh