Rojhilat çîrokên xwe berhev dike

Haberleri —

 “Qonaxa yekê ya projeya me, berhevkirina çîrokan e, qonaxa duyem sinifandin û tehlîl e. Qonaxake din jî heye ji bo projeyê, lê belê hîna me ew weke planeke vê qonaxê bi gewde nekiriye; ew jî ew e ku encaman wergerînin Ingilîzî yan jî zimanekî din.” LUQMAN GULDIVÊ Ji birêveberên The International Institute for the Study of Kurdish Societies (Înstîtuya Navneteweyî ya Lêkolîna Civakên Kurdî) Dr. Behrooz Chaman Ara li ser projeya berhevkirina çîrokên Kurdî li rojhilatê Kurdistanê ku di bin banê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê li Sine bi rê ve diçe, bi me re peyivî. Dr. Chaman Ara îşaret bi girîngiya berhevkirina çîrokên herêman kir ku di çarçoveya projeyê de li devera Merîwanê bi tenê bêhtirî 800 çîrokî hatine berhevkirin û got, wekî din karê tehlîl û sinifandina wan jî gelekî girîng e. Dr. Chaman Ara îşaret bi qonaxa dawî ya projeyê kir ku hîna plansaziya wê nehatiye kirin, û got wergerandina encamên projeyê “ber bi zimanên cihanîtir gelekî girîng e”. Fikra berhevkirina çîrokên Rojhilatê Kurdistanê çawa peyde bû, qonax û naveroka projeyê çi ye? Ev e çend sal in ku li Zanîngeha Kurdistanê li Sine, beşa yan jî Înstîtuya Kurdistannasî pirr hewl dide bi rêya projeyan çîrok, mesele û şiirên Kurdistanê kom bike. Heta niha mezintirîn beşa hatiye berhevkirin bi destê Înstîtuya Kurdistannasî, weke qonaxa yekem a projeyê ye bi navê Çîrokekanî Merîwan (Çîrokên Merîwan) hatiye berhevkirin. Ev çîrokên hanê ku di qederê 2 hezar rûpelî de hatine nivîsîn. Hejmara wan jî teqrîben 800 ta 1000 in ku hemû jî devkî hatine tomarkirin. Ango awayê gotinê devkî ye û bi vî rengî jî beşek ji zargotinê ye. Niha jî qonaxa din dest pê kiriye bi navê Bangleylax, yanî hozeyî Dehgulan ango bajarên Dehgulan û Leylax. Li dewrûberî bajarê Sine, ber bi jêr ve ber bi Kamyaran ve ku nêzîkî parêzgeha Kirmanşan e, vê qonaxa projeyê dest pê kiriye. Herçî qonaxa yekem a projeyê bû, birêz Dr. Necmedîn Cebarî tevî Hêriş Şêrzad bi rê ve birin ku her du jî li Înstîtuya Kurdistannasiyê ya Zanîngeha Kurdistanê kar dikin. Wan qonaxa xwe bi dawî kiriye û niha qonaxa din dest pê kiriye. Ya rastî projeya me sinifandinek e ku em ji bo encamên qonaxa yekem dikin. Her qonaxa bi dawî dibe, di vê projeyê de em pê dadikevin ku li gorî modelên sinifandinê bi rêya modelên sinifandinê yên weke Aarne-Thompson (ATU) û Propp bi ser bixin. Bi vî rengî karibin çîrokên Rojhilatê Kurdistanê bi rêya sinifandinê li gel hevtayên xwe yên di wêjeya cihanê de nîşan bidin. Û nîşan bidin ka rewşa wêjeya Kurd çi ye. Kî beşdariyê dike di vê projeyê de? Wekî din, gelo hevkariyeke navneteweyî heye yan na? Herçî qonaxa yekem a kar e, Dr. Necmedîn ebarî tevî Hêriş Şêrzad bi rê ve bir. Ev ji bo berhevkirinê ye. Lê belê, ji bo tehlîl û sinifandinê bi rêveberiya min, tevî hevkarekî din, Mihemed Sîne Emanî ku xwendekarî doktorayê ye li bajarê Elmanyayê Gottingenê, em mijûl in. Wekî din em hevkariyê dikin ligel Profesor Ulrich Marzolpf ku bi xwe jî li zanîngeha Gottingenê ye û rêveberê projeya bi navê Enzyklopaedie des Maerchens (Ansîklopediya Çîrokê) bû. Heta niha herçî sinifandina, em hersê tenê mijûl in û vî karî bi rê ve dibin. Hêvîdar im di siberojê de proje, beşên din ên Kurdistanê jî bihewîne, yanî li gel Bakur, Başûr û beşên din ên Kurdistanê, em zend û bendên xwe li vî karî vemalin û muhtemel e alîkariya navneteweyî jî li Başûr yan jî Bakurê Kurdistanê jî di vê projeyê de bibînin. Gelo dewreke projeya Ansîklopediya Çîrokan a li Gottingenê heye di projeyê de? Projeya Ansîklopedia Çîrokan, weke proje, hevkariya me nake. Bes xwediyê wê projeyê Profesor Ulrich Marzolph bi me re kar dike. Ev proje li Gottingen bi dawî bûye. Lê em bi Profesor Marzolph re weke kesekî pisporê mijarê kar dikin û hewl didin ji tecrûbeya wê sûdê wergirin. Gelo encamên vê projeyê wê çawa li cihana lêkolîneran û xelkê bê vekirin? Li ser vê yekê yan jî wergera encamên lêkolîn û tevahiya projeyê xebatên we hene? Qonaxa yekê ya projeya me, berhevkirina çîrokan e, qonaxa duyem sinifandin û tehlîl e. Qonaxake din jî heye ji bo projeyê, lê belê hîna me ew weke planeke vê qonaxê bi gewde nekiriye; ew jî ew e ku encaman wergerînin Ingilîzî yan jî zimanekî din. Mixabin, pirraniya wan kesên ku bi wêjeya Kurdî mijûl in li Rojhilatê Kurdistanê, her bi Kurdî dinivîsin; lê belê wê her wiha baş be ku em karibin bi zimanên cîhanîtir jî binivîsin, yan jî wergerînin, bidin wergerandin. Da ku meydana cihanê ya firehtir û zanistên din ên cihanê karibin jê sûdê wergirin. Em bi xwe hewl didin ji bo qonaxa bê, vê jî bi ser bixin. Gele li Rojhilatê Kurdistanê projeyên din hene, yan jî tên plankirin ji bo berhevkirina berhemên zargotina Kurdî? Halê hazir, gelek kes li Kurdistanê, li derveyî Înstîtuya Kurdistannasî projeyên xwe bi rê ve dibin. Beşek ji wan her bi awayê şexsî vî karî din, beşeke din jî bi rêya projeyên zanîngehên din ên weke zanîngeha Tehran, Kirmanşan û Urmiyê vî karî dikin. Yên ku ez nas dikim û karekî baş kirine ew e ku li devera Rewanserê çîrokên Kurdistanê hatine berhevkirin. ev dever nêzîkî Pawe û Ciwanro ye. Ev berhevkirineke gelekî baş e. Qederê 600 rûpelî hatiye nivîsîn. Îrec Muhemedî ev karê hanê biriye serî û ez jî alîkarî pê re dikim ji bo sinifandinê, ez weke çavdêrekî giştî jî alîkar im, di vê projeyê de û hewl didim pêşnivîsekê jê re binivîsim. Ev proje bi xwe li devera Rewanser e, lê niha hevrêyên me mijûl in pê ku li Bane, li deverên Kurdî yên ser bi parêzgeha Azerbaycanê, li dewrûberê Urmiyê û her wiha li Kirmanşan û Îlamê jî berhevkirinê bibin serî. Em li cenabê te jî bipirsin, tu li kû dersê didî û li navenda lêkolînên te çi heye, tu di zanistê de bi çi dadikevî? Ev bûn du sal ku weke Mamosteyê Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de li Sine dersdar im. Yekem car sala 2014´an Beşê Kurdî li wir hat damezrandin û ez jî salekê paşê çûm zanîngehê. Bi her halî li Îranê, min weke yekem mamostayê zanîngehê yê Kurdî dest bi kar kir. Tevî min çend kesên din jî weke mamosteyê zanîngehê yên Kurdî hatin hilbijartin û niha kar dikin. Pirr hez dikim li ser wêjeyê devkî yanî zargotinê mijûl bibim. Û ez hewl didim bi pêkanîna teoriyên nû li meydana wêjeya devkî ji karên berê yên formalîstan heta bi yên Albert Lord û heta bi yên nû, taze taze, di dawiyê de yên Profesor Asmen û maliyên wî daqul dibim. Di heman demê de li ser rêûresma devkî di şêwezarê Goranî de bêhtir kar dikim. Lewma di sedsalên bihurî de wê beşeke girîng ji wêjeya Kurdî pêk dianî û heta îroj jî maye, ez vî karî dikim ku ew di wê bigihin, ka wêjeya Kurdî berê çawa bû, çawa guheriye, çawa beridiye ji sedsalên berê heta bi roja me ya îro. Di sinifan de em behsa wêjeya devkî, rêûresma devkî dikin. Dersên me yên taybet hene li ser rêûresma devkî. Her wiha em xwendekarên xwe aşîna dikin bi jêrcûreyên wêjeya Kurdî, çarçoveya wêjeya Kurd, ji wêjeya kevin, kalasîk û wêjeya ku bi rêya devkîbûnê hatiye û wejeya gelêrî û ya hevçerx hemûyî em dixwînin. Di nava van de şêwezarên Soranî, Kelhûrî, Hewramî û Kurmancî hene. Bi ya min heta bi radeyekê em aşîna dibin bi Lekî, Kelhûrî û Zazakî jî. Em hewl didin her yekî ji wan wekî beşeke mîrata biqîmet a wêje û zimanî Kurdî binirxînin, wan fêrî xwendekarên xwe bikin.
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.