ROJNAMEFIROŞ

Di romanê de lehengên herî sereke, însanekî kûz, bi eslê xwe mirtiv, ango çîngene bû. Ew mirtiv, yanî Qûasîmodo, di pêçektiya xwe de, bi pêçekekî din ya keçik ve hatibû guherandin, û her kes, ew keçikê wek însanekî mirtiv, ew kûzikê jî wek "sipî" û belengaz dihesibandin. Ew keçik, yanî Esmeralda jî keçikeke ewçasî xweşiktirîn û dilkêş bû ku, ji serbazên wê demê bigirin heta rahîbên dêrê (kilîse), dilê hemû resen û desthilatdaran dikşande li ser xwe. Meseleya herî dramatîk jî ew bû ku, Qûasîmodo jî aşiqê Esmeralda bûbû.
Me li jor jî anî ziman, naveroka pirtûkê, dek û dekbaziya ku wê demê li der û dora dêrên Fransî diqewimiyan ew bû, lê êşqê Qûasîmado û trajediya Esmeralda ewqasî mezinbû ku, ev yek derhat pêş û bi sedema kûzbûna Qûasîmado jî navê pirtûkê wek "Kûziya Notre Dame" binav bû, hate nasîn...
Qûasîmodo, di rastiya xwe de însanekî zana û zanyar bû. Pirtûkên ku li pirtûkxaneya dêrê dihatin weşartin, piraniya wan xwendîbû, ji wê wêdetir jî birastî xwedî mêjiyeke ramaniyê bû. Ji ber wê, hûrbûniyek şixulandîbû, bi vê hûrbûniyê ve jî gihaştîbû hin tehlîlên siyasî û civakî, ewana jî dizîkana nivîsandîbû. Û dem hat, êşqa Esmeralda gihaşt asteke dildariyeke civakî, û mêjiya Qûasîmodo ji bo serîrakirina gelê bindest bû amûrek. Ew nivîsên ku bi destê Qûasîmodo ve hatibû nivîsandin jî, di nava civakê de hate belavbûn û hişyariyeke dîrokî pêk anî. Ew belavkirin jî, hin kesên ku ji serdestiya dêrê bêhizûr bûn, taybet bi destê wan kesan ve çêbû. Filîmeke sînemayî ya bi nav "Kûziya Notre Dame" jî hate çêkirin, ew xuyangên belavkirina danezaniya ku bi destê Qûasîmodo ve hatibû nivîsandin, di dîroka sînema ya dinyayê de jî xuyangeke pir balkêş e. Heke derfet hebin, ji bo hemû xwendevanan dibêjim, divê ew filîm were temaşekirin.
***
Belavkirina manîfestoyan tiştek, ji wê wêdetir, belavkirina agahiyên rastiyê, di dîroka însanetiyê de xwedî ciheke taybet e. Çend mînakên vê yekê heye. Ji wan yek jî, belavkirina kovarên FLN, ango Tevgera Rizgariya Cezayîrê ye. Dîsa zanyar û ramangerê tevahî cihanê, Jean-Poul Sartre, ku ew bixwe jî Fransî ye, bi destê xwe ve kovar û belavokên FLN li kolanên Fransayê belav kir.
Mînakek jî di dîroka têkoşîna Kurdistanê de heye û ez bixwe jî di nava vî wêneyê de heme, cih girtime. Di sala 1994'an de ku xaniyên rojnameya me ya Özgür Ülke hate bombekirin, sibehê bi çend nivîskar û hunermendên Tirk ve me rojnameya xwe, li kolanên Enqere û Stenbolê belav kir.
Roj dîsa heman roj e. Doh sibehê, li Enqere, li kolanan, çend rojname, bi destê însanan ve hate belav kirin. Li himbera desthilatdariyê, li himbera zordestî ya wan, "mirovahiya mezin" dîsa li ser pî ye. Ev demana, ji bo ku însan pê însanetiya xwe û hemû civakê bihese, demên dîrokî ye.
Ji ber ku, dîrok, tu car bi destê desthilatdaran nikare were nivîsandin. Ji ber ku dîrok ne dîroka wan e. Dîrok dîroka însaneti ya "çîprût", ango Qûasîmodo, manîfesto û kovarên têkoşeran bixwe ye. Hêza meşa însanetiyê bi van re dimeşe û rê digire...
