Serguzeştiya rojnameya ‘WELAT’

Haberleri —

FARÛK SAKIK


Piştî darbeya 12’ê Îlonê, têkoşîna tevgera azadiya Kurdistan pêşdiket. Di warê ragihandinê de jî hin pêşveketin hebûn. 

Dem bi dem hin kovar û rojname bi zimanê Tirkî derdiketin. Ev rojname û kovar di nav gel de zêde nedihatin xwedin. Bi tenê rewşenbîr û kesên xwendekar eleqe nîşan didan van û ev dixwendin.  Ev yek hetanî sala 1992’an domî.

Bi têkoşîna Kurdan, astengiyên  li pêşiya zimanê Kurdî jî hêdî hêdî radibûn. Di demek wiha de serokkomarê demê Turgut Ozal di daxuyaniyek xwe de behsa serbestiya zimanê Kurdî kir.

Li ser vê yekê rewşenbîr û rojnamevanên Kurd, ji bo rojnameyek Kurdî dest bi xebatan kirin. Li hin kesan digeriyan. Li hin kesên ku di warê rojnemegeriya bi zimanê Kurdî de xwedî tercûbe. 

Gelek  rojnamevan, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd yên ev mizgînî girtin berê xwe dane Stenbolê. Kesên ku li dîasporayê dijiyan jî dixwestin bi nivîsên xwe tevlî nav van xebatan bibin. Piştî van yekan xebatên ji bo rojnameyeke bi zimanê Kurdî dest pê kir.

Di sala 1992’an de êdî ev xebat gihîştibûn encamekê. Her çi astengî û qedexekirin didomîn jî wê êdî rojnameyek bi Kurdî derbiçûya û wisa bû jî. 

21’ê Sibat a 1992’an

Li kolana Nurîonsmaniya Cagaoglû ya Stenbolê coş û heyacanek mezin hebû. Di heman demê de xebatên amadekariya  hejmara yekem a rojnamê jî li vir hatibûn destpêkirin. Sibehê piştî demên dirêj rojnameyek bi Kurdî wê derbiçûya. Her kes ketibû nava lîv û tevgerekê ku ji bo hejmara yekemîn manşetekê bibînin. Û ew roj hat. Piştî amadekariyên dem dirêj, di 22’ê Sibata sala 1992’an de, ji welat dûr, li bajarê Stenbolê, li bayiyan, li kêleka rojnameyên Tirkî bi nave “Welat” rojnameyeke Kurdî, cihê digirt. 

‘Ji bo jiyanek nû’

Wê rojê Welat bi manşeta, ‘Ji bo jiyanek nû’ dest bi weşanê kir. Di nûçeya manşetê de wiha dihat gotin: “Hesret. Hesreta jiyaneke nû ye. Em hesretmayiyên jiyaneke nû ne.”

Di rûpela dawî ya rojnamêde nave van kesan derbas dibû.

Xwedi:  Zübeyir Aydar 

Mudure Dezgahê: Zübeyir Çakır 

Berpirsiyare Gişti:  Abdullah Keskin  

Berpirsiyare Nivisaran:  Mazhar Günbat


Ji her alî piştevanî

Di destpêka rojnamê de di warê teknîkî de hin zehmetî çêdibûn. Ji bo di vî karîde zêde mirovên profesyonel tinebûn. Herkes bi fedekariyek, bi tecrubeyên xwe yên berê tevlî nav xebatan di bû. 

Demek dirêj hin kesan, ji Ewrûpa, ji parçeyên din ên Kurdistanê nîvasandin. Di warê nivîsandinê de gelek astengî hebûn. Lê eşqa rojnameyek Kurdî pêşî li van hemû astengiyan vedikir.

Derketina vê rojnamê ne tenê di nav rewşenbîr û rojnamevanên Kurd de, di heman demê de di nav gelb de jî heyacanek mezin afirandibû. Kesên ku Kurdî nizanibûn bixwînin jî ev rojname distendin.

Di rojnameya Welat de gelek kesan kar dikir. Dîsa di serî de Apê Mûsa, gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd, çi li welat, çi li metropolan û çi jî li Ewrûpayê, piştgiriya rojnameyê dikirin.

Zextê dewleta Tirk û piştevaniya Kurdan

Zextên li ser çapameniya azad a alternatîf jî her diçû dijwartir dibû. Di heman demê de ev salên şer bûn. Rejîma şerê taybet a Tirk di êrîşên li hemberî gelê Kurd de, di destpêkê de degehên weşan û ragihandinê yên çapemeniya azad ji xwe re kirin hedef. Wan dixwest di vî şerî de kiryarên xwe yên derveyî mirovahiyê veşêrin û wan dixwest asîmilasyon dewam bike. Rojnameya Welat jî ji van erîşan para girt. Roj bi roj dozaja zextan a li ser rojnameya Welat zêde dibû.

Di destpêkê de ji bo rojnamê doz hatin vekirin. Rojname berî ku were weşandin dihat komkirin. Di derheqê xebatkarên rojnamê de doz dihatin vekirin. Roj hat li salonên dadgehan jî israra zimanê Kurdî dewam kir. Li dadgehê dema berpirsiyarê Nivisaran Mazhar Gunbat parastina xwe bi zimanê Kurd kir, ev yek demek dirêj di nav civakê de bi baldarî hat nîqaşkirin.

Rojname derdiket, doz dihatin vekirin lê astengiya herî mezin belavkirina rojnamê bû. Şîrketên belavkirinê astengî derdixestin. Di demên wiha de gel li rojnamê xwedî derdiket, bi îmkanên xwe belavdikirin. 

Desthilatdarên demê, dixwestin Rojnameya Welat bi giştî bêdeng bihêlin. Ji bo vê yekê Welat xistine hedefa yekemîn a êrîşan. Di encama van erîşan de bi dehan rojnamevan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Ji van rojnamevanan yek jî nivîskarê rojnameya Welat Mûsa Anter bû.

Dema Musa Anter hat qetilkirin, rojname wê heftê reşkirî derket. Bi tenê cih dan nivîsa Apê Mûsa. Tu kesî wê heftêyê nenivisî. Herkesî di qûncikê xwe de cîh dida fotografê Apê Mûsa.

Gelek hejmarê rojnamê hatin qedexekirin. Doz hatin vekirin. Ceza hatin dayin. Lê bi ti awayî nikaribûn pêşî li biryardariya rojnamevanên Kurd bigirin. 

Piştî hejmara 115’an 

Rojnameya Welat piştî 115 hejmaran ji ber doz û cezayan hate girtîn. Şeş meh valahiyek hebû û ji bo rojnameyek din bêsekin xebat didomîn. Di 20’ê Mijdara 1994’an de rojnameya ‘Welatê Me’ dest weşanê kir. Gelek astengî yên ku li ser rojnameya welat hebûn di pêvajoya ‘Welatê Me’ de jî domîn. Rojnameya ‘Welatê Me’ heya sala 1996’an 46 hejmar derxistin û hate girtîn. 

Piştî ku mîsyona Heftenameya ‘Welatê Me’ bi dawî bû rojnameya Kurdî bi navê ‘Azadiya Welat’ di sala 1996’ê de dest bi weşanê kir. Heta sala 2003’an navenda rojnameyê li Stenbolê bû û di vê salê de navenda rojnameyê hat Amedê. Heta Tebax a 2006’an heftane derket, ji 15’ê Tebax a 2006’an û şûn ve rojane derket.


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.