Şêx Seîdê Pîran nemir e

Haberleri —

Beriya bi 93 salan piştî serhildana Şêx Seîd û hevalên wî weke doh dewleta Tirk ew îdam kirin. Ji wê rojê ve rayedarên Tirkiyeyê ji bo serhildan û rêberên wê werin ji bîr kirin tişta nekirî nema. Lê dengbêjan her li ser wan strand, keç û xortan rêç şopand ku serê Kurd her bilind ma.

MEHMET ŞAH ORUÇ / MA / AMED

Di sala 1925’an de weke doh şêxê neqşîbendî, pêşawa û rêberê Kurd Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî hatin îdamkirin. Tevger û rêxistinên Kurdan di roja darvekirinê de ew bibîranîn û soza xwedîderketina li rêça Şêx Seîd dubare kirin.

Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ew bi bîr anî û got:“ Îro jî heman hişmendî hewl dide rêberên Kurdan îdam bike. Ger Kurdan li ber xwe nedana, îro jî wê Kurd û rêberên wan îdam bikirana.“

Beriya bi 93 salan weke doh dadgeha Îstîklalê a dewleta Tirk a dagirker ji bo Şêx Saîd û 47 hevalên wî biryara darvekirinê da.  Li Qada Dagkapi ya Amedê di 29’ê Hezîran 1925’an de Şêx Seîd û hevalên wî hatin bi dar vekirin. Dewletê piştî Şêx Seîd bi dar vekir, cenazeyê wî revand, hê jî nediyar e li kû ye.

Li dijî Romê serî hildan

Li hemberî zordestî û dagirkeriya dewleta Tirk di sibata sala 1925’an de Şêx Seîdê Pîran herêma rizgarkirî ya Darahênê weke paytexta demî ya Kurdistanê ragihand, û bi vî awayî şoreşê bi awayekî fermî dest pê kir. Di nava mehekê de serhildêran karîn gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji bin dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin. Piştî dorpêça wan a li ser Amedê bi ser neket di 15’ê Nîsana sala 1925’an de Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî piştî şerekî qehremanane, li ser pira Ebdulrehman Paşa hatin destbiserkirin. Û paşê di 29’ê Hezîrana heman salê de hatin bidarvekirin. Dewletê piştî Şêx Seîd bi dar vekir, cenazeyê wî revand, hê jî nediyar e li kû ye.

Heman polîtîkaya didome 

Neviyê Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat diyar kir ku hişmendiya “Îtîhat-Terakkî” a vê çaxê didome û wiha peyivî: “Hişmendiya berî 93 salan çi be, ya îro jî ew e. Hişmendiya Îttîhat û Terakkî hîna didome. Gelê Kurd bi ruhê berxwedana tevgera Şêx Seîd têkoşîna xwe dimeşînin. Me hîna jî gora bapîrê min û hevalên wî nedîtine. Di felsefeya Komarê de îmha û tinekirin heye. Hîna vê yekê dixwazin.“

Divê tifaqa Kurdan hebe

Firat anî zimên ku jiyan, çand û zimanekî Kurdan ê qedîm heye û got: “Kurd gelekî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Li ser axa xwe ji gelên cuda re malovanî kirine. Lê Kurd tim rastî îmha û  înkarê hatine. Divê tifaqa Kurdan bê avakrin. Pêwîst e Kurd rûnin û di nava xwe de biaxivin. Lazime Kurd bi hêz bibin. Kurdên 4 parçeyan divê bibin yek. Kurd xwediyê van deran in û divê hemû cîhan vê rastiyê qebûl bike.”

Ji bo nirxê Kurdan li ber xwe da

Firat anî zimên ku hemû Kurd cihê gorên wan dizanin û wiha pêde çû: “Lê dewletê cihê goran veşart û bi awayekî fermî ne ragihand. Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî qediyan. Di demên pêş de emê serî li AÎHM’ê bidin. Gor li Qada Dagkapiyê ne û ji bo em gorên xwe bigirin em ê li ber xwe bidin. Ew ji bo nirxê me biparêze, li ber xwe da. Şêx Seîd û hevalên wî ji lewma canê xwe feda kirin.  Em û di zanebûna vê yekê dene.”

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.