Sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be

  • Bi ya min xisleta wê ya herî muhim zimanê wê ye. Ez bi xwe li tişta ne bi Kurdî be, weke ku parçeyek ji sînemaya Kurdî be, nanihêrim. Yanî sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be.

 

ONDER ÇAKAR

Di vê nivîsê de ez ê bi pirranî bi destpêka sînemaya Rojava ya piştî şoreşê dakevim, ji ber ku ez beşek jê bûm. Lê beriya wê bi ya min terîfeke sînemaya Kurdî jî lazim e. Di nava sînemaya Kurdî de yek ji pirsên herî zehmet terîfa sînemaya Kurdî ye. Di warê akademîk de jî wisa ye. Hem ji bo sînemavanên Kurd û hem jî ji bo întelektuelên Kurd bersiva pirsê zehmet e, ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, neteweyeke mêhtingeh in yanî bazareke wan nîne. Sînema, ji wan beşên din ên huner cihê ye, ew di serdema kapîtalîzmê de peyda bûye. Piştî şoreşa pîşesaziyê derkete holê û di heman demê de gelek beşên hunerî jî dihewîne, yên weke fotograf, muzîk, tiyatro û muzîkê. Ji ber ku digihîje girseyên mezin ên xelkê û bi rêya belavkirinê vediguhere metayekê, bazareke wê heye. Di nava para vê bazarê de sînemayên neteweyî li deverên din ên dinyayê bi pêşket. Ha ji ber pêvajoya derengmana netewebûnê ya Kurdan, meseleya ka mirov ji çi re bibêje sînemaya Kurdî jî tevlî hev bû.

Ez çi re dibêjim sînemaya Kurdî?

Weke kesekî gelekî elaqedarî sînemeya Kurdî jî, û ez bi xwe jî hewl didim bibim sînemavanekî Rojava û beşek ji sînemaya Kurdî, bi ya min xisleta wê ya herî muhim zimanê wê ye. Ez bi xwe li tişta ne bi Kurdî be, weke ku parçeyek ji sînemaya Kurdî be, nanihêrim. Yanî sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be. Helbet hoste û pêşengên weke Yilmaz Guney bi qedrê Kurdan dizanî, ev qedirnasiya wî helbet divê mirov ji bîr neke. Lê sînemaya wî çêkirî tevî ku wî motîfên Kurdî bi kar anîn, di filma Rê de ew tabelaya Kurdistanê bi cih kir, bi ya min ne sînemaya Kurdî, divê zimanê wê Kurdî baya.
Xisleta herî muhim ziman e. Ya din jî ew e ku hunermendên wê yên hilberîner, nexasim jî derhênerê wê, lê her wiha senarîst, muzîka wê Kurd bin, qet nebe ji çanda Kurdan bên. Yanî divê wan motîfên Kurdî ne weke çavdêrekî ji derve lê ji hundir bibîne û bide der. Xisleteke sêyem jî sermaye ye. Yanî di filmên herî underground de jî di yên kolektîf de sermayeyek heye. Bi ya min divê ew sermaye jî çavkaniya xwe kurdewar be. Jixwe, têkiliya sînemayê li gorî hunerên din bi pere û sermayeyê re bêhtir e. Ez li gorî van her sê pîvanan ji filmekê re dibêjim filma Kurdî yan jî na.

Yilmaz Guney tesîr kiriye

Gava ez vê dibêjim, helbet ez qebûl dikim ku Yilmaz Guney bi sînemaya xwe ya realîst, bi aktoriya xwe, bi awayê gihandina xelkê ya peyamê, tesîreke mezin li sînemaya Kurdistanê kiriye. Tesîra vî zimanê wî yê sînemayê gelekî li sînemavanên paşê yên Kurd bû. Di vî warî de ew Kurdistanî be jî, me jî film çêkirin û wî tesîreke ewqasî mezin jî li sînemaya Tirkiyeyê jî kir. Ya rastî, sînemaya Tirkiyeyê weke beriya Yilmaz Guney û piştî Yilmaz Guney dibe du beş. Şert û mercan destûr neda ew bi Kurdî sînemayê bike.
Ji ber vê jî ez dibêjim, sînemaya Kurdî gelekî deyndarê têkoşîna Tevgera Azadiyê ye li her çar parçeyên Kurdistanê jî. Îro bikaranîna zimanê Kurdî di sînemayê de bi xêra vê têkoşînê ye. Yan na, ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriya Esed, li Îranê di salên 70 û 80’yî de filmên Kurdî nedikarîn bên kişandin.
Ez li meseleya ziman ji aliyekî din ve jî vegerim. Mesela mirov tenê bi naverokê li filmekê binihêre û bibêje ka ew ji sînemaya Kurdî ye yan na, bi ya min ev neheqiyek e. Tercîha min a siyasî ji xwe li holê ye, lê dîsa jî bi ya min hunermendên Kurd jî dikarin filmeke komediyê, filmeke evînê ya xwe bi meseleyê girift hîç nede, filmeke tirsê û yan jî muzîkalekê çêkin. Em dikarin rexneyê li van bigirin. Filmên pûç ên ji bo pêngaveke pêşî jî dikarin bên çêkirin û tên çêkirin, nexasim jî li Başûr. Ev yek dikare bike ku sînemaya şaş bikin, yan jî filmên xirab çêkin, lê ew filmên Kurdî ne. Kurt û Kurmancî mafê Kurdan jî heye filmên xirab çêkin. Mirov tenê hêvî bike ku Kurd tenê fimên baş, yên estetîk, ên şoreşger çêkin, ne rast e; ya rastî ew e ku di çandên ku filmên wan ên xirab nînin, filmên wan ên baş jî nînin. Mesela sînemaya Emerîkî, ya Fransî, ya Elman ya Îtalî, ya Sovyetê berhemên hunerî ên buhagiran hilberandine, lê li wan deveran gelek mînakên sînemaya xirab hene ku kelevajî ne û zehmet e mirov li wan temaşe bike.
Helbet naverok muhim e, û weke şoreşgerekî qîmetê didimê. Lê mirov rabêje û bibêje, Kurd divê tenê sînemaya şoreşger bikin, ew mêhtingeh in, derdên wan gelek in, ev neheqiyeke ku mirov li wan bike.

Em ji çi re dibêjin sînemaya Rojava?

Îcar, di nava vê sînemayê de em ji çi re Sînemaya Rojava dibêjin. Serpêhatiya sînemaya Rojava diçe wê Şewata Sînemaya Amûdê ya 13’ê Mijdara 1960’î tesîr li her tişta sînemaya Rojava kiriye. Ji bo xelkê Rojava, sînema û komkujî bi hev re tên bîra mirovan. Ji ber wê jî mirov hem ji bo sînemayê û hem jî ji bo civînên din ên hunerî û civakî xwe nadin ber kombûnan, ditirsin. Ev jî tesîreke mêhtingeriya Ereb e. Li welatên piçûk ên dinyayê em binihêrin ên weke Albanya û Ermenistanê. Filmên Hollywoodê dikevin wan jî. Mesele ne bi tenê kara madî ye, ew hêza emperyalîst ji bo ku hegemoyaya xwe ava bike, ji bo ku çanda xwe bixe nav wan miletan jî filmên xwe yên Hollywoodê bi dublajê yan jî jêrnivîsê dabe nîşandan jî, li çar parçeyên Kurdistanê Hollywoodê filmên xwe bi Kurdî nîşan nedan; heta wê ev neceriband jî. Axir miletê Kurd ji sînemayê gelekî bi dûr ket. Hem ne bi zimanê wî bû û hem jî ew tirsa ji komkujiyê heye. Lê belê sînema di heman demê de efsûnî ye jî. Herçî Kurd in hez ji her tişta efsûnî dikin. Ji ber wê jî xwestin bi zimanê xwe di nava wê de hebin. Lê belê bi zimanê xwe di dema dîktatoriya Esed de ev ne mumkin bû. Gelek ciwanên Kurd nexasim li Şam û Helebê sînema xwendin. Lê belê mekanê ku wan karî tê de cih bigirin, sînemaya Sûrî ya Ereb bû. Heta Şoreşa Rojava jî ew di nava vê sînemayê de kameraman, montajvan û filan û bêvan bûn.

Destpêka sînemayê di Şoreşa Rojava de

Piştî Şoreşa Rojava sînemaya bi Kurdî ya Rojava pêkan bû. Ez yek ji wan kesên pêşî me ku ji derve çû Rojava da ku li wir bimîne. Li wir gelek ciwan, heval û refîqên me li Rojava hebûn ên ku bi sînemayê mijûl dibûn, sînema çêdikirin. Qismek ji înternasyonalîstên tevlî nav refên Şoreşa Rojava bûyî jî bi sînemayê mijûl dibûn. Wekî din ji parçeyên din ên Kurdistanê kesên ku guh dan banga rêbertiyê ya seferberiyê û hatî Rojava hebûn. Hinekan ji wan jî sînema dikir. Ji çiyê gerîla hatibûn ji bo parastina Rojava, qismek ji wan jî bi sînemayê mijûl dibû. Bi van hevalan re, li bajarê Dirbesiyê me komunek ava kir. Pêşî me bi komeke ji 12 kesan pêk tê dest bi kar kir û bi rêya komisyonên çandê yên navçeyan xwe gihand ciwanan. Ji wan deveran jî me qederê 20 kesên dixwazin sînemayê bikin, yên ku meraqa wan li ser sînemayê ye li xwe zêde kirin. Hin ji wan dildarên sînemayê bûn, yên din jî berê tiştan kiribûn. Me pêşî dewreyeke perwerdeyê li dar xist. Pê re jî asta me ya zanînê ya derheqê sînemayê de nêzî hev bû. Ji ber ku em di nava şoreşê de bûn gelekî romantîk bûn, gelekî tevlî nava xebatan dibûn. Ji ber wê Komuna Film a Rojava ne tenê bi navê xwe komun e, ew komuneke bi rastî ye. Yanî em bi hev re radibûn, bi hev re radiketin, me bi hevre xwarin çêdikir, bi hev re dixwar, paqijiya xwe me bi hev re dikir. Jiyana me ya taybet jî bi hev re bû. Axir komuneke bê kêmasî ye.

Ji serî heta binî ji bo her tişta sînemayê

Erê, şoreş çêbûbû, lê mêhtingeriya Ereb sînema bi temamî sekinandibû. Diviyabû em ji serî dest pê bikin. Me sê ling tesbît kirin, yek ji van hilberîn –a film, belgefilm û wekî din– yan jî ji bo vê bikin binesaziyê ava bikin. Lingê diduyê perwerde bû. Ev jî ne yek alî ye. Tişta ku Şoreşa Rojava nîşanî min dayî ev e. Mesela gava min senaryo hînî xelkê dikir, wan ciwanên weke zêr ên Rojavayî jî hem di warê sînemayê de û hem jî di warê mirovbûna şexsê min de ez hînî gelek tiştan kirim. Ev lingê duyê lazim bû, ji ber ku sînema wisa ye. Di ser kesên ehlê meseleyê re dimeşe. Yanî binesaziyeke perwerdeyî jê re lazim e. Lingê sisiyê jî nîşandan bû. Yanî sînema ev qederê 150 salan e berhemên hunerî hildiberîne. Me got, xelkê Rojava jî divê bibîne ka sînemaya Sovyetê, ya Fransî, ya Emerîkî çi ye. Ji bo vê jî diviyabû ev filmên klasîk ên sînemayê bi Kurdî jî bên amadekirin, pêwîst bike bi dublajê yan jî bi jêrenivîsan. Axir akademiyeke me ya sînemayê jî hebû ku heta dagirkirina Serêkaniyê her sal xwendekar jî mezûn kirin. Li wir me ne tenê derhêner û nivîskar digihandin, me rêveberên holên sînemayê, berpirsê kitêbxaneya sînemayê jî heta bi xebatkarên wezaretên çandê jî perwerde dikirin. Lewma divê burokrasiyeke sînemayê jî hebe, ji senaryoyê dest pê dike, nivîs û qeydên sînemayê yên di nava xwe de gelek in. Divê fonên serbixwe bên çêkirin û wekî din. Şoreş çêbûye û pêvajoya ji nû ve avakirinê heye. Mirov tiştekî çawa ava bike, ew wisa dewam dike. Ji ber wê me nedixwest şaşiyan bikin, em hestyar bûn. Ji ber wê jî sînemaya Rojava, Komuna Film a Rojava ne bi tiştên hilberandî, lê her wiha bi yên nîşandayî, bi binesaziya avakirî, û bi perwerdeya heta dagirkeriya Tirk dewam kirî xebatên xwe ji sala 2015’an ve didomîne.

Festîvala Filman a Rojava ya Navneteweyî

Zeneke şaş a giştî heye. Dibêjin qey li Rojava holên sînemayê nîn in. Nexêr, hol hene, hem yên zivistanî û hem jî yên havînî ku li wan hin filmên karateyê û filmên Erebî dihatin nîşandan. Wekî din jî li her bajarî rejîma Baesê avahiyên çandê çêkirine, hemû yekreng in û xwedî estetîkeke despotîk in; ew hene. Em van holan ji bo nîşandana filman û şanoyê bikartînin. Ma ne, em her sal Festîvala Filman a Rojava ya Navneteweyî organîze dikin. Me festîvala dawî yanî ya sêyemîn ji ber dagirkeriya dewleta Tirk online kir. Di ya dawî de qederê 140 filman miracaet kirin ji seranserê dinyayê. Helbet me heta niha hema hema her hunermendê xwestî destekê bide Şoreşa Rojava, filma xwe bi miletê Rojava re parve bike, me qebûl kir. Lewma başbûn û xirabbûn têgehên pirr zêde mucered in û nedarîçav in. Em festîvala filman li bajarekî heps nakin. Em bibêjin, gava ku li Serêkaniyê belgefilm hatin nîşandayîn, li Dêrikê filmên zarokan dihatin nîşandayîn. Li Qamişlo em bêjin filmên dirêj tên nîşandayîn li Amûdê kurtefilm.

Da ku zarok ji sînemayê netirsin

Axir mesele ji hebûna holan û wêde ye. Min xwest em destpêkê filman nîşanî zarokan bidin. Ji ber ku Şewata Sînemaya Amûdê trawmayeke welê bû hê jî tesîr dikir. Min bi xwe jî senaryo dixwendin û her ku min nas kir, Şewata Amûdê kete xewna min jî. Me got, em ji klasîkên sînemayê çi nîşanî zarokan bidin? Ji sînemaya dinyayê hunermendê herî şoreşger û herî yekser bi zarokan re karî têkiliyê deyne Charly Chaplin e. Me filma wî ya bi navê The Tip hilbijart. Dublaj jî jê re ne lazim bû. Di navberê de nivîsên li ser kartonê hebûn, me jî ew nivîsên Ingilîzî ji wir rakirin û Kurdî li wir bi cih kir. Ew bi vî rengî bû bi Kurdî. Helbet pirr karekî hêsan bû. Me xwest li her bajarê xwe nîşan bidin. Ji bo nîşandana filmekê çi lazim be, me ew hewl da em wê bikin, me afîş jî dan çapkirin. Me bi şaredariyên xwe re têkilî danîn. Me got, em dixwazin ava fêkî û kekan bidin zarokên xwe, da ku zarok ji sînemayê netirsin. Me ev piştgiriyên hanê jî misoger kirin. Fikra min ew bû ku ev danîşan danîşaneke girseyî be, lê şervanan nexwest. Ez êcêbmayî mam. Lê wan got, "DAIŞ tenê 50 kîlometroyan dûrî me ye û nexasim jî zarokên me dikin hedef." Rastiyeke ewqasî xwerû û darîçav bû ev. Ji ber ku min bîra wê nebir, ez ji xwe aciz bûm. Axir me filmên xwe nîşanî komên 100 ta 150 kesî dan. Û heta beriya dagirkeriyê bi ne gelekî li Qamişloyê li holên havînî nîşandana filman dest pê kiribû.

Ev hemû destketiyên kurdewarî ne

Em di meseleyekê de li xwe mikur bûn. Sînemaya Kurdistanê bi temamî ji bo hebûna xwe deyndarê têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiya Kurd e. Statuya zelûl ya li Başûr û qebûla zimnî ya dewleta Tirk, Iran û Sûrî jî ji ber wê bû ku serê wan bi Têkoşîna Azadiya Kurd re di belayê de bû. Yanî van mêhtingeriyên Ereb, Fars û Tirk statuya Başûr ji ber hebûna PKK’ê zimnî qebûl kir. Ha di wê valahiyê de meydanek ji sînemayê re jî peyda bû. Li Silêmaniyê holên sînemayê yên pirr xweşik hene. Li Dihokê festîvaleke filman a bi milyonan dolarî he ye. Û ev hemû destketiyên kurdewarî ne. Ha ev destketî jî bi saya serê mewziyên Tevgera Azadiyê li Bakur, Rojava û Rojhilat bidestxistî, mumkun bûn. Heger têkoşîn li Bakur, Rojava û li Rojhilat bişike, wê Festîvala Filman a Dihokê nebe. Deyndariya sînemayê ya beramberî Tevgera Azadiyê li Bakur çawa dest pê kir? Pêşî wê kir ku qedexe li ser bikaranîna Kurdî di sînemayê de rabe, di ber vê de bi hezaran mirovî canê xwe da. Piştre çi bû, mesela şaredariya Batmanê Hola Sînemayê ya Yilmaz Guney a pirr bedew vekir. Li van deveran, mesela li Amedê li du deveran kursên sînemayê hatin dayîn. Mesela Yapim 13 a Kazim Oz jî tê de cihê xwe digire hebû. Li Izmîr, Edene, Stenbol û Mêrsînê kursên sînemaya Kurdî hatin dayîn. Filmên çê û yên xirab hatin hilberîn. Piştre jî li Amed, Dêrsim, Wan û Batmanê festîvalên filman hatin organîzekirin. Gelek filmên dirêj, navîn, belgefilm û kurtefilm li wan deveran hatin nîşandayîn. Filmçêker derketin pêşberî temaşekerên xwe. Yanî sînemayê dest pê kir. Sînemaya Kurdî wisa bi gurmîniya li erdê dixist meşiya. Hin film di organîzasyonên întelektuelên Tirkiyeyê de jî performansên baş nîşan dan. Xelatên Porteqala Zêrîn, xelatên Festîvala Filman a Stenbolê hatin wergirtin. Yanî binesaziyeke cidî ya çêkirina sînemayê li Bakur jî heye. Heta li derveyî van avahiyan jî sînemaya ferdî ya ku ji hebûna vê bingehê wêrek bû, film hilberandin. Mesela li Batmanê ez di jûriya festîvalê de bûm. Çil ta pêncî kurtefilmên bi Kurdî hatin, hunermendên wan hildiberînin. Hin ji wan ên weke Lokman Haci Birlîk, şehîd jî bûn. Ev hemû di şahiyên kurtefilman ên li Batmanê de gihîştin.
Aliyekî Ewrûpayê jî heye. Li wir jî gelek derhênerên Kurd peyda dibin. Di festîvalên filmên Kurd ên li London, Hamburg, Berlîn û yên weke wê de film tên nîşandayîn. Mesela hevalê me Mehmet Aksoy, ew jî paşê li Rojava şehîd bû; ew şervanekî mezin ê sînemayê bû. Bi van hewldanan sînemaya Kurd bi rengekî hêviyê biafirîne bi pêş diket. Sînema û azadî bi hev ve girêdayî ne. Lê belê êrişên dewleta Tirk û şer tesîrê li vê pêşketina sînemaya Kurdî dike. Mesela tevahiya saziyên sînemaya Kurdî yên min behsa wan kir, bi destê dagirkeriya qeyûman hatin girtin. Lê nîşana vê êrişkariyê ya herî eşkere şewitandina Sînemaya Yilmaz Guney a li Batmanê bû. Ew şewitandin, hewl dan tolê ji her tiştî hilînin. Pêşî qeyûm salon girt, tu çima digirî? Paşê jî rabûn holeke sînemayê şewitandin. Ev jî dike ku pêşketina sînemaya neteweyî dereng bimîne.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.