Solîn im ez, pitika berşîr


Ez Solîn im, pitika berşîr im. Hevalno, li başûr, li vê axê binêrin; ez im Solîna biçûk, ez im gulberoja dilê we. Ez karxezala diya xwe bûm. Lê neyarê me ewqas dilreş bû ku hatin û wekî gurên di sureta enfalan de ez xwarim… Ez Solîn im, hêmayên xwedavendên çiyayên azad, xemla dilê bavê xwe bûm. Di berbangeke nû ya Kurdistanê de dayika min, ez ramûsam û mîntanê min ê hevreşîm li min kir. Li ber şibaka me çûkên dengxweş, li geliyê hêviyê de baraneke zirav dibariya li ser gulên darên bihîvan û hinaran. Çûkan bi baskên xwe yên şil biharê dikişandin nav germahiya havînê… Dema baran dibariya, ez ê jî wekî simbilên geniman mezin bibûma û wekî rihana ber çeman bejn bilind bûma. Di cîhana min a biçûk de her tişt li gorî dilê min lê dixist û ez jî li gorî wê tirpêniyê dijiyam. Ez zarokeke biçûk bûm ku we pif bikira ez ê bifiriyama; wekî min got ez pitika berşîr û berxika dayika xwe bûm.
‘Kuştina min tê bîra we?’
Solîn im ez, pitika berşîr, berxika ber dilê dayika xwe ya çavreş û şîrîn bûm. Rojek, kujerên gelê me bi balafiran hatin û ev canê min ê biçûk qetqetî kirin. Kuştina min tê bîra we ne? Gunehên min çi bû? Ez ne ji cerdê ne jî ji kuştinan dihatim. Pitikeke li ber şîrê dayika xwe bûm. De ka bêjin vê bêdadiyê dê kî qebûl bike?
Solîn im ez, pitika berşîr im
Diya min jî nikare li ser min bigirî û bi ser min de bilorîne. Ji ber ku ew jî bi min re mir! Ew şîrê wê yê spî di devê min de sor bû, bû xwîn!Haya kesî/ê ji min nîne! Hawar û sed hawar, dilê kê bo min liyan e niha? Ma kê ditiye ku zarokeke wekî min bi balafiran were kuştin? Bêjin ji min re ey Dehaqên demê. Dema ez hatim kuştin rondikên poşmaniyê li ser balgifa we kîjan Dehaqî de herikî? Bes dizanim dema em hatin kuştin, di wê fereca sibê de hemû çûkên welat û Çiyayê Qendîlê giriyan û rondik barandin.
Hevalno, hevalên çiyayên Qendîlê, ka ji Solîna xwe ya biçûk re bêjin, dê kî kela dilê xwe birije û tola min, Ceylanê, Ugur û Enes ji neyar bistîne, da ku careke din neyar zarokên welêt nekuje.
Naxwazim tu kes di pişt min de bêje: “Zarokek hebû, rojên wê yên şeng, şevên wê yên bi stêrkan ronak hebûn.” Bila nebêjin “Ji wê pitikê çengek biranîn ma, yan jî çengeke ax bû para wê.” Lewre zanim ku li welatê me zarok dê dîsa wekî min mezin nebin û bêne kuştin.
Ey stêrkno werin min hembêz bikin
Niha di dergûşên welat de pitikên wekî min dayikên dilkovan dihejînin û lorîkan ji wan re dibêjin. Nizanim çima lê stranên dayika min ên bi kul û keder pir dirêj bûn, lê yên li ser dilşadiyê pir kurt bûn. Jixwe jiyana wê jî bi baskê zeman ve daliqandî bû… Ew dara çinarê bû, ez jî aja wê çinarê bûm; an jî çûkek bûm li ser gulîyên wê. Bes neyarê bêbext ez kuştim. Hem ji hembêza dayika min, hem jî ji asîmanên welatê min ez dûr xistim. Ji bo vê dibêjim: “Ey stêrkno! Werin min hembêz bikin û li pişt ewran veşêrin da ku gurên boz û gurên enfalan min nebînin.”
Çemê Zê û Avaşîn ji bo min bigirîn
Ez Solîn im, pitika berşîr im. Dixwazim dema ku balafirên şer rabin, bila dayikeke Kurd bo min bigirî û bilorîne. Bila bûkeke dildar zêmaran bixwîne; bila dengê wê bi bayê Kurdistanê re bigere.Wê çaxê ez ê dengê wan di nav dengê bafirokan û şer de jî bibihîzim. Dayika min nikare ji bo min bililîne û bilorîne, çimkî ew jî bi min re hate kuştin! An jî bila hevala Delîla Meyaser were ji min re strana “Dayê“ bistrîne… Bila Avaşîn û Çemê Zê ji bo min bigirîn û binalin. Hevalno, ma qey ez pir tişt dixwazim?
Di cîhana xeyalan de hemû kişwer bejî bûn, bi qasê henaseyek ez ê bijiyama. Lê neyarê gelê Kurd nexwest ez bi qasî nefesek be jî bijîm. Me neyartî wisa dibe? Ka bifikirin ma ji vê jiyanê de diviyabû ku tenê ev wêneya min a biçûk bimana?
Mamoste Ferzad dê hînê min bikira
Hevalên Çiyayê Qendîl, hûn zanin dema ez mezin bibûma ez ê ji biçûma dibistanê, dê mamosteyek wekî Ferzad Kemanger min hînê xwendin û nivîsandinê bikira. Ka bêje mamoste Ferzad, ev dilê min ê biçûk ku dilê te bû, dê di singê kê/î de lêxe. Dilê min jî wekî dilê te bû ku neyar bihişta ez mezin bibim, dê ew dilê min jî wekî yê te, dê di rizgarîya welat de lêxista… We ez naskirim ne wisa, ez Solîn im pitika berşîr im, şehîda Çiyayê Qendîl im. Zanim ez ê her di nav dilê gelê xwe de şîn bibim. Ji bo vê dibêjim ey Çiyayê Qendîl û hevalên ser çiyayên azad, dilkovaniyê li xwe nepêçin.
MERWAN ŞÎRO / CÎHAN OZYILDIZ
