‘Tu serê xwe pê neêşînî tiştek hêja jê dernakave’

Haberleri —

Muzîkjenê ciwan Agît Işik dibêje, eger muzîka civatekê bi tenê li ser stranên gelerî û polîtîk pêk bê, ev ‘krîzek’ e. 

Hefta bihurî em bi muzîkjenê ciwan Ozan Irmak re li ser hin kêmasî û pirsgirêkên muzîka Kurdî axivîbûn. Vê heftê jî li ser vê mijarê hunermendê ciwan Agît Işik pirsên me bersivandin. Agît Işik bi albuma “Lorîna sibê” ya ku 2014´an ji Kom mûzîkê derçûbû, derketîbû pêşberî muzîkhezan. Di albuma xwe ya ewil de Işik ji besteyên xwe bêhtir cîh da stranên gelerî û bi deng û şêwaza xwe ew stranên gelerî ji nû ve şîrove kirin. Tenê sê gotin û awaza stranan aidî hevalên wî ne, yên din hemû gelerî ne.

Li gel henûnîbûna stranên wî dengê wî jî henûn e. Ji bo siberoja muzîka Kurdî şêwazê Agît Işik hêviyê bi mirovan re çêdike.

Muzîkjen Agît işik pirsên me bi nivîskî bersivandin.       

        

Hin kesan mijara “mûzîka Kurdî di krîzê de ye” minaqeşe kir? Gelo wekî behsa wê tê kirin, krîzek heye?

Ez bawer dikim ev meselaya ‘krîz’ê ji têgihiştina “heta kengî wê muzîka Kurdî di bin tesîra stranên polîtîk û gelerî de be” derket. Li gel vê, rexneyan tê gotin ku “Çima stranên ferdan nayên çêkirin”. “Çima Kurdên di nav bajaran de ku jiyana bajarî dijîn, dev ji bêrîvanî û mijarên pastoral bernadin” Bi ya min ev pirsên hana ji hin aliyan ve mafdar in, lê ji hin aliyan ve jî di nav wan pirsan de neheqiyek heye.

Rast e, ger muzîka civatekê tenê li ser stranên gelerî û polîtîk pêk bê, ev yek ‘krîzek’ e. Belê bi taybetî ku em li ser stranên gelerî biaxivin, bi ya min eger straneke gelerî ji dil û bi giyan nû bê hûnandin, ev yek pêşketinek e. Helwestek wiha ‘krîz’a di vê mijarê de dikare betal bike. Stranên gelerî ji aliyê guhdarîkirinê ve ji bo muzîkjenan avantajek e. Ji ber ku melodî û gotinên ku ji nava wê derketî be, hêdî zû dihebîne. Belê ku muzîkjen serê xwe bi van melodiyan biêşîne û tiştekî nû ava bike, ev yek bipêşketinek e. Berovajî vê yekê stranên gelerî û polîtîk wek rihetiyekê bibînî; rast e ev yek ‘krîz’ek e. Taliyê mijar û şêwazên te çi dibin bila bibin ku tu serê xwe pê neêşînî tiştek hêja jê dernakave.


Li gorî we pirsgirêkên sereke ên mûzîka Kurdî çi ne?

Pirsgirêkê herî mezin, kêmasiya perwerdehiya akademîk e. Perwerdehiya akademîk jî bi te dide zanîn ku tu dikarî bi vê muzîka xwe çi bikî û derfetên wê çi ne. Ev yek jî wê bi awayekî xwezayî muzîka te bi pêş ve bibe.  


Heta demekê di mûzîka Kurdî de modeya “Koman” berbelav bû, lê êdî em dibînin ku her diçe ev tişt kêm dibe, li gorî we sedemên vê yekê çi ne?

Yek ji sedemên belavbûna koman, bi ya min atmosfera wê demê ye.  Ev dema ku muzîka ‘kom’î dihate tercîhkirin demeke taybet bû û bi rastî ez vê hewldanê ne wek mode û çavpêkirinekê dibînim. Her wiha ez dibêjim ew helwestek bû. Helwest bû lewra netewek bi her awayî hişyar dibû û ji hêla muzîkê ve jî muzîkjenên vê demê mil didan hev ji bo ku vê çanda dewlemend ji nav erd û aliyan hilînin. Ji ber ku karekî kollektîf bû yên ku bi hev re dixebitîn bi awayekî xwezayî navê ‘kom’ li xwe dikirin.  

Sedema din jî zehmetiya berdewamkirin û birêvebirina ‘kom’ê ye. Tu li mînakan dinihêrî ‘kom’ên herî navdar û yên ku di dema xwe de bi ser ketibe jî bi awayekî ji hev qetiyane yan jî ‘kom’  dewam bike jî tu dinihêrî endamên wê tev çûne. Tenê yek ji wan endaman maye (ev endam jî ekserî damezrênerê/a ‘kom’ê ye yan jî yek ji wan e ku dixwaze kevneşopiya rihê ‘kom’ê bide dewamkirin.) Ez bawer dikim ku ji ber van tiştan jî hewldanên bi rengên ‘kom’ê an jî performans û konsera ku bi hejmarê komekê tê dayîn, êdî ne bi navê komekê derdikevin ser dikê. Her wiha di bin navê ‘projeyekê’ de muzîka xwe pêşkeş dike.   
       


Birêxistinbûyîna hunermendên Kurd li welêt çiqasî pêşketî ye?

Bi ya min ne ewqas pêşketî ye. Hunermendên ku kar û xebatên xwe li “Navenda Çandê” dewam dikin, hene, belê sazî û rêxistinên ku em bibêjin bi her awayî li ser parastina mafê hunermandan ava bibin, tinene. 


Têkiliya muzîkjen û edebiyata Kurdî çi ye û peywendiya cenabê te çiqas heye?

A ku ez dibînim,  têkiliyeke xurt dixuye. Bi taybetî bi helbestvanan re; her wiha tu dibînî ku helbestên Cigerxwîn, Feqiyê Teyran, Arjen Arî, Rênas Jiyan û hwd. ji newayên muzîkjenan re bûne çavkanî û rê didin wan û bi ya min ev têkiliya hanê wê roj bi roj xurttir bibe. 

Van demên dawî li ser wêjeya Kurdên Qefqasan wekî Ferikê Ûsiv, Heciyê Cindî, Erebê Şemo hûr bûme belê têkiliya min jî ya bi wêjeyê re nexasim bi helbestê re heye.

Helbsetvanên klasîk û yên nifşên nû bi hev re dişopînim. Her wiha par min di projeyeke bi navê “PEŞK” de cih girt. Ev proje ji helbestên Bro Omerî pêk dihat. Her hunermend jî bi straneke xwe ya ku ji helbesteke wî çêkiribe, tevlî bûbû. Ez jî bi helbesta wî ya “Rojên Tarî” tevlî bûbûm.


Weki mûzîkjenekî Kurd û Kurdî, hûn xwe li gorî mûzîkjenên xelkê çiqasî bi siûd yan jî çiqasî bê siûd dibînin?

Mirovên ku di rewşa awarte de hatibin dinê, bi rastî hem bi siûd in, hem jî bê siûd in. Ji ber ku rewşên awarte di nava xwe de hem hilweşinê hem jî afirîneriyê xweyî dikin. Mixabin nifşê me jî di rewşeke wiha de xwe dît û nas kir. Ji ber wê, tiştên ku em têde ditengizin jî hene, wekî nebûna derfetan û astengiyên ku dertînin pêşiya me. Li hêla din ev rewşa awarte, di nav civatê de hişmendiyekê ava dike û herkes di nava lêkolînê û xebatê de ye. Çanda Kurdî bi taybetî muzîka Kurdî bi van xebatan derfetan jî datîne ber me.    


Di mûzîka Kurdî de, em bibêjin sê navên delalî yên ber dilê xwe bibin!

Nizamettin Ariç, Ciwan Haco, Koma Wetan


Di mûzîka cîhanê de kîjan şêwaz û kî  bala we dikişîne?

Heta ku ji min bê û bidest bixim, li şêwazên ji hev cuda guhdarî dikim. Belê yên ku dev ji guhdarîkirina wan bernadim û hergav bala xwe didim wan jî hene wekî; country, blues, muzîka klasîk û muzîka gelerî yên civatên din. 

Wekî nav jî dikairim behsa Feyrûz, Joan Baez, Bob Dylan, Patti Smith, Beirut bikim.


İBRAHİM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.