Xetên enerjiyê yên di Kurdistanê re dibihurin

  • Petrola Kurdan jî dibe xurtî ji hêzên pirrneteweyî re yên ku li dijî Kurdan şer dikin û hewl didin sîstema înkarê dewam bike. Ev petrol hem sedema mêhtingeriyê û hem jî çavkaniya dewamkirina wê ye. 

EMRULLAH BOZTAŞ

Mekîneyan rengê dinyaya me ji salên 1700´î û vir ve bi lezeke zêde guherand. Heta doh, karê pîşeyî yê destan ji bo hilberînê ji bo mirovan lazim bû. Hilberîna bi lez, lipeyhev û girseyî ya li atolye û fabrîkeyan şûna vê rewşê girt. Tesîra ecêb a otomasyonê awayên hilberînê yên berê hemû tine kirin. Materyala sereke ya vê veguherînê jî komir, petrol û gaza xwezayî bû. 

Dinya me ya îro bi şoreşa pîşesaziyê kete ser vê rêyê. Şoreşa pîşesaziyê weke encama bikaranîna zêde ya hesin û weke çavkaniya enerjiyê jî bikaranîna komirê derket holê. Destpêkê madeya xav a vê guherînê komir bû; lê pêre pêre çavkaniyên hîdrokarbonê zêde bûn. Petrol û gaza xwezayî bûn çavkaniyên sereke yên hilberîn û enerjiyê. Li dinyayê pîşesaziyên pêdiviya wan bi enerjiyê herî zêde heyî yên mezin jî weke Ewrûpa, bakurê Emerîkayê, herêma pasîfîkê ya Asyayê bi dirûv bûn. Van deveran pêşî çavkaniyên xwe yên enerjiyê bi kar anîn. Lê ji ber ku erzantir û berdartir bû wan jî berê xwe da hîdrokarbona li welatên din tên hilberandin. 

Welatên pîşesaziya xwe temamkirî û şirketên pirrneteweyî yên van kontrol dikin, reng didin dinyaya me. Ha li vê dinyayê, dewletên xwediyê rezervên hîdrokarbonan, li herêmên berê yên mêhtingeh in. Roja me ya îro jî çend welatên îstîsnayî yên weke Kurdistanê, mêhtingeh in. 

Xetên lûleyan û girîngiya stratejîk a Kurdistanê 

Di warê rezervên hîdrokarbonan de Kurdistan cihekî gelekî dewlemend e. Petrol (neft) û gaza xwezayî din bin erdê de bi awayekî lîkîd (ron) hene. Wan hem bi tevgerên tektonîk ên tebeqeyên erdê cih guhertiye û hem jî wisa çêbûne. Tebeqeya tektonîk a nîvgirava Ereb ji başûr ve zext li tebeqeya tektonîk a Ewrasyayê kiriye. Di encamê de hem çiyayên Toros û Zagrosê çêbûne û hem jî hidrokarbon. Di heman demê de kiriye ku ev hîdrokarbon ber bi herêmên bi îstîqrartir ên li Başûr ve biherike. 

Kurdistan hem li ser rezervên petrolê ye, hem jî li ser rêya veguhestina van çavkaniyan e. Ji ber wê jî ji bo bazara enerjiyê ya Ewrûpayê gelekî muhim e. Binpêkirinên mafê mirovan ên li Kurdistanê ên ji ber dagirkerî û mêhtingeriyê yekser elaqedarî vê konsepta ewlekariya enerjiyê ne. Cihê stratejîk ê Kurdisatanê ji ber nêzîkbûna wê ya li welatên hilberînerê petrol û gaza xwezayî yên weke Rûsya, Qefqasya, Îran û Rojhilata Navîn, zêdetir dibe. 

Halê hazir ji bo Kurdistanê du rastî li meydanê ne. Ya pêşî li her çar parçeyên Kurdistanê rezervên mezin ên petrolê hene. Ya din jî ew e ku li Kurdistanê ji ber xetên lûleyan ên cihê labîrenteke van xetan heye. Em xetên nisbî piçûk ên lûleyên neft û gazê li derve bihêlin, li ser xeta ji Başûr û Bakur ber bi Ewrûpayê ve, du rêyên sereke hene li Bakurê Kurdistanê. Yek jê xeta ku petrola Hezarê digihîne Ewrûpayê, ya Baku-Tiflîs-Ceyhanê ye; ya din jî xeta petrola Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye, xeta Kerkuk Ceyhanê. Ji bilî van herduyan, xeta lûleyên gaza Îranê ya Tebrîz-Bazidê jî xeteke muhim e. 

Bextreşiya Başûr û rêveberiya xirab

Herêmên herî dewlemend ên Kurdistanê li Başûr in. Ev demeke şerên heyî, kontrola hêzên cihê li ser herêman, û dubarebûna vê jî yekser elaqedarî mafê bikaranîna çavkaniyan e. 

Rezervên herî dewlemend ên Başûr li Kerkûk, Bedra, Şêxan û Silêmaniyê ne. Rezervên petrolê yên Kerkûkê Teq Teq, Xor Mor û Mîran jî dihewînin. Demeke dirêj rêveberiya hikûmeta Herêma Başûr ev çavkanî şixulandin. Ji sala 2013´an ve hilberîna ji van deveran bi xeta lûleyan hat kişandin.

Petrola Kerkûkê di ser du xetan ve digihîje bazara navneteweyî. Xeta sereke ji Bexdayê di Kerkûkê re dibihure di ser Tîkrît û Mûsilê re digihîje Silopiyayê. Ev xeta sereke ya gihandina Derya Spî ya petrolê ye. Ya din jî ew xeta lûleyan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ser Taq Taqê re çêkiriye, di ser rêya Hewlêr 

Şêxan ve gihandiye Silopiyayê. Rezervên petrola Şêxanê, li başûrê devera Garê ne ku îro gelekî behsa wan tê kirin. Li Garê halê hazir bîrên petrolê yên çalak hene. Li dora deşta Hewlêrê jî bîrên petrolê çalak in. Petrola ji van deveran derdikeve yan bi heman xeta lûleyan yan jî bi tankêra dikişînin Silopiyayê. 

Kerkûk jî heta bi felaketa referandûmê ya sala 2017´an di kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Bi operasyona navê referandûmê lê dikin, herêm bi temamî kete kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê. Stûnê statuya federe ya Başûrê Kurdistanê yanî şahdamarê aboriya xweser bi vî rengî kete destê hikûmeta navendî. Sendroma mûçe û budceyê ya ku herêm anî ber nemanê jî bi vê dest pê kir. Petrola Kerkûkê bi tenê têrê dikir ku netewe dewleteke têra xwe mezin xwe îdare bike. Lê ev çavkanî bi gendelî û nelirêtiyên bi salan hat hebakirin. Ev tenê bi kêra dewlemendbûna desthilatdaran hat û ti maye û veberhênana ji bo siberojê nehat kirin. Ev çavkanî di dawiyê de dan dest Iraqê. 

Li Bedra ya li keviya herî başûr a Kurdistanê ku heta nêzî Bexdayê xwe berdide jî, petrol û gaz kumulatîf tên hilberandin. Weke rezerv, tê texmînkirin ku li vir 3 milyar varîl petrola kalîteya baş hebe. Dewleta Iraqê bi xwe helwêsta xwe ya mêhtingeriyê beramberî petrola Kurdan dewam dike. Ji destpêka 2019´an ve petrola li vir hilberandî ji 13,5 milyon varîlî bihurî. Herçî petrola herêmên Neftxana û Qurna ye, di ser xeta lûleyan a Bexda Kerkûkê ve digihîje bazarên navneteweyî. Hikûmeta Iraqê mafê xebitandina petrola vê herêmê daye konsorsiyûmeke navneteweyî. Di nava wê de şirîkên Rûs (Gazprom Neft), Malezya (Petronas), dewleta Tirk (TPAO) û Şirketa Neftê ya Iraqê hene. Para Iraqê ji vê şirîkatiyê tenê ji sedî 25 e. Petrola Kurdan jî dibe xurtî ji hêzên pirrneteweyî re yên ku li dijî Kurdan şer dikin û hewl didin sîstema înkarê dewam bike. Ev petrol hem sedema mêhtingeriyê û hem jî çavkaniya dewamkirina wê ye. 

Rojhilata di destê xizaniyê de

Li vî parçeyê Kurdistanê rewş hinekî cihê ye. Îran ji navendên muhim ên hilberîna petrolê ye û xwediyê qederê ji sedî 10 petrola dinyayê ye. Piştî mueyîde û cezayên DYE´yê û derdorên bi meyilên rojavayî kirin ku firotina wê ya petrolê dakeve heta nêzî sifirê. Ji ber vê jî Îranê ji neçarî berê xwe da Hindistan û Çînê. Li Rojhilatê Kurdistanê deverên petrol li wan tê hilberîn Neft Şar û Loristan in. Neft Şar ji deverên Bedra û Xaneqînê yên Başûrê Kurdistanê bi sînorên çêkirî vediqete. Ji ber wê jî li ser rezervên petrolê ye. Petrola ji vir bi dest dikeve, li Kirmaşanê tê rafînekirin û ji vir jî difiroşin piyaseya hundir û derve.  

Yek ji dewlemediyên din ên Rojhilatê Kurdistanê gaza xwezayî ye. Ev çavkaniya dewlemendiyê tevê gaza din a Îranê di ser xeta lûleya gazê ya Tebrîz-Bazîdî digihîje Bakurê Kurdistanê. Ji wir jî li Erziromê digihîje xeta Baku-Tiflîs-Ceyhanê. Gaza xwezayî ya Îranê ya ku bi vê xetê digihîje Tirkiye û bazarên welatên rojavayî, ji bo aboriyên van welatan heyatî ye. Gaza xwezayî ya di Bazîdê re dikeve Bakurê Kurdistanê, ji vir transît digihîje bajarên Tirkiyeyê. Ev gaz hem ji bo nav malan û hem jî ji bo pîşesaziya Tirk tê bikaranîn. Herçî bajarên Kurdistanê, wan tenê navê vê gazê bihîstiye.  

Rojava têra xwe dike

Herêmên Derik-Hol-Hesekê di warê petrolê de dewlemend in. Li gorî herêmên cîran kêm jî be, li gorî serjimara xwe, ji pêdiviya xwe bêhtir hildiberîne. Di dema rejîmê de petrola ji vir derdiket, bi rêya xeteke lûleyan di ser Reqa û Humsê re digihişt bendera Tartusê. Hîna jî li Rimêlanê rafîneriyeke çalak heye. Ev rafînerî pêdiviya herêmê ya bi sotemenî û berhemên kêlekê yên neftê dabîn dike. Rezervên Rojava tam heta îro nehatine hesabkirin. Lê li gorî texmînan li tevahiya Sûrî rezervên petrolê 2,5 milyar varîl in. Hilberîna petrol û gaza xwezayî ya tevahiya Sûrî ji sedî 80 di destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye. 

Pirsgirêka sereke ya Rêveberiya Xweser li aliyekî ferza Rûsya ya bûna yek ya bi rejîmê yan teslîmbûnê ye, li aliyê din jî êrişên dagirkeriyê yên şirîkatiya Tirk-NATO-Emerîkî ne. Mêhtingeriya li ser çavkaniyên petrolê ji bo her du hêzan jî bi qasî keda destê mirovan muhim e. 

Li Bakur mêhtingeriya bêsînor nabe

Li Bakurê Kurdistanê rezervên petrolê yên tesbîtbûyî û halê hazir çalak li Semsûr, Êlih, Amed, Sêrt, Riha û Merdînê ne. Petrola tê hilbarandin ji bilî rafîneriya Êlihê (Batmanê) vediguhezînin Tirkiyeyê û li wir wê parzûn dikin. Siyaseta mêhtingerkirinê ya dewleta Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê li vir jî eşkere xwe dide der. Benzîn, gazolîn, mazot û berhemên petrolê yên li Kurdistanê tên serfkirin, ji yên li rafîneriya Batmanê tê hilberîn gelekî bêhtir e. Petrola xam dikişînin rafîneriyên Kirikkale, Izmîr û Izmîtê; li wir tê parzûnkirin û berhemên wê ji wan deveran difiroşin Bakurê Kurdistanê. Siyaseta taybet a mêhtingeriyê em dikarin bi daneyên li jêr bibînin. 

Li rafîneriyên Tirkiyeyê salê bêhtirî 28,8 milyon ton petrola xam tên parzûnkirin. Rafîneriya Izmîtê 11 milyon tonî, Rafîneriya Izmîrê 11 milyon tonî, Rafîneriya Kirikkaleyê 5 milyon tonî, û Rafîneriya Batmanê 1,1 milyon ton petrola xam parzûn dike.

Bi vî rengî xêra Petrola Bakurê Kurdistanê li aboriya Kurdistanê di asta herî jêr de ye, mînîmal e. Gelek deverên Bakurê Kurdistanê meydana berxwedana Kurd a eskerî, çandî û siyasî ne. Roja me ya îro bi têkoşîna gerîla ya xurt dibe, rezervên hîdrokarbonê û rêyên veguheztina wan ji sedî sed neketiye bin destê mehtingeriya faşîzma dewleta Tirk.

Hilberîna petrola Bakur rojane qederê 50 hezar varîlî ye. Ev hin fêdeyên qismî bide dewleta Tirk a mêhtinger jî, esas di warê stratejiya eskerî de weke rezerv wê bi hêsanî dev ji Kurdistanê bernede. Mêhtingeriya Tirk girêdayî derve ye di warê enerjiyê de. Ji ber wê jî li rezervên Kurdistanê weke sotemeniya stratejîk a dema şer dinihêre.

Gava ku em li ser nexşeyê baş berê xwe bidinê em ê bibînin ku weke hîlalekê ji Zagrosan, ji Geverê heta bi Entabê têkoşîn zêde ye. Ev xeta derxistina petrolê ye. Ji Silopiyayê heta bi Skenderûn û Yumurtaligê jî rêya xetên lûleyên petrolê ye. Ev jî ji bo dagirkirina Rojava kirin hincet. Dewleta Tirk wekî din bê şert û merc teslîmbûnê li xeta bakurê Serhedê ferz dike. Ji sînorê herî bakur ê Kurdistanê Erdexan, Qers, Erzorom û Erzinganê, xeta lûleyan a Baku-Tiflîs-Ceyhanê derbas dibe. Ev xet di ser sînorê herî rojava yê Kurdistanê Koçgirî-Mereşê re digihîje Derya Spî. Xeta lûleyên gazê ya ji Rojhilatê Kurdistanê ya Tebrîz-Bazîdê jî ji heman xetê gazê vediguhezîne. Fermî ev gaz weke ku ji bo bazara nav Tirkiyeyê xuya bike jî, dişibe sireke li ser gelek guman hene, ka gelo dewleta Tirk vê gazê bi gaza din re dike yek û difiroşe bazara Ewrûpayê yan na.

Li vir meseleya esas divê neyê jibîrkirin, xetên lûleyan û rê û guzergehên wan in. Tevahiya petrola û gaza li Bakurê Kurdistanê tê hilberîn, ber bi nava Tirkiyeyê ve dikişînin. Lê belê dahata herî muhim a mêhtingeriya Tirk ji veguheztina petrol û gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistan-Iraqê, Rojhilatê Kurdistanê-Îranê û Azerbeycan-Hezarê tê. Ev xêr û bêra li mêhtingeriyê dibe hem di warê aborî û hem jî di warê eskerî destketiyên mêhtingeran ên stratejîk in. 

Weke encam

Kurdistan di warê jeo-stratejîk de li ser wê devera, rê digihin hev e; ji bo wê devera Ewrasya û Nîvgirava Ereb cîranê hev in û guzergeha rêyên ji yekê diçin ber bi ya din ve ne. Ev rewş di heman demê de dike ku ji mecbûrî gaza xwezayî ya Asya Navîn jî di ser girêdana Derya Hezarê û Qefqasan re di Kurdistanê re bibihure. Di heman demê de ev rewşa jeo-stratejîk dike ku gaz û petrola ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Bakurê Kurdistanê seranser derbas bike da ku bigihîje Derya Spî. 

Herçî Rojava ye, li rojhilatê wê rezervên petrolê hene. Petrola li vir tê hilberîn jî hatibû plankirin ku di ser Banyas-Tartusê ve bigihîje Derya Spî. Beşeke mezin a petrola Başûrê Kurdistanê jî di ser xetên Kerkûk-Yumurtalık û Taq Taq-Yumurtalıkê tên veguheztin û ew jî di seranserê Bakurê Kurdistanê re derbas dibin. 

Ewrûpa weke yekîtî, fena bazareke yekdestdar xuya dike û deriyê dikeve vê bazarê jî diyar e Kurdistan e. Dewleta Tirk a mêhtinger jî li aliyekî hikûmeta federal a Kurd dixe kontrola xwe û li aliyê din jî xwe li ser cîranên xwe ferz dike û dike ku xelk mecbûrê wê bibin. Di vê planê de tenê nuqteyeke hevnegirtî heye, û ew jî berxwedana Kurdan e. Berxwedana Kurdan a li Bakurê Kurdistanê birêxistinkirî, ji wê roja ku di şexsê PKK´ê de bi gewde bûye û vir ve, siyasetên dagirkirin û tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser van xetan hatiye sekinandin û belavbûna mêhtingeriyê hatiye hêdîkirin. Şideta şerê heyî li gorî qirkirina Kurdan û hêviyên sîstema mehtingeriya ya navneteweyî diyar dibe. Navendên welatên rojava xwe li binpêkirinên mafê mirovan ên bê sînor ên li çar parçeyên Kurdistanê kerr û kor dikin û heta carinan van binpêkirinan teşwîq dikin. Ev yek jî dike ku hedefa biîstîqrarkirina xetên gihandina enerjiyê xuya bike. 

Gava em van hemûyan li ber çavan digirin, em dikarin bibêjin, ne mumkin e ku em cografyaya xwe Kurdistanê bi tena serê xwe binirxînin. Berjewendiyên dewletên Kurdistan kirine mêhtinger û tifaqên wan ên navneteweyî - ev tifaq dikare demkî yan jî daimî be - weke unsûreke pêbend derdikeve holê. Tişta li vir heyatî, mijara ewlekariya çavkaniyên enerjiyê û xetên veguheztina wê ye. Di dema beriya xetên lûleyên gaz û petrolê de gava ev çavkanî bi tankeran dihatin veguheztin jî, ev yek wisa bû, û niha jî wisa ye. Ev yek jî veguheztina ewle ya çavkaniyên enerjiyê û di ser vê re xwe bicihkirina mêhtingeriyê derdixe holê.  

Parselkirina Rojhilata Navîn êdî ne li gorî mantiqê berê pêkanîna cografyayê bi sînorên dewletan e. Ev parvekirin veguheriye parvekirina mafên îmtiyazan. Ji bo îmtiyazên cografyayê, Şerê Dinyayê yê Sêyem veguheriye şerekî dewamî yê dagirkirina welatan, şerê wekaletê, şantaj û komkujiyan. Mirov dikare bibêje, hêzên emperyalîst, vê qirkirina mirovan weke zirarên dikarin bên qebûlkirin, dibînin. 

Tevî ku weke şerê berjewendiyan xuya bike jî têkiliya enerjiyê ya Tirk-Rûs esas şerêkî plankirî yê ji bo bêhtir mêhtingerî û berjewendiyên hevpar e. Hevkariya wan hem ji bo petrolên Başûrê Kurdistanê û Iraqê yên di Bakurê Kurdistanê re dibihurin heye û hem jî bi manîpulasyonên petrola Sûriyê buhayên petrolê dixe tewazûnekê.  

Bi çi rêbazê dibe bila bibe, dixwazin Kurdistanê pirrcarî bikin mêhtingeh. Çi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixin hevkar, wilayetên Kerkûk, Diyala û deverên Kurd ên Mûsilê bi navenda Iraqê ve girêbidin, çi jî devera Barzan û Garê pêşkêşî mêhjtingeriya eskerî û aborî ya Tirk bikin. Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna hebûnê neçar e ku kontrola xetên petrolê û rezervên wê jî bihewîne. Dagirkeriyên dewleta Tirk ên bi erêkirina Emerîkî û Rûs tenê îfadeya bicihanîna vê siyasetê ne.

Xetên enerjiyê yên li Kurdistanê ji bo kolonyalîstan hem hinceta dagirkirinê ye û hem jî heyatî ye ji bo dagirkirina nû. Armanca sîstema înkar û îmhayê ya navneteweyî ne tenê dewlemendiyên sererd û binerd in. Ya ku ji Kurdistan û miletê Kurd tê xwestin, tinebûneke mutleq e.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.