Ziman xwebûn e

Haberleri —

HEMDEM BOTAN Jiyana herî xweş û bi wate xwebûn e. Kesekî ku nebe xwe nikare jiyaneke resen û bi wate bijî çimkî bingeha hişmendiya mirovan çand e, û çand jî ziman e, ziman jî hişmendî û nasnameya mirovan e. Nasname jî civakbûyîn e. Ji ber ku civakek karibe jiyaneke demokratîk û hevpar bijî divê pêşî zimanê wê civakê azad be. Heke zimanê civakê ne azad be ew civak dê her tim di nava qeyran (qaose) de be. Dema di nava qeyranê de be, tu kes nikare qala civakeke azad û xwedî dad bike. Ji bo vê yekê dema mirov berê xwe dide kûrahiya dîrokê, mirov dibîne ku aqilê civakî li ser hîme ziman peş ketiye. Insan bi zimanê îşaretê heya astekê xwe tîne zaman. Bi taybetî bi zimanê kite pêşiya şoreşa neolîtekê vekiriye û bi zimanê remzan jî bêhtir têkiliya di nava mirovan de xurt kiriye. Lê zimanê herî bi bandor zimanê bi dengan pêş dikeve. Herçiqas zimanê bedenê/ laş esastir û kevintir jî be zimanê deng êdî  dibe sedema dan û standina navbera mirovan û têkiliyên berfireh pêş dixe. Çawa ku şoreşa yekemîn a herî mezin a zimên tê pênasekirin civaknasiyeke nû jî bi xwe re ava  dike. Di vê çarçoveyê de zimanê kurdî zimanekî ji malbata Hind-Ewrupî ye û zimanê herî kevnar e. Bi taybetî mirov dikare bibêje, bingeha xwe ji neolitikê digire. Zimanê civaka neolitikê jî di pêşengiya jinê de di nava civakê de hatiye honandin û zimanekî aştî, dadî, estetîk, mê û xwezayî ye. Ji ber ku ziman ji bo neteweyekê pir girîng û sedema hebûn û tunebunê ye û bi wate ye, serweran faşîzma herî mezin li ser ziman bi kar anîne. Konfûçyûz dibêje: “Dema desthilatdar dixwazin neteweyekê ji holê rakin û qir bikin  pêşî çand û zimanê wê neteweyê ji holê radikin û bi rêbazên bişaftinê yên cûr bi cûr, digihêjin armanca xwe. Li ser erdnîgariya  Kurdistanê her çar netewe-dewletan (Îran,Suriye, Irak ,Tirkiye ) bi polîtîkayên hevkar gelên herêmê û çandên li Kurdistanê hemûyan tune dikin û bi bişaftinê ji holê radikin. Hebûna gelê Kurd û zimanê Kurdî napejirînin. Ji ber ku ev her 3 tîpên elfabeya zimanê Kurdî (W, X,Q) dengên ji qirika Kurdan yên herî resen in serwer van her 3 tîpan qedexe û terorîze dikin. Ev her çar netewe-dewlet dibêjin tu afirandinên gelê Kurd ên çandî û ziman nînin û hemû afirineriyên çanda Kurdan ji xwe re didizin. Ji stranên Kurdî bigire heya dîroka gelê Kurd hemû dizîne û dibêjin me afirandiye û bi her awayî bi civaka Kurdan jî pir leyistîne. Kesê ku dil û mêjiye wê ne azad be zimanê wê jî ne azad e. Ji ber ku ziman tijîbûna dil e. Zimanê desthilatdar bi hiyarerşiyê re pêş dikeve û di zimanê desthiladar de dek û dolap, sarbûn, derew û pekûtî heye hîs û hest tune ye. Ji ber ku zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdeyê ji hêla peşketinê ve piçekî lawaz maye lê ji ber ku zimanekî herî kevnar û dewlemend e, xwe parastiye û bi rêya wêjeya devkî xwe li ser piyan girtiye. Tevî ku di bin bişaftineke pir mezin de ye û her tim ji aliyê çar netewe-dewletan ve hatiye qedexekirin jî dîsa li ber xwe da ye û îro di asteke baş de ye. Lê mixabin di dirokê de dijminên Kurdan gelekî şerê taybet û polîtîkayên asîmlasiyonê li ser gelê Kurd meşandine. Ereban digotin çiqasî Kurd bibin Misilman û bi Erebî biaxivin dê ew qasî bibin mirov, Tirkan digotin kurd çiqasî bibin Tirk û bi Tirkî biaxivin dê ewqasî bibin modern, Farisa digotin Kurd çi qasî bibin Fars û bi zimanê Farsî biaxivin em ê wan wekî birayê xwe yê biçûk qebûl bikin. Di bin bandora şerê taybet de êdî hinek kurdan jî digotin zimanê Kurdî pere nake û li ser van esasan êdî ji axaftina Kurdî şerm dikirin û nasnameya xwe ya kurdewarî înkar dikirin. A niha ji gelek ciwanên me yên Kurd di bin bandora van polîtîqayên desthilatdaran de ne û şerm dikin ku bi kurdi biaxivin. Û her tim bi Tirki, Erebî ango bi Farsî diaxivin lê bi zimanê dayika xwe ya zikmakî û pîroz naaxivin. Em baş dizanin ku her maleke ku dayikek tê de be wek dibistaneke Kurdî ye lê mixabin êdi hin dayîk jî bi zar û zêçên xwe re bi Tirki diaxivin û ev yek xetereyeke pir mezin e. Celadet Bedirxan dibêje: “Zimanên xelkê cil û bergên mirov in, zimanê dayikê çermê mirov e; yek dikare cil û bergên xwe biguherîne, lê nikare çermê laşê xwe biguherîne. Lewre divê pêşî mirov bi zimanê dayika xwe biaxife bixwîne û binivise.”
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.