Dengê wî çiyayên Kurdistanê hejandin: Murat Bektaş

  • Tê bîra min li Urmiye, Mehabad, Zêwe, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek dever û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê her roj kêm-zêde du kaset ji Bakurê Kurdistanê digehiştin destê studyoyên firotina berhemên muzîkê û ji rûyê kasetekê hezaran kaset kopî dikirin û difirotin dilxwazên dengên nûbihîstî.

KAKŞAR OREMAR

 

Di sedsala derbasbûyî de ji destpêka salên 90’î û şûnde piştî bêdengiyeke trajîk êdî liv û lebateke nû li Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Serokkomarê demê Turgut Ozal (1927-1993) sala 1991’ê li ser azadiya zimanê Kurdî axivî, lê çiqas bawerî bi gotinên xwe hebû yan jî çendî bi Kurdan re rûrast bû, mijareke cuda ye ku carê li ser nasekinim. Ya girîng ew bû ku ji hêlekê şoreşa li Bakurê Kurdistanê û şerê çekdarî, ji hêla din jî zextên rêxistinên mafên mirovan li dijî siyasetên dewleta Tirkiyê û kiryarên wan ên hovane li Kurdistanê ew neçar kiribûn ku bêjin êdî "zimanê Kurdî azad e". Ew biryar encama ked û xwîna hezaran şehîdên doza Kurdistanê bû ku li her derê diqêriyan: "Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek tune". 

Bi vê rewşê ve girêdayî pêleke mezin ji ciwanên Kurd ên dengxweş ketin nava qada hunerê û bi Kurdî stran gotin. Di şahî û dewatan de êdî dengê stranbêjên Kurd meydan nedida wan kesan ku dixwestin bi Tirkî bistirên. Li Kurdistan û metrepolan jî her dera Tirkiyê ku akinciyên Kurd lê hebûn, êdî eşkere dewatên xwe bi stran û awazên Kurdî pîroz dikirin. Ev bi serê xwe bû sedema destpêkirina "pêvajoyeke nû" ku "generalên faşîst û neteweperestên Tirk" tirsandin, lê êdî kar ji destê wan jî derketin. Her roj çend keç û xortên Kurd derdiketin û ji ber "germbûna bazara muzîka Kurdî" û "pêşwaziya gel" fîrmayên tomarkirin û belavkirina kaset û pişt re CD’yên Kurdê jî ketin gerê. Van berhemên han bandoreke mezin li ser Kurdên parên din ên Kurdistanê jî çêkir. Tê bîra min li Urmiye, Mehabad, Zêwe, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek dever û bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê her roj kêm-zêde du kaset ji Bakurê Kurdistanê digihiştin destê studyoyên firotina berhemên muzîkê û ji rûyê kasetekê hezaran kaset kopî dikirin û difirotin dilxwazên dengên nûbihîstî. Ew deng û stran ji xeynî dayîna mizgîniyên xweş li ser bilindbûna dengê şoreşa Bakur li Rojhilat jî bûne sedema şikandina hinek tabuyên ku me jî nediwêra xwe nêzî wan bikin. 

Naveroka berhemên wan

Berhemên dihatin gotin, bi pirranî teqlîdî û tiştekî zêde nû jî ji bo bihîstinê di nava wan de nebû, lê naveroka berhemên wan salan jî bi pirranî li ser Kurd û Kurdistan yan jî wê dozê bûn ku bi pêşengiya PKK’ê çalakiyên wan li her derê belav bûbûn. Di qêrînên wan de serhildaneke nû, xebateke nû ya siyasî-çandî dihate hiskirin. Ji ber ku pirraniya gel alîgirên PKK’ê bûn hinek ji wan stranbêjan jî him ji ber hestên xwe yên Kurdperweriyê, him jî ji ber berjewendiyên aborî ketibûn nava xebatên hunerî. Atmosfereke wisa xweş û rihet çêbûbû ku pêre li dijî sîstema Kemalîstên înkarker wêrekiyeke mezin jî dabû civakê. Hêza herî dînamîk a civakê ciwanên Kurd bûn û bi rewşê re êdî hezaran kesan berê xwe da çiyayên Kurdistanê yan jî ketin nava kar û barên siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Reng û rûyê xwe bi xelkê dane nasandin

Murat Bektaş, Şehrîbana Kurdî, Kazo, Canê, Xezal û Delal, Fatê, Beşîr Kaya, Şiyar Farqînî û çendîn kes, kom û navendên din yên hunerî di wan salan de reng û rûyê xwe bi xelkê dane nasandin. Li rex vana rê li ber belavbûna berhemên hunermendên weke Şivan Perwer, Ciwan Haco û Koma Berxwedan jî hate vekirin ku berhemên wan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bêne belavkirin. Berhemên ku xelkê wan salan bi dizî jî li wan guhdarî kiribûn û bandora xwe li ser nifşê nû jî hebû.

Pêşwaziyeke wiha germ û zêde li pey wê siyaseta înkar û bişaftina tevahiya taybetmendiyên neteweke dêrîn di nava sinorên dewleta Tirkiyê da dihat ku têhniyên azadiya xwe bûn. Mafên wan ên meşrû hatibûn binpêkirin. Dengê şoreşa PKK’ê ku di warê hunerê de xwedî stratejîyek cuda ji ya dewleta serdest û dagirker bû, êdî bi rêya hunerê jî digiha her derê. Karê ku êdî ji destê Enqerê jî derketibû û sedemeke mirina tije goman a Turgut Ozal jî bi vê yekê ve girêdayî tê dîtin.

Dengê wî sinor derbas kirin!

Di wan salan de tevî ku Murat ji temenê biçûkatiyê li gel çend kesên ji malbata xwe stranên dewata digotin, lê êdî bi hatina pêvajoya nû re dengê wî zû sinor derbas kirin û zêde jî jê hate hezkirin. Sedemên vê yekê gelek in, lê dengê wî yê bilind tevî hostatiya di stirîn û awayê vegotina peyvan de hebû, dikir ku herkes li wî guhdarî bike. Zêdebarî vê yekê, bi Kurdî jî baş dizanî û hinek jî zêdetir ji temenê xwe û xebatên xwe yên hunerî şehrezayî stranên folklorîk û dîlanê bû. Evîndarê deng û stranên hunermendên weke Hesen Cizîrî, Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo û dengbêjên herêma xwe bû. Mînaka vê yekê dema ew stranên: Xezal-Xezal, Kevok im, Mihemedo, Oy Felek, Eman Dilo bi wayê hunermendên navbirî teqlîd dike, êdî hûnê baştir bi hestên wî yên hunerî û hostatiya wî ya stranbêjiyê bihesin. Di Newroza sala 1997´an de dema Xezal-Xezal digot, salon wisa tije bû û xelkê ji hev dipirsî: "Ev Şivan Perwer e yan Murat Bektaş?"

Kurtejiyana Murat Bektaş

Tenê 35 salan jiya û li gorî gotina birazayê wî Serdar Aktaş di roja 25´ê Tîrmeha sala 1965´an de li taxa Gazîler a Amedê hatiye dinê, lê malbat bi eslê xwe ji gundê Bafawa (Kayadere) yê ser bi Stewrê li wilayeta Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ne. Heza wî ji zarotiyê stirîn û hînbûna amrazê sazê bûye. Malbatê jî dizanî ku paşeroja wî tenê dikare bi rêya strangotinê di nava dawet û şahiyan da bidome. Sedem jî him korbûna wî ya zikmakî û him jî heza wî a bêdawî ji strangotinê bû.

Murat ji zarotiyê kesekî bêdeng lê dema kete yazdeh saliya xwe, mandîbûn li cem wî bêwate bû, dikarî di demekê de hezaran kesa rake ser piyan û dîlana du gundan bi hev re bigerîne. Niha jî dema li wî guhdarî dikim, hestên wî dema ku ji kûrahiya dilê xwe diqêrîne û stranên dîwankî dibêje, Hesen Cizîrî bi bîra min tîne.

Zarokekî jîr bû!

Hema zû di temenê 7 saliyê de cara yekê bi hezeke mezin xwe hînî lêxistina amûrê tembûrê dike û êdî dengê wî di pirraniya saetên rojê de ji ser eywana mala wan a li Gazîler a Amedê tê bihîstin.

Navê dayîka wî Emîne û babê wî Ebdulkerîm (Kerîmo) e. Ji 5 zarokên malê Mûsa (Remezan) û Emîn tevî Murat di karê huner de aktîv bûn û navê komê jî li ser navê Murat Bektaş bû. Organîzatorê bernamêyên wî Emîn bû ku pê re li keyboardê dixist. Bi awayekî sirûştî dema tê dinê, her du çavên wî kor in. Sala 1974’an komeke strangotinê ava dikin û li gundên derdora Mêrdîn, Dîlok û Amedê pirrî caran beşdarî dawetan dibin. Hingî gelek caran ji ber ku stranên Kurdî dibêjin, têne girtin, lê ew neçar in ji daxwazên xelkê re jî bibin bersiv dema ku ji wan daxwaza stranên Kurdî dikin. Di 23 saliya xwe de bi keçeke Kurd a bi navê Fikriye re zewicî û du zarokên wî, Rûken û Sedat hene. Lê di nava endamên malbatê da Serdar Bektaş yê birazayê wî li ser şopa apê xwe dimeşe û bi stran û kilîpçêkirinê re hevalbendê gelek kesên hunermend e.

Tembûr jê re her tişt bû!

Muratê nûciwan dema ji radioya Bexdayê dengê Tembûra Mihemed û Hesen Cizîrî dibihîst, zêdetir hestên wî yên hunerî bişkivîn. Ji ber wê jî evîna wî ya yekê di cîhana huner de bi tembûrê dest pê kir. Ew di jiyana xwe ya kurt û pirrbar hemûyî de bi tembûra xwe re mirovê herî rûrast bû. Weke evîndarekî wefadar ku eşqa Ferhad û Şirîn bi bîra me tîne. Êdî tevî wê çeka ku tim tiliyên wî li ser têlên wê dilîstin, wî zarokê jîr û dengxweş roj ji roja berê zêdetir, di warê hunerî de xwe bi pêş dixist. Carna bi saza xwe re diçû ber çemê Dicle û tevî herikîn û xuşexuşa ava çemî, stranên xerîbiyê digotin. Feqiyê Teyran bi bîra wan kesan dianî ku bêdeng li dora wî sekinî yan jî rûniştibûn, lê wisa di nava çîroka stranê de wenda dibû ku haydarî derdora xwe nedima. Carna li ser bextreşiyên xwe dilorand û carna jî newayên xemgîn ji têlên saza wî dibarîn û herkes bêdeng dikir.

’Kesî nekariye mîna Murat Bektaş stranên kekê min bibêje’

Ji ber ku debara malbatekê bi stranbêjiya wî ve girêdayî bû, zû xwe hînî lêxistina înstûrmentên weke Mandolîna, Dûdik, Flot, Baglama, Akordiyon û Udê jî dike. Bêrawestan û westan bi çavên girtî, hestên îlahî û guhên vekirî aliyê xwe yê jîrbûnê hingî bi başî eşkere dike ku li her stranê tenê carekê guhdarî dike û êdî jiber li her derê dibêje. Li ser keda wî, hinek kes dibine xwediyê her tiştî, lê ji ber ku tenê pîşeya wî huner e, armanca wî jî xizmeta hunerê Kurdî ya xwedî nasname ye. Di nava civakekê de mezin bûbû ku xwedî hunerekî rengîn, zimanekî dewlemend û erdnigariyeke sirûştî, delel û dilveker bû. Murat di nava jiyana hunerî de pijiya û kemilî, ji ber wê jî dema saza wî di dest de û xwe li pêşberî gel didît, êdî her kesî bêdeng li wî dinêrî û ruhê wan bi deng û awazên wî re şa dibû.

Qîmeta stranên folklorîk li cem Murat Bektaş ji malê dinê hemûyî zêdetir bû. Di strîna berhemên gelêrî de kesekî profesyonel û bi rêya hinek ji wan berhemên dîrokî zû navê xwe jî li her dera Kurdistanê belav kir. Dema "Eman dilo’’ ya mamosteyê nemir Mihemed Şêxo distirî, pisporiya xwe ya stranbêjiyê bi herkesî dida selmandin. Tê bîra min carekê nemir Kenan Şêxo yê birayê Mihemed Şêxo, li Akademiya Kurdî ji min re got, "Kesî nekariye mîna Murat Bektaş stranên kekê min bibêje. Bi taybetî jî dema ’Eman dilo’ distire, ez mendehûş dibim."

Ji salên 1990’î û şûnde

Ji sala 1992’yan û pêde jiyana hunerî a M. Bektaş dikeve rûpelekî nûtir. Êdî dengê têkoşîna rizgarîxwaziya Kurdistanê bilind û ew jî di wê pêvajoya nû de hinek erkên taybetî li pêşberî xwe dibîne. Tevlî çalakiyên wan partiyên siyasî dibe ku alîgiriya çareseriya" Pirsgirêka Kurd" in. Ew ji doza gelê xwe a rewa dûr û bêhelwêst nîne, lê neçar e ku ji bo debara jiyana malbata xwe jî her hewlê bide. Wan salan di asta herî bilind de dengê wî hingî bêhtir ji dengê pirraniya stranbêjên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê bihîstin ku li gel hunermendên weke Fatê û Şehrîbana Kurdî stranên duqûlî belav dikin. Hingî çend berhemên li jêr bavê: "Dawata me (Murat û Fatê - 1/2/3 - 1991", "Dîlana Kurdî ( Şehrîbana Kurdî û Murat Bektaş)” û Potporî (Murat Bektaş û Aynur Dogan) belav dikin ku êdî bi milyonan kasetên wan têne firotin. Ji wan wisa tê hezkirin ku carna saziyên dewletê jî wan tehdîd dikin û piştre jî dema meydan li ber wan hate tengkirin, bi pirranî neçar ji Kurdistan û Tirkiyê reviyan û weke penaber hatin Ewrûpayê, lê qedera reş ew derfet neda Muradê bêmiraz.

Ew berhemên wan karekî kolektîv û ji ber ku bi pirranî stranên folklorîk ji çar aliyên Kurdistanê hatibûn destçîn kirin li seranserê welat jî belav dibin û bi rindî têne pêşwazîkirin. Zêde guhdarîkirina li wan berheman, dibe sedem ku fîrmayên muzîkê li ser ked û navê wan stranbêjên navdar bibine xwediyê hemû îmkanên jiyanê, lê salên piştre M. Bektaş bi feqîrî û nedarî ji jiyanê veqetiya.

Berhemên Murat Bektaş

Sedan stranên wî hene, lê bi pirranî folklorî, gelêrî ne û di qada muzîka protestoyî de gelek stranên wî hene.

Ji xeynî stranbêjên navbirî Murat Bektaş tevî gelek kesên din him konsert, him stranên duqûlî û him jî kaset tomar kirine.

Sala 2006’an ji aliyê "Hollywood Music Center" ve albûma Murat û Fatê li jêr navê "Kurdistan-Traditional Kurdish Dance Songs" (Kurdistan-Stranên Dansa Kurdî yên ji rêûresmê) li her dera cihanê hate belavkirin.

Qezayeke trajîk

Zû di nava xelkê de hate naskirin, lê zû jî çû. Roja 20’ê Çileyê sala 2000’î dema ku danê êvarê ji dawet yan jî konsertekê vedegeriya bi qezaya trafîkê ya giran canê xwe ji dest da. Ew çar kes bûn. Qeza di navbera Konya û Aksarayê da çêbû û otomobîla wan li wesayîteke mezin qelibî. Tevî wî, Musa jî jiyana xwe ji dest dide, belê birayê wî Emîn û hevalê wan Filîz Darkiliç bi giranî birîndar bûn û piştre jî nîvşikan (seqet-felc) bûn.

Mezarê wî li goristana Şehîdan a Amedê ye. Tevî hemû hezkirina wî ya dema ku li pêşberî xwe hezaran kes didîtin, mixabin zû jî hate jibîrkirin.

Serdar Bektaş ser gora apê xwe

Ezê rêya wî bisopînim!

Serdar Bektaş birazayê wî ye, ew bi salan e ku bi hesreta hunerê apê xwe dijî û dixwaze rêbaza wî dewam bike, lê niha ji ber rewşa malbatî û aborî wî tenê kariye du CD´yan amade bike, lê ew belav nekirine. Ew bi hesret û kelogirî dibêje, “Apê min dengekî muzîkal û pirr xweş bû, lê hevalên wî, ew zû ji bîrkirin û heta hinek stranbêjên hevalên wî jî di hevpeyvînên xwe de behsa wî nakin. Ez nizanim çima?!’’

Berhemên Murat Bektaş bi giştî deh berhemên belavkirî ne:

-Baran Barî (1982)

-Oy Nazê (1989)

-Daweta Me (Murat û Fatê - Daweta Me 1/2/3) (1991)

-Dilan (1992)

-Dîlana Kurdî( Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş -1992)

-Cizîra Botan (1993)

-Sipanê Xelat (1994)

-Hoy Mamo (1995)

-Mem Xunek (1996)

-Dilo Can (1996)

-Oy Felek (1997)

-Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş - Lê Amedê

-Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş - Koma Dîlan

Ji xeynî wê M Bektaş gelek stranên kilasîk jî ji nûve gotine: Behra Wanê, Bavê Seyro, Kevokim, Lêlê Dayîkê, Lorî-Lorî, Ehmedê Mala Mûsa, Saliho û hwd.

Ew bi wan stranên kilasîk re gelek navên weke Eyşe Şan, Aram Tîgran, Hesen Cizîrî û kedkarên din yên mezin bi bîra me tîne.

 

Hesretên nîvcomayî

Di salên dawiya jiyanê de Murat dixwest ji xwe re li Batmanê produksiyon û saloneke mezin a kar û xebatên hunerî bikire, lê wê qezaya malwêran nehişt ku ew bigihe armanca xwe. Wî li ber bû ku bi vekirina cihekî wiha re hevkariya stranbêjên ciwan bike û berhemên wan tomar bike. Ew kesekî dilovan û xwedî hinek prensîpên civakî bû ku herkesî ji wî hez dikir. Destê hevkariyê dida gelek kesan. Ji malbatê re sermayeke mezin bû, lê piştre kesî nekarî ji mîrata wî re xwedîtiyê bike. Xwezî û hesretên wî nîvco man, lê bi rêya dengê xwe evîna ji hunerê Kurdî re mezintir kir. Murat dengekî bilind yê çiyayîyên Kurdistanê bû.

 

Têbînî: Hinek zanyarîyên taybet li ser jiyana nemir Murat Bektaş min ji keça wî (Ruken Bektaş) standine ku nikarim teva li vir bi xwendevanan re parve bikim, lê xala trajîk ew e ku piştî mirinê, bextreşiyên wî ji zarok û xanima wî re mane. Serdar Bektaş jî di warê huner û xebatên apê xwe de hinek agahî dane min. Ji dil spasdarî wan her du hêjayan im.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.