Îlhama Çiyayî

LEYLA UYANIK*

 

“Peyv” ji bo ku derkeve holê, bi hezar salan e bi piştgiriya xwezayê xwe di nav fizyolojiya mirovî de bi cih kiriye. Destpêkê bûye deng û piştre çêbûna xwe temam kiriye. 

“Peyv” li gorî olên yekxwedayî hebûna yekemîn e. Ango “destpêkê gotin heye.” Ev peyv xwedî qudret û hîkmeteke mezin e. Ji ber ku Xweda gotiye “çêbe” yan jçî “bibe gerdûn û kaînat hemû li pey hev çêbûye, yanî bûye. 

“Peyv” şoreşa yekemîn a mirovahiyê ye. Ev şoreş heya roja îro bi çûyîna mirov a fezayê, bi daketina mirov a parçeyên binatomî, çêbûna xwe didomîne. Lewma mirov meraq dike, dibêje ka ew mirovên destpêkê ku mîna xwedayan peyv ji devê wan derketiye, çawa hîs kirine?

“Peyv”, di heman demê de bilêvkirina mirovan a tevahiya gerdûn û kaînatê ye. Hest û fikra vê pênaseyê bixwe jî mirovî matmayî dihêle. Çawa çêdibe ku her zerre, her zindî dikare bi rêya mirovan were ziman û biaxive. Dibe ku ewqas yekane û navendkirina mirovî şaş be, lê bi temamî nebe jî di astekê de ev rastiyeke berbiçav û jiyanî ye. Mirov çiqasî bi qedrê wê dizane, heqê vê dide yan nade, ev mijareke din a nirxandinê ye. Bes, peyv mîna armoniya jiyanê, bi hezar salan e xwe didomîne, dewlemend dike û girêdayî dem û mekanî mezin dibe… Niha xwe gihandiye warê xwe yê mayîndebûnê, ango wêjeyê. 

Wêje, nemirkirina peyvê ye. Wekî xwezaya duyem wêje di têrkirin-fêrkirin û xwedîkirina giyan û hebûna mirov de xwedî pareke girîng e. Gelo di bipêşketina hest û fikra mirovbûnê de wêje nebûya wê di gerdûna me de dê çendî çolbûn, xela û zuhabûn qewimîbana? 

Lewma pêşiyên me ji bo ku rê li ber vê yekê vekin berdêlên giran dane û çemê wêjeyê herikandine. Geh nivîsên xwe li ser kevir û zinaran, geh li ser çermê ajalan nivisîne… Bê navber nivîsandinê, xwe ceribandine. Gelek berhemên ku av û av çûne û bi agir berhewa bûne, hene. Lê gelek berhem jî hene li hember rizandinê serî rakirine û xwe ji nemanê filitîne, xwe rizgar kirine. Mirovahî sirra xwe ya mayîndebûna wêjeyê bi gotina Einstein ku dibêje, “Sirra afirîneriyê ew e ku mirov bizane çavdêriya çavkaniyên xwe bike” kifş kiriye. Ango rêya mayîndebûna wêjeyê çavkaniyên jiyanê bixwe ne. 

Ji wêjeyê re wêrekî divê, ji sekanbûnê zêdetir liv û tevger divê. Wêje şiroveya jiyanê û hewldana guherîna dinyayê ye. Gelo di dilê her kesî de wêjekarek dijî yan na? Ji bo ku mirov bersiva vê bide, hewcedarî bi nirxandineke cuda heye, lê diyar e kurmê wêjekariyê bi îlhamekê li wêjeya xwe digere. Çi hundirîn, çi ji derve, çi qewimînên kaotîk, çi jî rewşên asayî… Lê teqez îlhamek heye, îlhama hêza handanê… Û li ser îlhamê wilo gotiye Goethe;

 

“Her tişta ku ji hêza îlhamê

Ji bêdengiya şevê afirandiye

Bi xwe re nebire gorê

Herareta giyanê xwe ji mirovatiyê re bexşand

Dibê qey mîna bergê asuman biriqandî 

Ji nav stêrkan, ber bi me ve rê vekir

Çirûska ronahiya xwe 

Bi biriqandina ebediyetê anî”

 

Diyar e îlham di warê wêjeyê de bêserûber li deriyê dil û mêjiyî dide. Dema em bala xwe bidin hin wêjekaran, mirov dibê qey, jiyan hemû bûye îlham û bi ser wan de bariyaye. Ji civakê heta takekesan, ji evîndariyê heya êşkişandinê, ji pêşerojê heta paşerojê, ji rastiyan heya xeyalan… Her yek sedemeke îlhamê ye. Di nav van de ya ku paxila xwe heta dawiyê li îlhamê vekiriye, xweza ye. Her misqaleke xwezayê dema ku mazûrvaniya berhemên wêjeyî dike, ya ku bi heybeta xwe derdikeve ser dil jî “çiya” ye. Divê mirov xweş guh bide vî, rind lê temaşe bike. Çiyayên ku di mîta civakê de cihê xwe girtin, di serdemên baweriyan de jî rengê xwe parastin û di berhemên wêjeyî de cihê xwe girtin. Di dema Zerdeşt de navê berhemê Zend-Avesta ye. Hezkirina Zerdeşt ya xwezayê tê zanîn û helbet ji quntara çiyayên Zagros û Çiyayê Sebelanê bûne warê îlhama Zerdeşt. Her wiha di baweriyên din û olên yekxwedayî de pirtûkên pîroz wekî berhemên wêjeyî yên civakî ne û wek berhem bi pêş dikevin. Çiyayên mîna Sîna, Hîra û li Hind û Çînê çiyayê Everestê navgîna wêjeyê ne. 

Efsaneya Nebî Nuh jî ku hêj rengê xwe yê wêjeyî diparêze, bûye berhemeke ji hemdîroka gelan. Hêj jî di navbera çiyayên Cûdî û Gilîdaxê de keştiya xwe dibe û tîne. Her wiha mîtolojiya Yewnanan bi pênûsa Homeros xwezaya xwe zindî pênase dike. Xwedavend û Xwedayên xwe jî li ser textê nemiriyê ango çiyayê Olîmpûsê dide rûniştandin. Edûlê dema dilorîne, Dewrêşê Evdî bi hespên çargavî berê xwe ji deşta Mûsilê dide çiyayê Şengalê. Yaşar Kemalê ku bixwe ji qewmê çiya ye, bi lehengiya ‘Înce Memed’ perê xwe li deşta Amikê vekiriye û ber bi çiyayê Torosê ve wêjeya xwe saz kiriye. Bi taybetî jî jinan dilê xwe li çiyayan vekiriye.

Çiya û wêjekar gava ji hev hez bikin, qedrê hev bigirin hevdu bedew dikin. Hin wêjekar hene mîna çiya ne… Dibêjin birêketina wêjeyê mîna birêketina çiyayan e. Ji dûr ve heybeta xwe gelek e; bes him xofek e him jî evînek e. Dema digihîjî qeraxa wê dibe ku wek çokên te dilê te jî sist bibe. Ji bo mirov derkeve jor bawerî û vîn divên. Nabe mirov tenê li lûtkeyê temaşe bike. Di pêngava yekem de ew der wek bêdawîbûnê dûr xuya dike. Lê piştî ku mirov çend gavan diavêje, piştre çend gavên din, û piştre çend gavên din… Dema ku mirov bikeve nav dinyaya wan de jixwe êdî çiya te dihewînin û digerînin. 

 

* Ev nivîsa xwe ji Girtîgeha Sîncanê ji me re şandiye.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.