Tu kî yî Bavê Tûjo

  • Di dema nezaretê de xwestiye xwe bi Kurdî biparêze. Dema derketiyê pêşberî dadger jî ew qet bi Tirkî neaxiviye û parastina xwe bi Kurdî kiriye. Bavê Tûjo di temenekî ciwan de xwe gihandiye vê nihêrîna pîroz û bi wate.

 

ARDÎN DÎREN

 

Beriya çend salan bû nizanim. Rojekê ji nişkê ve strana Ciwan Haco ya “Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir” kete ber guhê min. Dengê Ciwan Haco li hêlekê, gotinên stranê li hêlekê min di bin tesîra xwe de hiştin. Bû “zûrezûra” min û “orîneke” jakaw bi min re peyda bû! Di nav tarîtiyeke tûj û kûr de ez ketim dû van gotinan. Gelo kî ev gotin nivisandine? Piştî lêkolînekê ez hay jê bûm ku Ciwan Haco bêhtir ji helbestvanên Kurd sûd wergirtiye û helbestên wan wek stran ji nû ve şirove kiriye. Bi xêra vê stranê min pêşî helbestvanekî wek Rojen Bernas nas kir. Ez hîn bûm ku ev helbest wî nivisandiye. Piştî xwendina gelek helbestên Rojen Bernas ez dîsa li stranê vegeriyam û min gelek carên din li vê stranê guhdarî kir. Gelo kî bûn ew kesên navên xwe kolabûn li ser bircên Diyarbekir? Gelo kî bûn ew kesên stêrk ji bo wan stûxwar diman li asîmanan? Di ciyekî helbestê de wiha dibêje Bernas, “

“Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez li ber bircên Diyarbekira rengîn
Şêx Seîdê Kal,
Bijîşk Fûad im
Ez Bavê Tûjo me lo!...”

Şêx Seîdê Kal, Bijîşk Fûad, Bavê Tûjo...Min Şêx Seîdê Kal bihîstibû, Bijîşk Fûad jî lê ev Bavê Tûjo kî bû? Nizanim çima lê piştî stranê tenê ev nav di mêjiyê min de ma û ez xistim nav lêgerînekê. Navekî balkêş... navekî Kurdî, gelo kî bû ev, çi kes bû? Li gorî behsa navê wî jî dibe, helbet ew jî yek ji wan pêşengên wê serdemê bû. Bi min wa bû ku ev nav ne navekî ji rêzê bû. Diviyabû çîrokeke vî navî hebe. 

Diyar bû bêhtirî navekî jidil ev bernavk bû*. Gelo kî çima navek wiha li xwe bike? Welhasil, ez ketim pey vî navî. Lê ecêb e min li ti deverê derbarê wî de agahiyên berfireh nedîtin. Dev ji agahiyên berfireh berdin, hema bêje derbarê wî de qet agahî tinebûn - Niha jî tinene. Li gelek cihan dihat nivîsandin ku ew jî tevlî serhildana Şêx Seîdê Kal bûye û bi wan re hatiye bidarvekirin! Parêzer e û navê wî yê rastîn, Hecî Axtî ye! Di nav kevanekê de jî (Bavê Tûjo). Agahiyên derbarê wî de tenê ev kevanek bû, bernavkek û hew!

Dixwaze parastina xwe bi Kurdî bike

Di ser naskirina min û Bavê Tûjo de çend salên din jî derbas bûn. Lê ev nav her tim li bîra min bû û qet ji bîra min nediçû. Rojekê, pirtûkek hat ber destê min. Pirtûka Qedrî Cemîlpaşa (Zinar Silopî) ya bi navê “Doza Kurdistan”. Qedrî Cemîlpaşa, di bibîranînên xwe de qala serdema Şêx Seîdê Kal û bûyerên wê demê dike. Cemîlpaşa jî yek ji pêşengên wê demê bû û ew şahidê gelek bûyerên qewimî bû. Min dest bi xwendina pirtûkê kir. Çi ecêb e, ev nav dîsa derket pêşberî min. Li çend cihan, dîsa min navê Bavê Tûjo dît. Di vir de jî bi kurtasî behsa wî dihat kirin, lê vê carê min agahiyeke pirr bi qîmet zeft kir derbarê wî de. Nizanim, dibe ku ji bo min bi qîmet be! Di wê pirtûkê de dihat gotin, Bavê Tûjo, di dema nezaretê de xwestiye xwe bi Kurdî biparêze. Dema derketiyê pêşberî dadger jî ew qet bi Tirkî neaxiviye û parastina xwe bi Kurdî kiriye. Gava min ev hevok xwendin, min fêm kir ku lêhûrbûna min a li ser vî navî ne beredayî bûye, Bavê Tûjo wek bernavkê xwe “tûj” bûye û di temenekî ciwan de xwe gihandiye vê nihêrîna pîroz û bi wate. Li gorî min ev sekn û biryara wî li gorî wê demê helwêsta herî şoreşger û kurdewar e. Derheqê wan salan de bêguman min gelek tişt xwendibûn, gelek pêşeng nas kiribûn û her wiha, gotin û helwêstên wan bihîstibûn. Lê helwêsta Bavê Tûjo li gorî min ya herî cihê bû. 

Bi vî awayî, min Bavê Tûjo bi saya vê pirtûkê hinekî din nas kir. Lê çi bêjim, hê jî dilê min rehet nebûbû, piştî min xwend ku xwedî helwêsteke wiha ye, vê carê min bêhtir meraq kir û xwest hinekî din nas bikim. Dîsa min li gelek cihan pirsî, hin pirtûkên wê demê serûbinî hev kirin. Hêviya min bû, ez leqayî tiştekî bibim, lê mixabin dîsa ez destevala mabûm û min ji van agahiyan bêhtir tiştekî din neqefalt.
Min her tim dixwest li ser Bavê Tûjo nivîsekê binivîsim û bidim zanîn ku va ye di wê demê de parêzerekî xwestiye xwe bi Kurdî biparêzê û hay ji giringîya zimanê xwe hebûye. Min her tim ji xwe re digot, ez çend agahiyên din jî biqefêlim ez ê derbarê wî de binvîsim. Min dîsa da dûv vî navî û li benda roja xwe mam.

Di rojnameya “Gazî” de Bavê Tûjo

Di ser vê daxwaza min re çendek din derbas bûn. Rojekê dîsa bêhemdê xwe min got, ka binihêrim, dibe ku agahiyeke nû di hin malperan de bikeve ber çavê min. Wisa dixuya ku vê carê ez bi siûd bûm. Wextekî hin hiqûqnasên Kurd wek Yekîtiya Hiqûqnasên Kurdistanê kovareke bi navê “Huqûq û Civak” derxistine. Hejmara ku kete ber destê min, hejmareke taybet bû. Ev hejmar di Sibata 1998´an de hatibû çapkirin. Min kovar li ba kir hinekî, min dît ku Parêzer Serhat Bucak derbarê Bavê Tûjo de gotareke piçûk nivîsiye û ew hinekî daye naskirin. Piştî min ev nivîs dît, ez ji kêfan firiyam. Herî dawî ez gihîştibûm meqsed û miradê xwe. Va ye, min tu dîtî Bavê Tûjo! Êdî min dikaribû derbarê te de devê pênûsa xwe tûj bikira. 

Hecî Axtî ji Amedê ye, beriya ew bibe parêzer li dadgeha Amedê wek karmend xebitiye. Piştî ku dikeve azmûnê û azmûn bi awayekî serketî li pey xwe hiştiye, êdî wek parêzer tê naskirin. Kengî ji dayik bûye, nayê zanîn, tenê tê zanîn ku dema ew di Gulana 1925´an de hatiye bidarvekirin hîna ciwan bûye. Di wî temenê xwe yê ciwan de ji ber ku kesayetek zîrek bûye, zû xelk ji wî hez dike. Bi wêrekî û rastiya xwe tê naskirin. Ji ber van sedeman di sala 1918’an de bûye endamê Cemiyeta Tealiya Kurd û li Amedê tevlî xebatên rêxistinî bûye. Axtî û hevalên xwe kovar, rojname û helbestên ji Stenbolê ji wan re tên, li Amedê çap dikin û belav dikin. Bi van çavkaniyan xebatên propagandaya Kurdistanê dimeşînin. Axtî jî di demeke kin de bi kurdbûna xwe dihese û dibe mîlîtanekî doza Kurdistanê.
 
Diçe Silêmaniyê

Hecî Axtî, piştî demekê di van kovar û rojnameyan de dest bi nivîsandinê jî dike. Ew bi qedrê hibrê dizane û pênûsa xwe bi derb bi kar tîne. Wê demê Cemiyeta Tealiya Kurd bi navê “GAZΔ rojnameyekê derdixe. Hecî Axtî jî bi bernavkê Bavê Tûjo di vê rojnameyê de nivîsên xurt û tûj dinivisîne. Lewma jî êdî ew wek Bavê Tûjo tê naskirin. Aha çîroka Bavê Tûjo jî ev e! Bavê Tûjo, ji ber van hêlên xwe yên tûj, gelek caran tê girtin. Gava cara pêşî li Amedê tê girtin li gel zext û zorê hemûyî dixwaze bi zimanê Kurdî parastina xwe bike û dibêje, “Ji bo dadweriyek çê, divê dadgehkirina min bi Kurdî pêk were.” Ev daxwaza wî, ev baweriya wî ya xurt, dike ku ji bo wî wergêrekî bînin û îfadeya wî bi zimanê Kurdî bigirin. Bavê Tûjo tenê li Bakurê Kurdistanê kar û barên rêxistinî nameşîne, ji bo demekê, bi boneya ku bi Şêx Mehmûd Berzencî re peywendiyan çêke ew berê xwe dide Silêmaniyê jî. Lê ji hêla Îngilîzan ve li Mûsilê tê girtin. Piştî tê girtin, wî teslîmî Komara Tirkiyê dikin û li Enqere careke din dikeve nav lepên Tirkan û li wir di hepsê de dimîne. Piştî demekê di hepsê de dimîne, wî berdidin û Bavê Tûjo dîsa vedigere Amedê. Ew li gel karê xwe yê parêzeriyê ti carî dev ji xebatên rêxistinî bernade û wek milîtanekî tevdigere. Herî dawî ew jî bi Şêx Seîdê Kal, Seyîd Evdilqadir, Kemal Fewzî û Ekrem Cemîlpaşa re careke din tê girtin û vê carê ji bo wî jî cezayê îdamê tê xwestin. 

Li gorî agahiyên Serhat Bucak dide, di doznameyê de ji bo Bavê Tûjo dibêjin, “Yek ji wan kesên herî zêde kurdayetiyê dike û diparêze, Hecî Axtî ye. Li gel serbazê Ingilîzan yê ku navê wî Noel e, xebitiye û li Amedê ji bo Kurdistan were damezirandin propaganda kiriye. Li Amed û Mêrdînê bi cil û bergên Kurdî geriyaye, ji wir jî derbasî Mûsilê bûye û bi Ingilîzan re xebitiye. Herî dawî jî ji bo dîsa vegere û propagandayê bike bi pasaporta Ingilîzan xwestiye bi Dr. Fûad re peywendî çêke ku ew jî yek ji wan pêşengên doza Kurdistanê ye.”

Ne ji bo mafên şexsî ji bo mafên neteweyekê!

Doz di 14´ê Gulana 1925’an de dest pê dike û 9 rojan didome. Bavê Tûjo û hevalên xwe, ji ya xwe nayên xwarê û wek berê dîsa li dûv gotin û çalakiyên xwe disekinin û welatperweriya Kurd diparêzin. Roja 23´yê Gulanê, Dadgeha Şarq Îstiklalê cezayê îdamê li wan dibire û di 27´ê Gulana 1925’an de Bavê Tûjo û hevalên wî tên bidarvekirin.

Gava Bavê Tûjo ber bi sêdarê ve diçe, li rûyên dagirkeran dinihêre û bi wan de wiha diqîre; “Cendekê min nîşanî dinyayê hemûyî bidin û bila her kes vê yekê zanibe, min ti carî ji bo mafên şexsî şer nekiriye, min her tim ji bo mafên neteweyekê şer kiriye. Bijî Kurdistan!”.

Bijî Bavê Tûjo! Êdî ez te baş nas dikim.

Tu cangoriyê doza welatê xwe û dildarê zimanê Kurdî yî.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.