BERHEM LATÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Hewldanên Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) ji bo pêkanîna kongreya netewî berdewam dikin. Li ser vê yekê endamê rêveberiya Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Aras Abdula û parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemeemîn axivîn.
Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula îşaret bi nebûna dezgeheke nîştimanî û netewî kir û got: “Divê dezgayek siyasî û rewşenbîrî hebe, ev jî ji bo fikir û helwesta siyasiyên Kurdistanê be. Divê ev dezgeh pêşxistina doza gelê Kurd, taybetmendiyên beşên Kurdistan û dewletan li ber çavan bigre. Bi vê re hê zêdetir ji bo nasandina pirsgirêka gelê Kurd hewldan bên kirin û piştgirî bê peyda kirin.
Hewldana ji bo komkirina hemû hêz, alî û stratejiyek zelal gelek girîng e. Ger hinek alî jî tevlî kongreyê nebin, karek asayî ye. Lê divê ne aliyên bi bandor bin, hewldan ji bo vê yekê berdewam dikin. Ez hêvîdarim lihev kirinek ji bo stratejiyek nîştimanî û netewî pêk bê.”
Tevgera Goran destekê dide vê yekê
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemeemîn jî got kongreya netewî ji bo Kurdan derman e û wiha peyivî:” Ji ber ku di mijara dagirkirina Efrîn û hatina çeteyên DAIŞ de, diyar bu ku dijminên Kurd hevbeş in. Ji bo vê pêwîste kongreya netewî pêkbê û stratejiyek netewî û hevbeş bê danîn. Endamên Tevgera Goran di Konseya Rêveber a KNK’ê de cihê xwe digrin, her wiha Tevgera Goran hertim piştgiriya siyasetek nîştimanî û netewî dike. Divê peywendiyên Herêma Kurdistan bi derve re, di berjewendiyên bilind yên gelê me de be.”