Çalakiyên Pencşema Reş îro jî dîsa li Peyas, Wêranşar, Qoser, Êlih û Pirsûsê berdewam kir. Di vê hefteyê de hate xwestin ku operasyonên siyasî, leşkerî û êrîşên lîncê yên li diji Kurdan bi dawî bibin.
AMED: Li Peyasa Amedê bi boneya şaredar û siyasetmedarên Kurd ên ji doza KCK'ê hatine girtin serbest bên berdan, di çarçoveya "Pêncşema Reş" de li ber şaredariya Peyasê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya rûniştinê de Cîgirê Şaredardê Peyasê Îhsan Avci, Serokê Genel-Îşê M. Salîh Dogrul, endamên meclisa Şaredariyê û BDP'e û personelên şaredariyê amade bûn. M. Salih Dogrul, li vir axivî û operasyonen siyasî û leşkerî şermezar kir. Dogrul, xwest operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin û êdî li dijî Kurdan êrîşên lîncê pêk neyên.
WÊRANŞAR: Li Wêranşara Rihayê jî bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya Pêncşema Reş de karkeran û personelên şaredariyê ji bo saetek nîvro dest ji kar berdan û beşdarî çalakiyê bûn. Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Serokê BDP'a Wêranşarê Ferzende Ata, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn. Li ser navê komê Nûnerê Tum Bel-Sen'a Rihayê Nurî Çetîn daxuyanî da û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest ev êrîşên li dijî Kurdan bi dawî bibin. Li vir jî piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
QOSER: Li Qosera Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, Xebatkar û endamên Meclisa Şaredariyê û Wekîlên Şaredar amade bûn. Li ser navê komê Sekreterê Rêveberiya Herêmî ya Gundem 21 Aslan Başboga daxuyanî xwend. Başboga, bal kişand ser wekîlên girtî û rewşa Hatîp Dicle û anî ziman ku bi girtina wan vîna gel hatiye girtin. Başboga, operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir.
ÊLIH: Li Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 82'emîn de li ber şaredariyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê Şaredar Nejdet Atalay û "Di hefteya 82'emîn de hêj Şaredar girtî ne" hate vekirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civaki û gelek kesên din amade bûn. Nûnerê Tum Bel-Sen'ê yê Êlihê Muzaffer Çinar, daxuyanî da û diyar kir ku 2 sal derbas bûn, lê hêj îfadeya şaredar û sisayetmedarên Kurd nehatiye girtin. Çinar, anî ziman ku siyasetmedar û şaredarên Kurd 2 salin bê heq û hiqûq girtî en û xwest operasyonên bi dawî bibin û girtî serbest bên berdan. Li vir jî çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.
PIRSÛS: Li Pirsûsê ya Rihayê jî personelên Şaredariya Pirsûsê û reveberên BDP'ê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hate xwestin ku siyasetmedar û şaredarên Kurd 2 salin girtî ne û hêj îfadeya wan nehatiye girtin. Serokê BDP'a Pirsûsê Kadîr Ercan daxuyanî xwed û helwesta AKP'ê rexne kir. Ercan anî ziman ku kêr gihiştiye hestî û êdî tehamula wan nemaye. Ercan, xwest girtî serbest bên berdan û xweseriya demokratîk slav kir.


 NAVENDA NÛÇEYAN