
Mahmud, anî ziman ku kurden li Tirkîyê ye ji bo pirsgerek bi rêbazên aştîyanê çaresêr bikin gelek di berxwe dan. Mahmut, da zanîn ku di hilbijartinên dawî de kurdan serkeftinek mezin bi dest xist, lê li hemberî vê yekê operasonên siyasî jî zêde bûn. Mahmut, bilêv kir ku li Tirkîye di 1924, 1961 û 1982’an de gelek caran zagona bingehîn hatîye gûhartin, lê ji bo kurdan tu tişt nehat kirin û hebûna kurdan nehat qebûl kirin.
‘Bi tûndiyê çareserî pêk nayê'
Mahmud, anî ziman ku tû pirsgerek bi rê û rêbazen tûndiyê çareser nabin û wiha direjî da axaftina xwe. “Giringi bo xebatên demokrasî û aştîyane hene. Li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bûn. Hemû hewldtanên tundiyê nebûne çareserî." Mahmut, polîtîkayên Tirkiyeyê rexne kir û da zanîn ku li aliyekî qala demokrasiyê dike, li aliyê din dixwaze bi tundiyê pirsgirêkê çareser bike.
Mahmut, bal kişand ser operasyonên siyasî û xwest êdî hikûmet makeqanûnek demokratîk ava bike û operasyonên siyasî bi dawî bike. Mahmût, derbirî ku kurd û tirk bi hezar salan in bi hevre dijîn û divê mafê herduyan wekî hev di makeqanûnê de cih bigere.
MURAT KOLCA - DÎHA -HEWLÊR