Xwedî Îmtîyaz û Midûrê Karê Nivisê yê berê ya Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kûrşûn ku 3 sal û 7 mehan girtî ma û serbest hate berdan, diyar kir ku piştî serfermandar û rayedarên hikumeta AKP'ê çapemeniya Kurd hedef nîşan da û şûnde, girtina rojnamegeran destpê kir. Kûrşûn, destnîşan kir ku niha jî bi qanûnên xapînok, hem berteka raya giştî li ser xwe kêm dikin û hem jî Kurdan bêdeng dikin.
Xwedî Îmtiyaz û Midûrê Karê Nivisê yê berê ya Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kûrşûn, di 29'ê çileya 2009'an de li Stenbolê hate girtin. 5 meh û nîv şûnde ew şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Di 5'êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate darizandin. Di darizandinê de bi hinceta "Endamê Rêxistinê ye", "Propagandaya Rêxistinê kiriye" derbarê wî de doz hate vekirin. Bi vekirina dozê re bi cezayeke reqor 525 sal ceza hate xwestin. Ev ceza ji hêla rayagiştî û rewşenbîrên Kurd ve bû sedema nirxandinên ku di şexsê Kûrşûn û Rojnameya Azadiya Welat a tekane rojane de, ji zimanê gelê Kurd re hatiye xwestin e. Ligel van bertek û nirxandinên tûj, hikumeta AKP'ê şûna çewsên li ser azadiya ramanê sist bike, piraniya wan rojnamegerên Kurdbûn, 115 rojnameger xiste girtîgehan. Bi vegûherîna zagonê ya li ser çapemeniyê re, ji bo bala û bertekên raya giştî ya Kurd li ser xwe kêm bike, bi Rojnameger Vedat Kûrşûn û çend kesî serbest da berdan. Kûrşûn ku di 9'ê tîrmeha 2012'an de surgunê Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê kirin, di 24'ê tîrmehê de hate tahliye kirin, diyar kiribû ku ew dê karê xwe yê dema hate girtin mabû, berdewam bike. Li ser zagon, azadiya ramanê û çapemeniyê û pêkûtiyên li ser zimanê Kurdî de agahî da DÎHA yê . 


'AKP zagonên çapemeniyê hişktir kir'
Kûrşûn, bal kişand ser heyecana destpêka weşana rojane ya Rojnameya Azadiya Welat û bibîrxist ku di 15'ê Tebaxa 2006'an de Azadiya Welat dest bi weşana xwe ya rojane kir. Kûrşûn, da zanîn ku Wê demê, digotin rojnameya rojane ya bi Kurdi nikare weşana xwe bidomîn e. Lê bi xebata kedkarên rojnameyê, rojname ev 6 sale weşana xwe didomîn e, lê bi hêztir bûye. Kûrşûn, destnîşan kir ku ev jî ji bo ew kesên digotin nikare weşana xwe bidomîne bû bersiv. Kûrşûn, anî ziman ku ji xwe di 2006'an de Serfermandarê Artêşê Yaşar Buyukanit, rojnameya Azadiya Welat bi awayekê aşkere hedef nîşan dabû û gotibû, 'li Amedê rojnameyeke bi Kurdî ji hêla rêxistinê ve tê derxistin'. Kûrşûn, diyar kir ku piştê vê daxûyaniyê êrîş û zextên li ser rojnamegeriya Kurdî û bi taybetî Azadiya Welat zêde bû. Kûrşûn, wiha got: "Ji aliyekê din ve jî, ji hêla desthilatdariya AKP'ê ve êrîş pêk hatin. Wê demê AKP zagonên çapemeniyê hişktirkir û bi vê awayî çapemeni bû hedefa hêza desthiladar. Berî ku kanûna biguherîn in, bi taybetî çapemeniya Kurd ji hêla desthiladar ve digotin 'ev qanûn derveyê mirovahiyê ye' ji ber vê yekê divê, dernekeve. Wezîrê Dadê yê wê demê Cemîl Çîçek re pirsa mafê çapemeniyê tê sînorkirin hate kirin, wî jî bersiva 'Piştî qanûn derkeve em ê li encamê wê biner in' vaye encamê wê niha li holê ye. Zêdetirê sed rojnameger û bi hezaran siyasetmedar di zindanê de ne."

'Tiştên dikin xapandin e'

Kûrşûn, derbarê zimanê Kurdî û nêzîkatiya rayedarên dewlet û hikumeta AKP'ê de jî, bibîrxist ku berê Wezîrê Karê Derve û Serok Komar diçûn welatê biyanî, di çentê wan de rojnameya Azadiya Welat hebû. Kûrşûn, da zanîn ku wextê pirsa mafê Kurdan ji wan dihate kirin, wan jî rojname derdixistin û digotin 'Vaye bi zimanê xwe rojnameya xwe derdixin' didan. Kûrşûn, destnîşan kir ku bi taybetî, bi rojanebûna Azadiya Welat ev planê wan pûç hate derxistin û her wiha pêkanînên wan ên li derveyê mirovahiyê ji hêla çapemeniya Kurd ve hate aşkere kirin. Kûrşûn, ev tişt gotin: "Ev yek bû sedem ku êrîşî li ser çapemeniya Kurd bikin. Niha dibêjin, 'Li vê welatî Kurdî serbest e û tu astengî li pêşiya wê tune ye'. Lê wextê mirov li wan pêkanînên wan dinêre, ev daxûyaniya wan xapandin e. Li aliyekê dibêjin Kurdî serbest e, li aliyê din jî navên ku tîpên Kurdî tê de ne qedexe dikin. Vaye li Amedê navê parq û navendên çandê yên wekê "Merwanî" û "Cegerxwîn" û her wekê din, qedexe dikin. Ka wê kî ji wan bawer bike?"

'Bi serbestberdana min pirsgirêk xilas nabe'
Rojnameger Vedat Kûrşûn, bal kişand ser sererastkirina qanûnên nû û diyar kir ku niha qanûneke ku dibêjin "Mafê herkesî tê dayîn" derxistin e. Kûrşûn, destnîşan kir ku ev qanûna dawî ku derxistin jî wekî qanûna ji bo zarokan hatibû derxistin e. Kûrşûn, anî ziman ku hem zarokan avêtin zindanê hem jî qanûnên xapînok çend zarok berdan û dawiyê dîsa bi hezaran zarok di zindanê de hiştin. Kûrşûn, wiha pê de çû: "Niha jî qaşo li ser qanûnên xwe yên berê nûbûnek çêkirine û dibêjin 'me qanûnên xwe sererast kirine' lê wextê mirov li qanûnên wan dinêre, wekê qanûnên ji bo zarokan derxistibûn e. Niha dibêjin em we serbest berdidin, lê bi şertê ku heta sê salan hûnê xwe bêdeng bikin. Yanî, di serî de me avêtin zindanê lê niherîn ku ev feyde nake û em xebatên xwe didomîn in, vê carê bi sererastkirina vê kêmaniya xwe me serbest berdan û dibêjin 3 salan ji vê karê xwe dûr bimîn in. Di zindanê de jî û li derve jî bi taybetî jî, bi pêkanînên bi vê rengî nikarin me ji xebatên me dûr bixin. Roja ku ez hatim girtin, xebata min a ku wê rojî sekinî bû, bi derketina min ez ê wê xebata ji cihê mayîn berdewam bikim. Niha di zindanê de gelek hevalên me yên din ên rojnameger hene. Bi serbestberdana min, an jî bi çend hevalên me yên din, pirsgirêka azadiya ramanê yê vê welatî çareser nabe. Ji ber ku hê jî di feraset û nêzîkatiya wan de tu gûhertin çênebû ye. Heta ku feraset û nêzîkatiya wan a bi vê rengî bidom e, li vê welatî mirov nikare ne qala azadiya ramanê bike û ne jî qala mirovahiyê bike."

'Faşîzma pêşketî heye'
Kûrşûn, diyar kir ku desthiladariya AKP'ê li her derê dibêje 'Em demokrasiyê pêk tîn in' lê wextê mirov li wan dinêre faşîzma herî dijwar li ser Kurdan dimeşîn e. Kûrşûn, destnîşan kir ku ew li ser navê Kurdan biryarên ku Kurdan girê dide werdigirin û dibêjin 'di dibistanan de bila zarokên Kurd zimanê xwe bi dersên hilbijartî, hilbijêr in' yanî dibêjin, kesê ku bixwaze bila bi dersa hilbijartî zimanê xwe hîn bibe. Kûrşûn, wiha got:"Lê wextê mirov ji wan bipirse ku zarokên wan bi zimanê xwe bi dersa hilbijarî hîn bibe wê demê qabûl nakin. Lê wextê mijar dibe Kurd, her tiştî li ser me ferz dikin. Niha dibêjin 'li vê welatî demokrasî heye' lê wextê mirov li wan û pêkanînên wan dinêre, ne demokrasiya pêşketî, faşîzma pêşketî heye."


ERDOGAN ALTAN / DÎHA/MÊRDÎN  




Rojnamegerê girtî Kiliç rewşa girtîgehê vegot

Dadgeha bilin bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û 2 caran jî "propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 9 meh cezayê girtinê da Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Ozan Kiliç û Kilinç 2 salin di girtîgehê de ye. Kilinç di nameya xwe de li ser pirsgirêkên girtîgehê rawestiya,
Kilinç, da zanîn ku ji bo Çapemeniya Azad bêdeng bikin hemû rêbaz ji hêla hikûmetê ve hat ceribandin. Kiliç, destnîşan kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yen salên 90’î niha jî bi rêbazen cuda didomin û wiha got: “Lê çi bikin bila bikin tu carî Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin. Em wekî dê bêti têkoşîna xwe bilind bikin. Em hêza xwe ji Apê Mûsa, Hrant Dink û şehîdên çapemeniyê digirin. Tu hêz nikare têkoşîna me asteng bike.”
Rojnameger Ozan Kilinç ji ber dozên ku ji bo Rojnameya me hatî birîn 27 sal ceza hat dayîn û piştre ev ceza daxistin 6 sal 9 meh. Kilin wiha dirêjî da nameya xwe: “Pêkanînên ku bi navê qanûnan tê kirin bê hikûqiya herî mezin e. Ez ji ber nivîs û nûçeyên ku di rojnamê de derketî hatim ceza kirin. Her wiha tişta sosret jî nivîs û nûçeyên Kurdî yên ku di rojnameyê de hatî weşandin xelet hatiye wergerkirin û dîsa jî ceza hat dayîn.”
Kiliç, di dawişa nameya xwe de qala sextên li ser girtiyan kir û wiha got: “Li girtîgehan zextên li hemberî girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Girtî bi zorê tên tazî kirin, bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Her wiha kapesîteya girtîgehê jî êdî terê nake û ev jî xwe re pirsgirêkan tîne. Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin, yên ku tên tedawîkirin jî kelepçeyên van nayên derxistin. Divê raya giştî li ser rewşa girtîgehan bêdeng nebe.”

DÎHA/STENBOL