Berdevkê Melisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Ocalan bi anga PKK'ê ya têkildarî girtiyên di destê PKK'ê de nîşan daye ku înîsiyatif di destê wî de ye.

Nivîskar Necmiye Alpay, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiriye ku di destê dewletê de girtî hene û di destê PKK'ê de jî girî hene û lazim e ku girtî bigêjin malbatên xwe û wiha got: "Em bawer dikin ku Ocalan bi gotina 'Girtiyên di destê dewletê de" behsa girtiyên KCK'e dike. Nêzî 10 hezar siyasetmedarên sivîl hene. Ji ber ku gelek girtî li dijî hiqûqê girtî ne. Ocalan dibêje rehîne. Ji ber ku li dijî zagon û hiqûqê girtî ne. Divê her du alî beramberî hev girtiyên destêx we de serbest berdin. Gelek kes ji ber vê pêvajoyê bêzar in. berpirsê vê pêvajoya xerab dewlet e. Ji ber pêkanînên dewletê gelek mirovan rahiştiye çekê û dest bi têkoşîna çekdarî kirine."

'Daxwazên me hêj nehatine bersivandin'

"Alpay, da zanîn ku ger herdu alî girtiyên di destê xwe de serest berde dê pêvajoyê ber bi çareseriyê de bibe û wiha berdewam kir. Divê girtiyên KCK'ê serbest bên berdan. Ev dê bê wateya efoya giştî. Êdî li Tirkiyeyê pêdivî bi efuya giştî heye. Dewlet polîtîkayên dualî dimeşîne. Di van polîtîkayan de aliyek tê ji bîrkirin. Heta niha berdewarî û daxwazên me nehatine bersivandin û nehatine çareserkirin. Daxuyaniya Wezîr Cemîl Çîçek a der barê 4'emîn Paketa Darazê a 'Em dê bi sînor bigirin' pêvajoyê pêş naxe. Dixetimîne. Ji bo muzakere dest pê bikin divê hin gavên şênber bên avêtin. Daxuyaniyên Îmraliyê yên aşkere berpirsiyarî da hikûmetê. Vîna çareseriyê nîşan da. Ev berpirsiyarî û bar dide ser me demokrasîparêz û parazvanên mafên mirovan."
Alpay, da zanîn ku di vê pêvajoya şensa dawi de divê zimanê aştiyê bêbikar anîn rastî neyê veşartin. Alpay, xwest her kes ji nehiqiyan û gotinên neyînî birevin û bi hestyar tev bigerin.

'Pêvajo li ser pişta kêrê ye'
Hîndekarê zanîngeha Yedîtepe Yrd. Doç. Dr. Maya Arakon jî bal kişand ser hevdîtina heyeta BDP ya li îmraliyê jî û wiha got: "Peyama Di destê dewlet û PKK'ê de girtî hene' Bi qazî ez fam dikim tê wateya dixwaze mutahabên wekhev bên avakirin. Ji bo muzakere muhatabiya wehkev pir girîng e. Di pêvajoya ku Rojhilata Navîn dijî de divê êdî teqez pirgsirêka kurd çareser bibe. Êdî pirsgirêka kurd pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî girîng e. Li Iraqê hikûmeta kurdan û li Sûriyê PYD heye. Li Rojhilata navîn êdî hevsengî hatin guhertin. Qeyrana li Sûriyê wekî Tirkiye dixwest pêş neket. Ji ber ku daxwaza DYA ya Îstîqrara heremê heye dê berê Tirkiyeyê bê guhertin. Divê Tirkiye sala 2013'an baş binirxîne. Ger ku Tirkiye li herêmê dixwaze bibe hêz, wê demê divê teqez pirsgirêka kurd çareser bike. Me qetilkirina li Parîsê dît. Pêvajo li ser pişta kêrê ye. Divê em pir baldar û bi sebr tev bigerin."

'Divê êdî Tirkiye fêrî aştiyê bibe'

Arakon, anî ziman ku ji bo 2 alî bi aramî muzakereyan bikin divê berî her tiştî pêvajo ber bi aştiyê ve biçe. Divê hikûmeta AKP'ê projeyên xwe yên şênber aşkere bike. Hikûmetê bi Ocalan û MİT'ê re hevditin pêk anîye. Em hêvî dikin ku dê hikûmet gavekê bavêje. PKK ji fezayê nehatiye. Hemû endamên wê zarokên gelê heremê ne. Tirkan bi qasî kurdan êş û jar nekişandin. Kurdan dizanîbû ji bo çi şer kir.
Berdevkê Melisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Ocalan bi anga PKK'ê ya têkildarî girtiyên di destê PKK'ê de nîşan daye ku înîsiyatif di destê wî de ye. Tahmaz da zanîn ku hevdîtina heyeta BDP'e rê rêgeha pêşerojê nîşan bide û wiha got: "Ev hevdîtin girîng e. Em hêvî dikin ku dê rê li pêş pêvajoyek nû veke. Ji ber ve yekê xwedî rolekî dîrokî ye.
Di vê pêvajoyê de dê helwesta hikûmetê diyar bibe. Berê di destê Ocalan de nexşerê hebû. Lê hikûmhetê weki ku ev nexşerê tune be tev geriya. Ji ber vê yekê pêvajo pêş neket. Banga Ocalan a ji bo girtiyên di destê PKK'ê û dewletê de girîng e. Demek dirêj e ji bo girtî serbest bên berdan banga me hebû. Lê Ocalan dîsa înisiyatif pêş xist û nişan da ku di vê pêvajoyê de înîsiyatif di destê wî de ye. Divê dewlet girtiyên siyasî berde û PKK jî girtiyê destê xwe de berde."

DÎHA/AMED  




Banga azadiya girtiyan

Hewldana Aştiyê ya Amedê ya Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê, encamnameya kompexata "Çima, ji bo kê û aştiyek çawa" li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê parvekir. Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê encamnameya Komxebata ku duh Nivîskar Çengîz Çandar, Maya Arakon, Mete Çubukçu, Celal Başlangiç, Ali Bayramoglu û Prof. Dr. Mehmet Bekaroglu û gelek kesên din tevlê bûbûn li salona Civinê ya Vedat Aydin ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi çapemeniyê re parve kir. Di civînê de endamên Hewldana Aştiyê Mehmet Emin Guler, Şemsettîn Koç, Yilmaz Turgut û Gafur Turkay amade bûn. Di encamnameyê de li ser hevdîtina heyeta BDP'ê ya Îmraliyê û peyamên Ocalan rawestiyan. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ji bo rê li pêş aşti û çareseriyê bê vekirin divê berî her tiştî şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê bên mîsogerkirin û muzakre dest pê bikin.
Endamê Meclise Mehmet Emîn Guler encamname xwend û wiha got: "Hevdîtinên di navera Hikûmetê û Rêberê PKK'e Birêz Abdullah Ocalan de ji bo çareseriyê rê li pêş pêvajoyek nû vekiriye. Şensek nû daye çaresekiyê. Divê her kes piştgiriyê bide van hevdîtinan û di her alîe de rê li pêş muzakereyan veke. Ji bo ku hevdîtin di nava ewlehiyê de pêk bê divê berî her tiştî agirbest bê îlankirin û alî gavan berbi hev ve bavêjin. Divê dewlet girtiyên ji doza KCK'ê û PKK jî girtiyên di destê xwe de serbest berde."
Guler, di berdewama encamnameyê de xwest ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve pêş bikeve û muzakere bi ewle bên kirin divê berî her tiştî şertên Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bên. Divê zimanê înkar û neheqiyê bi dawî bibe û zimanê hezkirin û aştiyê pêş bikeve. Divê êdî her du alî jî hev qebûl bikin. Divê rê li pêş siyasetê bê vekirin û hemû beşê civake piştgiriyê bide vê pevajoyê. Divê muzakere di nava şertên wekhev de pêk bên."
Guler, berdewama encamnameyê wiha anî ziman: "Divê Tirkiye şert û mercên xwe li ber çavan bigire. Divê Tirkiye tenê li ser esasêb bêçekbûnê nîzî çareseriyê nebe. Divê ji bo bingeha pirsgirêkae Kurd di makeqanûnê de gav bên avêtin. Divê makeqanûn bê guhertin û di nava xwe de aştiya civakî pêş bixin. Divê Tirkiye aştiya xwe û cîranan pêş bixe. Riya çareseriyê riya muzakere û diyalogê ye.
Divê her kes piştiriyê bide kampanya îzeyan a STK'yan a 'Em mil didin aştiyê" û tev li kampanya aştiyê bibin."