Pêşveçûna pêngava şervanên YPG û YPJ’ê ya li gundên Kobanê dan destpêkirin, didome û li her kolanên Kobanê şopên şer û berxwedanê hene. Li rojhilatê navenda bajar ku pevçûnên dijwar lê hatin jiyîn li xanî û kargehên wê herêmê şopên şer balê dikişînin, şopên guleyan yên perdeyên ku li kolanên bajar bi armanca astengkirina sûîqestê hatine kişandin, aliyên pevçûnê li ber çavan radixe. Ev kolanên ku heta hefteyek berê di bin dagirkeriyê de bûn, şervanên YPG û YPJ’ê çeteyên DAIŞ'ê ji wan kolanan paqij kirin û hema hema li her nuqteya navenda bajar yekîneyên asayîşê hatine avakirin û ewlehiya bajar digirin. Hejmara mewzî û bi hezaran guleyan nayê texmînkirin. Di nava kolanên ku wesayît wek mertal hatine bikaranîn de dimeşîn û di avahiyên hilweşiyan de kevokek birîndar bala me dikişîne. Kevok pozê serkeftinê dide objektîfa me.

Em di nava bajar de pêş dikevin, zarok û şervanên YPG û YPJ’ê yên li ber wan derbas dibin nîşaneya serkefinê didin. Her ku em ber bi rojavayê bajar diçin aliyê şer û berxwedanê hinek din xwe dide hîskirin. Li hewşa xaniyekî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye wêrankirin, cil û bergên şûştî yên li ser têlê dikeve ber objektîfên me. Em serketina Kobanê ku di her pêngava wê de şopên berxwedanê heye, careke din di rûyê şervanên ku ji eniyê tên de dibînin.


'Li her kolanê şehîdên me hene'

Em ber bi Girê Miştenûr ku bûye sîmgeya azadiyê nêz dibin û ala YPG’ê û şervan li ber çavên me dikevin. Em di rê de jineke ku xwarinê dibe ji şervanan re dibînin. Ala TEVDEM’ê bi bandora ba re bi Kobanê re dibe yek. Em bi şervanên YPG û YPJ’ê re ku li Miştenûrê nobetê digirin re sohbetê dikin. Şervana YPJ’ê Avaşîn Kobanê ku ji destpêka êrîşan de di berxwedanê de cih digire diyar kir ku şerê Kobanê şerê hebûn û tunebûnê ye û wiha got: “Li her kolana ku me azad kir şehîdên me heye.” Avaşîn bal kişand ser rola pêşeng a jinê.

Avaşîn destnîşan kir ku wan xelekên çeteyan bi tililiyên xwe şiandine û wiha pê de çû: “Şehîd Arîn bedena xwe teqand û bi vê re DAIŞ tine kir. Me di her şehadet û di her çalakiyê de bê tirs û bi hêzek mezin meşiyan. Jinên li Kobanê li ber xwe dan ji bo jinan rûpelek nû vekirin. Jiyanek nû afirandin. Ya ku ev îrade bi me re afirand felsefeya Rêber Apo û îdeolojiya wî ye. Têkoşîna me ji bo tunekirina çeteyan û parastina gelan e. Ji ber vê em ê hemû gundan rizgar bikin.”


KADRÎ OZKAN/ROJDA KORKMAZ/DÎHA/KOBANE