Îro jî ji bo muzeya şer hemû muhîmat û bermahiyên derdorê li vê hewşê hatine berhevkirin. Ev der baxçeyekî ji êşeke mezin e.

Me ji hev re digot, gelo çend kes bi bandora vê topa hewanê jiyana xwe ji dest dane, ev pêlîstok a kîjan zarokî bû. Di vê navberê Heval Karker nêzî me dibe. Bi ‘Dem baş’ bersiva me dide.  Ez dibêjim ‘Hûn li vir çi dikin’, ew jî dibêje ‘Ez tevlî YPG’ê’ bûme û dibêje; navê min Karker e, ez 60 salî me, ez ji Sînopiyê me, ji warê Diyojen im.”

Min di berxwedana Kobanê de gelek Tirkiyeyî nas kir lê ev 60 salî ye, ji Sînopiyê ye û Arnavut e. Neviyê bapîreke ku beriya yekemîn şerê cîhanê gerîlatî kiriye Karker. Bi eslê xwe ji Prîştîne ye. Di duyemîn mubadeleyê de sirgûnê Sînopê hatine kirin. Li wir ji dayik bûye. Bavê wî di kana madenê de dest bi kar kiriye û bi vê re bar kirine Zongûldakê.

Di 13 saliya xwe de bavê xwe di qezaya madenê de ji dest dide û diçe cem metka xwe ya li Stenbolê. Taxa ku metka wî lê dimîne jî taxa şoreşgerane. Bi hevkariya şoreşgerekî, di pirtûkxaneyekê de dest bi kar dike. Di sala 76’an de endamên tevgera Rizgarî nas dike û bi wan re dixebiite. Di korteja Ala Rizgarî ya 1’ê Gulana bi xwîn ya 77’an de cih digire. Di 78’an de tê girtin û bi Îsmaîl Beşîkçî re di heman koxuşê de dimîne. 

Di dawiya salên 91’ê de ji girtîgehê derdikeve û tê Stenbolê û karê neqliyatê dike. Şaxeke neqliyatê li Dîlokê ava dike. Ji ber kar diçe Dîlok, Siwêregê. Li Heweg û Siwêregê xebatan dimeşîne. Cemîlê Êlihî bi tesadufî nas dike. Kurd û Kurdistanê her tim eleqeya wî kişandinye.  Di pêvajoyên HEP-DEP’ê de aktîf cih digire. Dixebite. 

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir. Li ser banga Ocalan tê Pirsûsê. Li gundê Alîzer-Mahser û Musa Anter çalakiyên zincîra mirovahiyê û nobetên sînor rêxistin dike. Kursiyên gel ava dike û perwerdeyan dide. 

Paşê derbasî Kobanê dibe. Ew çend rojan li Kobanê digire. Li her derê bombeyên teqiyayî, topên hewanê û mayîn hene.  Bi rayedarên Kobanê re hevdîtinê dike û hemû bermahiyên bombe, top, mayînan berhev dike û hewl dide muzeya şer ava bike. Ji bor kar şervanê YPG’ê Fedayî li gel wî tê wezîfedar kirin.  Gelê Kobanê êdî wan nas dikin. Kî li ku bermayînan bibîne agahiyê didin wan.  Heta îro nêzî 800 bombeyên nehatine teqandin,  topên hewanê, mayîn û bobmeyên destan berhev kirine.

Karker diyar dike ku Rêbertî dibêje ‘dîrok di demê de tê jiyîn.’ Karker wiha berdewam dike: “Ez niha şahidê vî şerî me. Parçeyekî wê me û di nav de me.  Ez li dijî DAIŞ’ê li vir im. Ev 40 sal e me li kolanan banga sosyalîzmê û şoreşê kir. Em ê sosyalîzmê li vir ava bikin. Werin em sosyalîzmê bi hev re ava bikin.”


ROJÎN AKIN/ANHA/KOBANÊ