Partiya Karkeran ku xwest di hevdîtinê de provakasyonê derbixe, hewldanên wan têk çûn. Oran di axaftin xwe de got ger ev hêvjiyên aştiyê bişikên dê felaket pêk bê.

Bi banga TKMM’ê  saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên sivîl li Navenda Çanda Turkan Saylan bi Baskin Oran re k udi heyeta Aqilmendan de cih digire hatin cem hev.
Komek ji partiya Karkeran beriya civînê li ber navenda Çanda Turkan Saylan hatin cem hev û hewldana provakasyonê pêk anin.  Polîsan ewlehî girtin û nekarîbûn bikevin hundir. Baskin Oran der barê pêvajoyê de hinek nirxandin kir.

Rîska mezin

Oran got ev 30 sale şer didome û got: “Şerên 30 salan li Ewropayê di navbera Katolîk û Protestanan de pêk hat.  Li Tirkiyeyê jî 30 sale şer pêk tê. Her roj wendahî çêdibin. Şehîd dikevin.  Wendahiyek mezin çêbû. Di alî aborÎ, civakî û siyasî de. Ya herî girîng jî 40 hezar kes mirin.
Oran da zanîn got hêviyên wan yên aştiyê hene û got: “Ligel ku fikarên min hene jî, ez tevli pêvajoyê bûm. Cara yekemîne ku li Tirkiyeyê serokwezîrek destê xwe dike bin kevir. Li aliyê din jî Abdullah Ocalan bi daxuyaniya xwe ya Newrozê rîskên mezingirtiye ser milê xwe.

Wê felaket çêbe

Piştî axaftinan Oran pirs bersivandin û li ser pirseke; Ger ev pêvajo bixetime, pevajoyek çawa li bendê Tirkiyeyê? Wiha got; Ger ev pêvajo bixetime dê felaketeke mezin çêbibe. Herî zêde Kurd piştgiriyê didin vê pêvajoyê.  Ji sedî 82 pişgiriyê didinê.  Li gorî daneyên dawî yên hevalên me yên heyeta aqilmedan ev bûye ji sedî 90. Ger ev hêviyên Kurdan têk biçin, dê her roj li navendên Danûstandinê parçeyên cesedan bi ser me de bên.
Li ser pirseke din a wekê; We got fikarên min hene, hun dikarin hinekî vekin? Jî wihagot: “Ger PKK vekişe û piştre pêvajoya demokratîk dest pê neke dê hêvî û bawerî nemîne û dibe k udi nava PKK’ê de komên marjînal derkevin. Niha rêxistinek ji yek navendê heye. Lê di wê pêvajoyê de dibe ku 10 rêxistinên cuda derkevin pêşberî me. Ji ber vê ev peywir dikeve ser milê hikûmetê.

ÎZMÎR