Koordînatorê Îdareya Komeleya Piştevaniya Penaberan (Multecî-Der) Piril Erçoban, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî koçber pirsgirêkên mezin dijîn. Piril Erçoban, diyar kir ku penaberên li Tirkiyeyê dijîn rastî zextên mezin tên.
18'e Kanûnê roja Penaberên cîhanê ya navneteweyî ye. Di sala 1997'an de Organîsazyonên Fîlipinlî û Asya yên koçberan 18'ê Kanûnê wekî Roja Penaberên Navneteweyî ya Cihanê qebûl kir. Piştî vê yekê 18'ê Kanûna 1990'an Lijneya Neteweyên Yekûbî Konvansiyona Parastina Mafên Malbat û Karkerên Penaberên Neteweyî îmze kir. Di 18'ê Kanûna 2000'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi awayekî fermî wekî Roja Penaberên Neteweyî" hate îlankirin.
230 mîlyon koçber hene
Li gorî daneyên NY'ê li cîhanê 230 mîlyon mirov penaber dijîn. 10-20 sal berê hêjmara penaberan 178,5 - 155,5 mîlyon bû. Di salên 1990 - 2010'an de hêjmara welatên ku koçber li ser dijîn di navbera 57 û 64’an de ye. Di cîhanê de herî zêde penaber li DYA, Rûsya û Almanya dijin. Heta niha li gel Tirkiyeyê 43 welatan peymana paneberiyê îmze kir. Lê Tirkiyeyê xalên 15, 45, 46, 76 û 77. daxuyand û xala 40'an jî şert danî. Balkêş e tu welatên NY'ê peyman îmze nekiriye. Li gorî daneyên NY'ê ya 2011'an 46.5 mîlyon mirov bi zorê ji warê xwe koç kirine. 20.1 mîlyon mirovan ji ber zilm û zordariyê koç kirin. 29.4 mîlyon kesan jî di nava welatên xwe de koç kirin. Niha 4 mîlyon Filistinî koçber in. Hemû di bin zilmê de dijîn.
Tirkiye bi qezayên koçberan tê zanîn
Tirkiye rêgeha penaberan e. Penaberên ku ji Afganîstan, Hîndîstan, Îran û Îranê diçin Ewropayê bi piranî di ser Tirkiyeyê re diçin. Herî dawî li navçeya Menderesa Îzmirê di 6'ê Îlonê de qeza pêk hat û di qezayê de 63 penaberên Kurd ên ji Sûriyeyê diçûn Ewropayê noqî avê bûn.
Li gorî daneyên Komîseriya BKilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) li Tirkiyeyê heta meha cotmeha 2012'an 31 hezar paneber hene. Dîsa 16 hezar û 500 welatiyan serî li BMMYK’ê dane û li benda bersîvê ne. Li gori daneyên fermî li kampên ji bo penaberên Sûrî hatine avakirin heta 13'ê kanûna 2012'an 138 hezar û 965 penaber dijîn. 80 hezar penaberên surî bûne xwedî cih û war. Bi tevahî 220 hezar in.
Li gorî daneyên AFAD'ê li 13 konbajaran 136 hezar û 810 welatiyên sûrî dijîn. Li Hatayê 12 hezar û 852, Dîlok 24 hezar û 401, Kîlîsê 13 hezar 674, Riha 54 hezar û 362, Osmaniye 7 hezar û 915, Semsûr 7 hezar û 449, Mereş 15 hezar û 501.
Koordînatorê Îdareya Komeleya Piştevaniya Penaberan (Multecî-Der) Piril Erçoban, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî koçber pirsgirêkên mezin dijîn. Piril Erçoban, diyar kir ku penaberên li Tirkiyeyê dijîn rastî zextên mezin tên û wiha got: "Welatiyên koç dikin ji ber şert û mercên xerab neçar dimînin koç dikin. Lê dema koç dikin jî dîsa rastî zext û zordariyên mezin tên. Tên kuştin, rastî tacîz û tecawizê tên. Welatiyên ji welatên xwe koç dikin û diçin welatên din ji destpêka koçê heta dawiya koçê zor û zextêm nezin dijîn. Welatiyên koç dikin ji ber li welatê lê bi cih dibin nabin xwedî statu mafê wan ê penaberiyê tê binpêkirin.
ALPER ATALAY / DÎHA/ENQERE