ŞÎNDA EKREM-SILAVA EBDULREHMAN / ANHA/QAMIŞLO

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 25 hezar xwendekarên Serêkaniyê ji xwendinê bê par mane. Di encama êrişan de bi hezaran kes ji herêma şer koçberî Hesekê û Qamişlo bûn. Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 25 dibistanên li herêma Serêkaniyê wêran kirine. Her wiha dibistanên din veguherandine bargehên leşkerî. Ji ber êrişa Tirkiyê zêdetirî 25 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par mane.”

Zarokan berî kincan rahiştin çanteyên xwe

Haco bi bîr xist ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê tevahiya amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2019-2020`an temam kiribûn û da zanîn ku dibistanên xirabe jî tamîr kiribûn û li xwendinê vekiribûn.

Haco di nav gotinên xwe de got: “Di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser bajarê Serêkaniyê, min dît ku çawa zarokan li şûna cilên xwe çanteyên dibistanê hildigirtin. Ev jî asta hezkirina zarokan ji zanînê re îsbat dike. Divê dewletên ku mafên zarokan diparêzin erkên xwe yên mirovî li hemberî bi hezaran zarokan bînin cih, paşeroja wan dabîn bikin û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku ji herêmên dagirkirî vekişe.”

Paşeroja perwerdeyê di tehlûkeyê de ye

Li gorî qanûnên navdewletî yên ku mafên zarokan diparêzin, nabe cihên giştî mîna dibistan, nexweşxane û zanîngeh di şeran de bîne xira kirin. Lê dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê dibistan wêran kirin. Li gorî agahiyên ku gihaştine me 25 dibistanên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê hatine wêrankirin.”

Di dawiyê de Mihemed Heco bang li rêxistinên cîhanî û yên têkildarî mafê mirovan û zarokan kir û xwest helwestên ciddî li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin û got: “Paşeroja perwerdehiyê li herêmê ligel van êrişên dijwar di xeteriyê de ye.”