Yek ji Fermandarên QSD`ê Umed Gabara di merasîma oxirkirina şehîdan de li Tebqayê axivî û diyar kir ku 300 eskerên Rejîma Sûriyê xwe spartine QSD`ê.
Di merasîma oxirkirina du şehîdên Reqayê li Tebqayê de, yek ji Fermandarên QSD`ê Umîd Gabar pêr axivî û destnîşan kir ku Rejîma Sûriyê îdîa dike ku wê QSD`ê herêmên xwe yan jî Tebqayê radestî artêşa Sûriyê bike û wiha pê de çû: "Bila gelê me baş zanibe, di 5 salên ji şoreşa me de, em wekî YPG´ê û piştî avakirina QSD`ê bi hêzên din re, me bihostek axa xwe radestî tu aliyan nekiriye. Axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, milkê gel e û em radestî tu hêzan nakin”. Gabar got, berovajî îdîayên Rejîma Sûriyê, zêdetirî 300 eskerên rejîmê xwe spartine QSD`ê. Lê derbarê cih û dema ku eskeran xwe spartiye QSD`ê de, Umîd Gabar ti agahî nedan, lê tenê got, "di vê demê de" xwe spartine hêzên wan.
ANHA / TEBQA