Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şer û pevçûnên li herêma Colemêrgê de ev agahî hatin dayin ku di Roja 29’ê Tîrmehê li dijî operasyona artêşa TC a dagirker ku mabeyna gundên Serero, Bêtkarok û Şapatanê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar dixe, çalakiyên gerîlayên me jî bi berfirehî dewam kirine.   HPG’ê ragihand ku ji 29‘ê Tîrmehê heta 1’ê Tebaxê li dij hêzên dewletê yên derketine operasyonê û li herêmê bicîh bûne çalakiyên bi bandor pêk hatine û ev agahî hatin parve kirin: “Di van çalakiyan de bi giştî 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Dema çalakî û şerên giran ên 2 rojan de 2 gerîlayên me jî şehîd ketine. Ev operasyon hê jî didome. Her ku agahiyên nû werin jî em ê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

31’ê Tîrmehê saet 08.00-13.00’an hêzên me li dijî qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Heman rojê li dijî xeta elektrîkê ya li qada Berçelan a Colemêrgê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev îmha kirin.” 

 

Li Çewlîkê serwîsa polîsan bû hedef

Di daxuyaniya HPG’ê de hate ragihandin ku wesayita zirxî ya polîsan di 1’ê Tebaxê de bûye hedefa hêzên wan û di çalakiyê de 11 polîs hatine kuştin, 6 polîs jî birîndar bûne. 

Her wiha hat ragihandin ku di 31’ê Tîrmehê de li Qilêban a Şirnexê koma leşkeran a li girê Kuroşîna bicîh bûne bûne hedefa gerîlayan û encamên çalakiyê hêna zelal nebûne.  


 ANF/BEHDÎNAN