Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Komên DAIŞ'ê êrîşî embarên genim ên navçeya Sirînê kirin. Yekîneyên me bi hevkariya Lîwa Cebhet El-Ekrad û Lîwa Ehrar Sûriya bersiva êrîşê dan û di encamê de 35 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û nehiştin ku komên DAIŞ nêzî embarên genim bibe ku ev der wekî deriyê bajarê Kobanê tê nasîn. Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG'ê de hate ragihandin ku komên DAIŞ'ê ambarên genim ên navçeya Sirînê topbaran kirine.


Tifaqa li dijî DAÎŞ´ê
Navenda Çapemeniya YPG'ê ya herêma Kobanê diyar kir ku tabûrên Artêşa Azad û Eniya El-Ekrad li dijî DAIŞ'ê bi YPG'ê re bûne yek. Di daxuyaniyê de YPG destnîşan kir ku di pevçûnan de Eniya El-Ekrad, tabûra Tiwar Reqa û tabûrên Artêşa Azad piştgiriya YPG'ê dikin û hemû hêzên şoreşger bi hevre bûne yek. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama berxwedana şervanên YPG'ê û piştevanên wan de endamekî tabûra Reqa jiyana xwe jidest da û 2 endamên wan birîndar bûne, her wiha şervanekî YPG'ê jî birîndar bû ye. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku di pevçûnan de gelek endamên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

KOBANÊ