Hejmara 73´yan a kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê “Bîrnebûnê” derçû. Ev hejmara yekem a sala 2019´an bi nivîsa edîtoriyê ya Alî Çîftçî dest pê dike. Di vê hejmarê de Hesen Huseyîn Denîz bi gotara xwe “Di kurdî-kurmancî de girîngiya ziman“, Muzaffer Ozgur bi lêkolîna xwe ya li ser “Kurdên Çorumê”, Rohat Alakom bi nivîsa xwe ya bi navê “Koçberiya kurdan ber bi Swêdê ve” û bi nivîsa li ser deklarasyonên Êzîdiyan, Nuh Ateş berê xwe daye “Gotinên çê û neçê”, Memê Mala Hinê bi hevpeyvîna xwe ya bi Zara Hacî Îwiş re, Ecevit Yildirim bi beşa diduyê ya gotara xwe ya li ser Reşo û Nuh Ateş jî bi bi “Kurtenasandina romana Li benda keskesorê“ cihê xwe girtine.
Mem Xelîkan jî kurteçîrokek bi pexşanî nivîsandiye bi zimanê Kurdên Anatolê bi navê “Ew bê min nake.”
Ji bilî wan nameya Hozan Chia ji Xoresanê, nîvîseke bîranîneke li Cihanbeyliyê ya Îbrahîm Korkmaz, kilameke şînê ya Mehtab Îdelî berhevkirî, helbestên Xizan Şîlan û Seyfî Dogan jî ji dewlemendiya vê hejmarê ne.
STENBOL