Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê ya meclîsê de helwesta AKP'ê ya li hemberî komkujiya Roboskî, Girtîgeha Pozantî ya Zarokon, tundiya li ser jinê rexne kir û diyar kir ku ew vîna çareseriyê li pêş xwe nabînin. Kişanak, anî ziman ku her kes baş dizane vîn û aktore herî mezin ê çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Kişanak, bilêv kir ku jin ji bo çareseriyê û li diji tecrîdê li qadan in û wiha got: "Îsal ji bo azadiya Brêz Ocalan bixwazin û komkujiya siyasî bi dawî bibe li qadan in. "
Hevseroka Gixştî ya BDP'e Gultan Kişanak di koma BDP'ê ya Meclîsê de li ser mijarên girîng axivî. Kişanak, di serî de bal kişand ser komkujiya li Roboskiye û diyar kir ku 70 roj di ser Roboskiyê re derbas bû, lê hêj komkujî ronî nebûye û berpirsiyar nehatine darizandin. Kişanak, da zanîn ku Her hefte li ser navê 34 kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin name ji Serokwezîr, Wezir û Serokomar re tên şandin, lê wan li hemberî vê yekê xwe ker û kor kirine.
Kişanak, li ser Girtîgeha Pozontiyê jî rawestiya û da zanîn ku di serî de malbatan sirgun dikin, pişt re bi polîtikayên perçekirinê wan teşwîkî nava çalakiyan dikin. Kişanak, da zanîn ku piştî zarokên dikevin nava çalakiyan bi hinceta kevir avêtine tên girtin û li girtîgehan jî rastî tacîz, tecawiz û işkenceyê tên û wiha got: "Di serî de malbatan sirgûn dikin. Zarokên wan ji her tiştî dûr dixin û li ser zarokên Kurdan polîtîkayên perçekirinê dimeşînin."

'Zarokan teslîmî malbatên wan bikin'
Kişanak, bilêv kir ku li gel agahiya Wezareta dadê pê hebû jî ser bûyerê girt û piştî ku bûyer teqiya niha dixwaze wekî ku başiyê dike divê 'Em dê zarokan sewqi girtîgeha nû bikin.' Kişanak, dazanîn ku çareserî ne ev e u wiha got: "Divê hemû zarok teslîmî malbatên wan bên kirin. Divê hemû kesên xwesî wîjdan û edalet li hemberî vê yekê isyan bikin. Divê her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû kesên xwedî wîjdan li van zarokan xwedî derkevin."

Îstatîstîkên Wezira Dadê
Kiyanak, bal kişand ser serdema AKP'ê û girtina zarokan û wiha berdewam kir: "Hêjmara zarokên girtî ji sedi 42 zêde bûn. Li gorî daneyên Wezareta Dade di cotmeha 2010'an de 2021 zarok girtîbûn û jê 1623 zarok bêsûc girtî bûn. Ev nîşan dide ku mafê zarokan çawa tê binpêkirin. Disa li gorî daneya 2005'an de di çarçoveya TKM'ê 17 zarok girtî bûn, di 2009'an de hêjmara girtina zarokan derket 1105'an. Di sala 2010'an de gihişit 1600 zarokî. Di sala 2001'an de ji 100 zarokî yek ji dozên çalakiyan dihatin darizandin, lê di sala 2010'an de ev hêjmar derket ji sedî 42'yan."

'Em dê di 8'ê Adaredê li qadan bin'

Kişanak, bal kişand ser pîrozbahiyên 8'ê Adarê û wiha berdewam kir: "Em ji bo ked, têkoşîn û doza jinên ku rê li pêş me vekirine biparêzin em dê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Em ji bo di 8'ê Adarê de bi dengekî bilintir û bi tevlêbûnek xurttir li qadan bin di têkoşînê dene. Ji bo 8'ê Adarê bibe betlana fermî em pêşniyara guhertina zagonê didin meclîsê. Me dixwest ku di vê 8'ê Adarê de roja 8'ê Adarê bibe roja betlanê. Lê mixanin ne wisa ye."
Kişanak, destnîşan kir ku di pergala cîhanê de serdestiya zilam heye û ev feraset li pêş azadî, vin û dêkoşînê dibe asteng. Kişanak, bilêv kir ku ev feraseta serdest a zilam li pêş têkoşîna jinê ku dixwaze bibe vîna azad dibe asteng û wiha pêde çû: "Niha zêdeyî 500 hevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê û li gorî felsefe û bîrdoziya rizgariya jinê tev digerin di girtîgehê dene. Ez lir silav û piştgiriya xwe ji wan re dişînim. Em ji hevalên girtî re dibêjin bila dilê we rehet be û bi milyonan jinên li derve dê li şûna we jî siloganan biqîrin, li şûna we daxwazên xwe bînin ziman. Em heskirina xwe ji were dişînin."

'Astengiyan li pêş jina Kurd rakin!'

Kişanak, bibîrxist ku jina Kurd di 1'ê Adarê de li Colemêrg û Nisêbînê starta çalakî û şahiyên 8'e Adarê dan û wiha axivî: "Her roj bi hezaran jin derdikevin qadan û ji bo azadî û rizgariyê diqîrin. Jinên Kurd bi dirûşmeya "Ne tecrîd azadî û mukere" derketin qadan û daxwazên xwe yên li dijî tecrîdê û şer tînin ziman. Dixwain li şûna şer aştî û li şûna tecrîdê muzakere dest pê bike. Ji ber vê yekê jin her tim ji bo çareseriyê dixwazin diyalog û muzakere dest pê bikin. Ger ku ev daxwazên jinan pêk neyê. Dê dîsa şer û kuştin bidome. Ji ber vê yekê em li dijî polîtîekayên teslîmgirtinê, şer, perçekirinê û xetimandina çareseriyê derdikevin."
Kişanak, da zanîn ku her kes baş dizane di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê herî bi bandor Ocalan e û xwest bi li lezgîn muhatab bê girtin. Kişanak, bang li hemû jinan kir û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de bi alên xwe yên mor dakevin qadan û ji bo aştî û azadiyê daxwazên xwe biqîrin.

'Bila Wezîr Şahîn li mîtîngê jinan binere û biaxive'
Kişanak, helwesta Wezîra Polîtikayên Malbat û Civakê Fatma Şahîn a bila jin rol bidin ser xwe rexne kir û wiha got: "Dema Wezîr Şahîn diaxive bila bi hezaran jinên dadikevin qadan bibîne. Bila polîs, panzer, bombeyên gazê û polîsên bi maske yên li pêş jinên Kurd dibin asteng bibîne. Wê demê jin dê çawa karibin di çareseriyê de rol û mîsyonê xwe baş pêk bînin. Divê berî her tiştî vîna ku çareseriyê dixwaze hebe. Divê astengî li pêş me tune be. Tundiya li dijî jinê pêk tê, tundiya dewletê ye. Bi hezaran salin tekiliyên serdest niha jî li ser jinê pêk tê. Di nava malbat û li kolanan pêk tê. Niha li dijî jinê komkujî pêk tê."
Kişanak, bal kişand ser tundiya di hundirê malbatê de û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê nayê astengkirin. Tundî her du diçe zêde dibe. Di salekê de 112 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin kuştin. Bi sedan jinen din ji aliyê bira, bav û xizmên xwe ve hatin kuştin. "
Kişanak, helwesta Fatma Şahîn a li hemberî kuştin, tundî û zextên li ser jine jî rexne kir û da zanîn ku pêwist bû berî her kesî wezîrek jin zêdetir li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bike, lê dibînin ku ew vînek xurt li hemberî vê yekê nabînin. Kişanak, da zanîn ku li gorî lêkolînê jin di hundirê malê de rastî tundiya aborî, derûnî, fîzîkî, civakî û serdestiyê tên.
Kişanak, destnîşan kir ku li aliyekî jin rasti tundiye tên û li aliyê din giliye wan li ber çavan nayê girtin, dijberî vê yekê giliyê êrîşkar û kesê tundî pêk anîye li ber çavan tê girtin. 

DÎHA/ENQERE