Li Tirkiyeyê ji bo hilberîna enerjiyê gelek caran xweza tê wêrankirin û derdor tê talankirin. Bi piranî ji bo enerjiyê berhemên petrolê mazot, benzîn, gaza xwezayê xerç dikin û enerjiyê ava dikin. Çavkaniyên enerjiyê ku bi piranî ji berhemên "fosil" (Berateyên sewalan) pêk tê her ku diçe tune dibe û yên vediguhezin enerjiyê jî ji ber ku dikevin reaksiyonê û şewat derdikeve derdorê qirêj dike. Ji ber ku Carbon (C) û Oksîjen (O) dikevin reaksiyonê û şewat derdikeve gaza CO2 xwezayê qirêj dike.
Ji ber ku di hilberîna enerjiyê de gazên jahrînî derdikevin holê gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Derdorparêz jî li şûna madeyên ku ji bo hilberîna enerjiyê tên bikar anîn û derdorê qirêj dikin, dixwazin li şûna van çavkaniyên enerjiyê çavkanî û berhemên ku hindiktir zerarê didin xwezayê. Di vê pêvajoya ku çavkaniyên enerjiyê tên niqaşkirin de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 sal berê projeya hilberîna enerjiya rojê va kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Projeya Mala Rojê û Parka Pêkanîn û Perwerdehiyê îspat kir ku pêkan e ku mirov bêyî zerarê bide derdorê û xwezayê dikarin enerjiyê hilberînin.
Aktîvîstê Ekolojî û Enerjiyê Gultekin Aydeniz, bal kişand ser girîngî û bikaranîna enerjiya rojê û wiha got: "Bi 2 cûreyan enerjî tê hilberandin. Yek jê kolektorên Rojê ye. Ya din jî fotovoltaik e. Li Amedê salê 3 hezar û 300 saat rojêdibîne
Aydenîz, ani ziman ku Tirkiye li gori welaten cîhanê pir bi şens e û salê 3 hezar û 300 rojan rojê dibîne. Aydeniz, da zanîn ku Amed jî ji vi alî de pir bi awantaj e. Aydeniz, bang li her kesî kir û xwest enerjiya rojê ku zerarê nade derdorê bikar bînin kir.
DÎHA/AMED