Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û herêmê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk, hikûmeta AKP'ê kîjan stratejîyê bi kar bîne jî nikare rê li ber bizava azadî û rizgarîya xelkê Kurd bigire. KNK’ê diyar kir Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û bang li hikûmeta Hollandayê kir ku dest ji dijminahiya Kurdan berde.
KNK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civîna ku 10’ê cotmehê li Brukselê hat lidarxistin de, tesbîtên girtîng hatinkirin. Di civînê de hate diyarkirin ku KNK jî wekî hemû Kurdistanîyan hewildanên xwe didomîne û wiha hate gotin: ”Beriya her tiştî em dixwazin tesbîteke giştî bikin ku dem di aliyê Kurd û Kurdistaniyan de diherike. Kurd û Kurdistanî her roj xwe bi hêztir dikin, têkoşîna xwe xurtir dikin û gaveke din nêzîkî azadî û rizgarîyê dibin. Digel hemû zilm û zora xwe jî nikarin vê meşa dîrokî ya Kurdistaniyan rawestînin. Vaye Kurdistana Federal roj bi roj xurttir dibe, xwe adeta ji nû ve ava dike, jîyana xelkê her diçe baştir dibe. Li Rojavaya Kurdistanê bayê azadîyê rabûye û xelkê me dest bi avakirina statuya xwe ya xweser kiriye. Pêşhatinên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê dergeh li ber xwezî û daxwazên Kurdan vekiriye.”
KNK’ê denîşan kir ku li parçeyê herî mezin li bakurê Kurdistanê ji xwe têkoşîna azadîyê bi salan e tê dan û her diçe xurttir dibe û wiha dom kir; ”Ji sala 1999’ê were bi destxistina şaredariyan binrgeha rêvebirina xweser gav bi gav hate avakirin. Kurd ji bo azadîya xwe bedelên giran didin û serê xwe li ber dewleta Tirk natewînin. Polîtîka hikûmeta AKP’ê, bi giştî ya dewleta Tirk a dijî Kurdistan bo paşeroja Tirkiyeyê xêrê nayîne. Tirkîye her diçe zerar û ziyaneke mezin dibîne. Dewleta Tirk bi şerê li ser Kurdistanê xelkê xwe jî feqîr û jar dike, lê xema wan nîne. Mixabin xelkê Tirk jî vê rastîyê nabîne û destekê dide polîtîkayên şer, kuştin û mirinê.”
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk, hikûmeta AKP'ê kîjan stratejîyê bi kar bîne jî nikare rê li ber bizava azadî û rizgarîya xelkê Kurd bigire û ev tesbît kir: ” Meşa mezin ya azadî û rizgariyê ya Kurd û Kurdistaniyan bi gavên mezintir berdewam e. Em wekî KNK bangî dewleta Tirk dikin ku dest ji vê polîtîka xwe ya şer û kuştinê berdin, digel rêber û pêşengên Kurdan rûnine ser maseyê û bi Kurdan re peymana azadîyê mohr bikin.”
KNK’ê bal kişand ser girtina Adem Uzun û wiha pê de çû:  “Adem Uzun wekî polîtîker û dîplomatê Kurd bi armanca danûstandin û têkilîyên dîplomatîk bi armanca danûstandin û têkilîyên dîplomatîk û polîtîk çûbû Parîsê. Polîsê Fransayê li ser daxwaza dewleta TTirk ew girtin û dozgerê Fransî bi devê dozgerê Tirk lêpirsîn da destpêkirin û serwîsî medyayê kir. Fransa û dewletên din yên Ewropa û Amerîkayî bila dawiya vê polîtîkaya xwe bînin. sinorê sebr û tehemmula Kurdan jî heta cihekî ye. Divê demildest Adem Uzun serbest bê berdan, ji Adem Uzun û ji xelkê Kurd lêborînê bixwazin.”

Çalakiyên zîndanan
KNK’ê li ser berxwedana dîlên azadiyê ku li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê rawestiya û wiha b idawî bû. “ Dîlên azadiyê yên di heps û zîndanên dewleta Tirk de ne, bi zilemê re rû bi rû dimînin. Digel van şertên dijwar ew xwe ji têkoşîna li derve dûr nakin û ew jî mil didine xebat û têkoşîna li derve. Vê gavê hizaran dîlên azadiyê ji bi mafên rewa yên xekê xwe, bo rizgariya welatê xwe Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em wekî KNK buhayekî mezin didine vê berxwedana wan. Lê belê her wisa bangî wan jî dikin ku bedenên xwe ji bo paşeroja têkoşînê biparêzin. Banga me ji xelkê me jî ew e ku piştevanê wan bin, desteka xwe maddi û manewî ji wan kêm nekin. Helbet bang li dewleta Tirk jî dikin ku dawîyê li wehşeta xwe bînin, agirê şer gur nekin ku esasen hûn dê tê de bişewitin.”
KNK herî dawî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û ji Ocalan re azadî hate xwestin. 

ANF/BRUKSEL




Kurdistanî ji bo Rojava li Parîsê dicivin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rojavayê Kurdistanê îro li Parlementa Fransayê konferansa ‘Şêwira Neteweyî’ pêk tîne. KNK’ê der barê konferansê de diyar kir ku wan gelek kes dawetî konferansê û bi taybetî jî  bang çapemeniya Kurd hate kirin ku tevli konferansê bibin.
KNK ji bo rewşa Rojava nîqaş bikin bi beşdariya gelek kesan îro li Parlementoya Fransayê konferanseke giştî li dar dixe. KNK’ê ragihand ku ji Kurdistanê û derveyî welat hejmareke bilind ya partî, organîzasyon û kesayetên polîtîk û ronakbîr dawetî konferansê kirine. KNK’ê banga li çapemeniya Kurd kir ku beşdarî konferansê bibin û wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku medyaya Kurd tevli vê konferansê bibin û dengê me bigihînin raye giştî. “ Konferans dê beşdariya rêxistin û partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û rewşenbîrên Kurd pêk bê. Dê di civînê de nunerên partiyên Rojavayê Kurdistanê û endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) jî amade bibin. Her wiha, dê nunerên gelên Asurî, Suryanî, Keldanî û Ermenî jî beşdar bibin. Ji Bakûrê Kurdistanê jî dê nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tûglûk û nunerên BDP’ê jî beşdar bibin.