“Divêt em li dijî vê kirêtiyê rawestin, divêt ev şerê qirêj bi dawî bibe!” Wisa jî di straneke din de digot;”Kekê te wê rojek ji çiyan vegere, tu yê wî hembêz bikî...berxika min...”


Semsûr, Meletî û Stenbol...
Malbata Ahmet Kaya ji Semsûrê koçî Meletî kiriye, ew di sala 1957 ê de li Meletiyê hatiye dinê. Li wir diçe dibistana seretayî. Ji temenê piçûk ve evîndarê muzîkê ye. Bi têl û textikan ve ji xwe re tembûr çêdike, di kavil û xirbeyan de ji mirîşkan re konseran dide. 6 salî ye, bavê wî jê re tembûr dikire û ew roj qedera Ahmet a dilsoj jî destpê dike. Bav karker e, piştî malnîşîn dibe ji ber sedemên aborî koçî bajarê Stenbolê dikin. Ahmet li wir bêtir bi kendalên di navbera civak, çînan û rewşa Kurdayetiyê de dihese. Di 16 saliya xwe de tê girtin, dû re di nav komele û rêxistinên dijber û muxalif de xebatên xwe berdewam dike.  Froşvanî û di karên cûrbicûr de şagirtî dike, ti car û ti dem nikare û wisa jî naxwaze bibe yek ji kesên civaka Stenbolê yê bajarî, ew her tim di xwe de dijberiyekê li dijî vê pergalê xwedî dike. Di nav karên komel û rêxistinî de her li xebata muzîkê jî berdewam dike, di çalakiyeke muzîkê bi yek ji navên çepgir û muzîka muxalif ê navdar Ruhî Su re nasyar dibe.  Bi Emîne Başa re dizewice, keçeke wan a bi navê Çîgdem çêdibe. Ahmet bêkar e, tengasiya aborî di asta herî bilind de ye, ji ber van sedeman jina wî jê diqete.

Strana Berbangê

Di encama xebatên dûr û dirêj de albûma yekem bi navê; “Megrî dergûşa min” derdixe... Dû re bi Gulten Hayaloglu re dizewice, sala 1987 an keça wan Melîs tê dinê. Kaya helbesta hozanvanê zindanî Nevzat çelîk a bi navê:” Strana Berbangê” distrê û ev jî bi xurtî dengvedide. Di salên piştî cuntaya leşkerî de ku stranên şoreşgerî bubû hisret, ji nişkeve dengekî cihê li esman û kolanên Tirkiyeyê û Kurdistanê belav bû.

Yusuf Hayaloglu

Di jiyana Kaya de cihê Yusuf Hayaloglu jî girîng e. Hayaloglu bûrayê wî ye û hozanvan e. Dû vê têkiliyê êdî reng û risteyên Hayaloglu wê di muzîka Kaya de li dar be. “Serîradikim”, “Demokratê Westiyayî”, Kuro Lawo Rizo” û bi dehan helbestên Hayaloglu dibe kereseyên muzîka Ahmet Kaya. Wî bi awayê jiyana xwe, bi axaftina xwe ya rastgo û bêtirs û bi teşeya hunera xwe ve mora xwe li civaka Kurd û Tirk xist.  Tirkên ku hîç ji Kurdan û ji muzîka şoreşgerî heznedikirin jî guhdariya wî dikirin, Kurdên ku ji Tirki heznedikrin jî guhdariya wî dikirin...

‘Stranên min ji bo çiyan...’
Ahmet Kaya di gulana sala 1994 an de albûma “Stranên min ji bo çiyan” weşand, ev di warê xwe de rekorekê şikand, 2. 800. 000 firotin. Lê albûm wek ciyawaz hate dîtin û hate qedexekirin. Kaya bi hunermend Kadîr Înanir re jî dostaniyeke baş dijiya. Muzîka fîlmê wî yê bi navê “Tatar Ramazan” çêkir û jê re diyarî kir.
Di sala 1994 ê de bernameyeke tv yê ya bi navê “Keştiya Kekê Ahmet” pêşkêş kir.
Kaya di jiyana xwe de pir caran bi sûcdariya ciyawaziyê re rû bi rû ma. Di van deman de her gav li Kurdîtiya xwe xwedî derket.

Xelat ango celat!...
Gava Xelata Hunermendê Herî Baş ê Salê wergirt, axaftineke wiha kir: Ez ji bo vê xelatê spasiya xwe pêşkêşî Komeleya Mafên Mirovan, Dayîkên şemiyê, kedkarên çapemeniyê û tevahiya gelê Tirkiyeyê dikim!” û wiha berdewam kir:”Danezaneke min jî heye; di rojên pêş  de ezê albûmeke nû derînim, di vê albûmê de jî cih bidim straneke Kurdî û ezê klîba wê jî bikşînim. Ez bawer im wê hind kesên bi cesaret hebin ku di tv yan de bidin nîşan, eger nedin jî ez nizanim wê çawa hesab bidin gelên li Tirkiyeyê? Ev gotin bû sedema êrîşeke nijadperestî û dû re jî bi plan hate berdewamkirin, çapemeniya faşîst hunermendê Kurd kir armanc û bi dokumentên derew û çêkirî rê li ber dadgehan vekirin. Êdî mercên jiyana wî ya li wê derê nemabû, çû Fransayê. Berê jî bi qasî salekê li Almanya mabû, ji Ewropa heznedikir. Li Ewropa bêtir nêzîkê tevgera azadî ya Kurd û gelê Kurd bû.

‘Wellahî me bêriya Apo kiriye!...’
Di albûma dawî ya ku kesera wî gotina straneke Kurdî bû de, strana bi navê “Karwan” bi Kurdî stra.  Wisa jî di festîvalan de û konseran de xwedî li doza gelê xwe derdiket. Di strana ku li ser birêz Abdullah Ocalan çêkiribû de wiha digot:”Em Kurd in heta mirinê, em Kurd in heta dawiyê...wellahî me bêriya dostî kiriye...wellahî me bêriya aştiyê kiriye...wellahî me bêriya Apo kiriye...”Di 16 ê mijdara sala 2000 î de li Parîsa ku ji hunermend û têkoşêrên Kurd ên wek Yilmaz Guney, Ebdurrehman Qasimlo re jî bûbû wargeha dawî, di 43 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girtin.


YEKO ARDIL/BERLÎN