Ez ji dil li ser xortêkî ku pir zu ji nav me çû dinivîsim.
Akîf kurê xalê min e.
Di 3’ye Çile de, Akîf ji kar dihat mal û li di encama qezayêke trafîqê de jiyana xwe ya 26 salî ji dest da.
Akîf di meha Adarê de biketa 27’an. Ez nizanim mirov çawa dikare ser mirinêkî wisa raweste; ev qedere, an jî trajedî ye?
Beriya 21 salan xalê min Yaşar di 22 saliya xwe de dîsa bi qezayêke trafîqê ji nav me koç kir. Di dema qezayê de ji serê xwe bîrîndar bû û di cîhê qezayê de jiyana xwe ji dest da. Xalê min ne zewicî bû. Mirina xalê min ji bo malbata me felaketêke mezin bû; hîn jî ew bûyar ji bîra me neçû û naçe jî. Bîrîne Akîf  ji mîna bîrîne Xalê min Yasar bûn.
Dema me xebera qezayê Akîf girt; em hemû çûn mala xalê min; gazîn û hawar bû sedema xemginiya hemû kesên amade. Ez çûm cem metika xwe. Metika min nikarîbû ji girî nefes bigre û ez di hembeza wê de di nav hestîrên min û wê de xeriqiyam.
Ji bo min hemû qisedan xelas bû.
Ez bê deng mam. Di rewşê de tenê girîn û hawar hebû.
Girîn û girîn...
Dawiya xemginî û hestîran nîn bû. Berê Yaşar ji me çû û îro jî Akîf. Çima, hezar car çima?
Paşê amadekariya defnê hat çekirin.
Heger li Kurdistanê gorbihişt be, ne xwîşk û bira, ne jî dê û bavê wî dikarin biçin welat.
Ew dikarin biçin hemû welatan, lê nikarin biçin welatê xwe.
Ez roja din çûm gel metika xwe û bapîra xwe. Diya Akîf ji min re got: “Felek biçe ji bo Akîf cilên zavayêkî bistîne û wî bixemilîne!” Ez digirîm û tenê dikarim bêjim: “Çima?”
Diya min di mal de hena amade kiriyê û dibeje “îro daweta Akîf e”.
Dawiyê de ez çûm morgê û min Akîf anî. Laşe Akîf bi kefenê pêçiya bû.
Min nikarîbû sebat bikim.
Laşe min leriziya û min dest bi girîne kir.
Lê disa jî min hewl da ku ber xwe bidim; di rêçûna Akîf de wî tenê nehelim û bikaribim alîkarê xemginîya dê û bavê Akîf bim.
Paşê em çûn „Mala Êzdiyan“. Li vê derê laşe wî tê şuştin.
Dayîka min di ber derî bû û ji hawarê û xemginîyê digiriya û diqiriya: „Tilîlî, bigîrîn. Îro daweta Akîfê min e“.
Piştê ku şuştin ji aliyê Pêşîmam bi dawî bû, ez çûm oda Akîf û min kravatêkî avêt hustî û çîle dawetê awet serê wî.
Paşê me destên Akif bi hine xemiland. Ev êdî daweta Akîf  bû.
Me hemûyan bi qerinêkî tund xatirê xwe ji Akîf xwest. Rûyê wî de hemû şopên aştiyê kom bûbûn.
Lê mirina Akîf min anî dawiya hemû qudreta xwezayiyê: Xweda çima em mecbûr dibin wisa perîşan bin? Çima mirin heye? Em ji dayîk dibin û ji dinyayê diçin; Çima?
Ev êş ne tenê ya me ye. Hemû mirov di bin bandora mirinê de diêşin û bêteqet diminîn.
Akîf! 
Em hemû beriya te dikin.
Rûyê te yê rûken û wek rojê hêz dide me ku em te tucar ji bîr nekin. Em di her´gavê de te bi xwe re jîndar bikin.
Lê dîsa jî em ji bîr nakin ku dayîk hene ku hîn jî ne xwediyê kavirên gora zarokên xwe ne.
 Li Uludere 35 kes hatin kuştinû piraniya wan zarok bûn. Di Geliyê Teyarê’de mirov hatin qetilkirinê. Lê ez dizanim Akîf, tu li gel kalikê min û xalê min Yaşar î. Tû di dilê me de melekêkî bi per û piçûk î.
Akîfê min...
Rûkene dayîka xwe. Te ji xwezayiyê hez dikir. Tu maşûqê dar û daristana bû yî. Nipa tu mêvanê darên xemilî û daristanên bê dawî yî. Tu îro bûyî zawayê deyş û zozanên welatê xeribiyê. Em te ji bîr nakin rûkenê min.