Di 11. Konferansa Kurd de, li Parlamena YE, careke din hate fêm kirin ku dewleta AKPê dixwazê demê bidestbixe. Ev dem jî heta hilbijartina 2015a ne. Mesajên Desmond Tutu, Abdullah Ocalan ü serokê Parlamena Ewropa Martin Shultz balkêş bûn. Di mesajan de spasiya kesên destekê didine çaresediyê dihate kirin. Watedar bû. Dewleta AKPê, mesaj ne şand. Hemberî ku medya tirk li wir bû, cihekî berfireh jî nedane Konferansê. Dewleta AKPê, di pêvajoya çareseriyê de, revok e, manîdar diaxive. Her dem, şerxwaz e û wek darikê hewdelê, ha ha holkê tevlîhev dike. Baş dizane ku şer israf e, ziyan , dîse jî şerxwaz e. Ew zarok û mîratzadeyên ku ji bo şer û bi hesten şer hatine xwedî kirin in. Balkêş e, di şerê 40 salî de, hewceyî 5 centan bûn, hewceyî IMF bûn, hewceyî monarşîkên Ereb bûn, mal û milk û mewdanê Komarê teva firotin. Dîse jî her dem, her-kiş kiş in. Birêz Ocalan bi hişmendiyeke cûda, bi nêzîkatiya materyalîzmek nû, pêvajoya çareseriya demokratîk kire pratîkê; AKPê jî di çarçoveya rapora “Kanuna Islahata Şerq” de nêzîk dibe.
Meşrûiyeta nêzîkatiya Birêz Ocalan heye, ya dewleta AKPê nine. Ocalan her dem riyên nû, xalên nû yên çareseriyê pêşniyaz dike, dewleta AKPê hîna yek gav ne avêtiye, yek rê nîşan nedaye. Şer bi daxwaza aliyekî çêdibe, lê aştî bi daxwaza aliyekî tenê çênabe. Her dem du aliyên aştî û çareseriyê çêbûne. Birêz Ocalan hîna di salên destpêka şerê azadiya Kurd e, digot, “ez li muxatabekî digerim”. Îro hemberî ku li Imralî hevdîtin têne kirin jî, muxatab (!) ên dewletê veşartî ne. Dewleta AKPê di vir de jî revok e. Hemberî ku Ocalan, protokolan radestî dewletê dike, nexşeriyan amade dike, Kanunan, Komên Maqul, komisyonan û misogerkirina kanunî pêşniyaz dike. Dewleta AKPê “ketûm” e, di gotinên gurover de dimîne, ne degel û bi cesaret e. Kurd bi peşengiya Ocalan, bûna partiya aştî û jiyana wekheviyê; dewleta AKPê jî bi pêşengiya Erdogan bûye partiya şer û yekparêziyê. Piştî ku serokwezîrê Tirk Ahmed Dawudoglu di kesayeta Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş de, tevahiya Kurdan tehdîd kir; gotinên Adnan Kahvecî ku di panêlekê de got: “Dewlet hîna li gorî planê “Kanuna Islahata Şerqê” nêzîkî Kurdan dibe. Ew rapor nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Tirkiyê mecbur e, pirsgirêka Kurd, bi awayekî demokratîk û zihniyeta hemdemî çareser bike” anîne bîra min. Lê, kopia Erdogan, Ahmed Dawudoglu, bi tîtra prof.tiye dixwaze hişmendiya Kurd a dîrokî kor bike. Kurdan carekê got, “Kurd ne Kurdên berê ne”. Ev tê wateya ku, dema Kurd behsa konjokturê dikin, koma bilançoya dîroka Osmanî jî, ya Komara Tirk jî datînin ser masê û diaxivin. Dema ku Ocalan behsa zihniyeta Îttîhadî û destpêka damezrandina Komara Tirk dike, dixwaze bale bikişîne ser vê bilanço û vê rastiyê. Kurd dibêjin; wê dîrok wajî kiriye, we rastî kuştiye, bi van kuştinan jî hun dixwazin gelê Kurd, welatê Kurd tune bikin. Ev aqil û mantiqê “waweylê” û “weytî” ye. Kurdan ev pêvajo derbas kirine. Her hewldan û gotinên Ocalan, Qendîl û eniya siyasî a Kurd, tê wateya riyeke nû, nirxandinek nû, jiyanek nû ya hevpar. Aştî û demokrasiyek rast û mayînde. Ne xapandin û xapandin na!.. Tirk jî, balkêş e, bi armanca pratîze kirina çavtirsandin û gihertina rojevê, rapora “Kanuna Islahata Şerq” û qirkirina Dêrsimê diavêjin holê. Qirkirina Dêrsimê yek ji rûreşiya Komara Tirkiyê ye. Gelo dixwazin bi qirkirina Kurdan, dîse Kurdan gunehkar bikin? Kurd teva ne Kurdên meqûş û col in!...Eger, piştî şerê 40 salî, Şoreşa Rojava, Berxwedana Şingal û Kobanê; piştî qonaxa ku tê gotin wê muzakere dest pê bikin, “rapora islahatê” werê dikirandin, tê wateya ku diyaloga navbera rûpelên berê û tirsê vedikin… Hişmendiya “darê dibin eba de ye”. Zerdeştê Kal gotiye, “bi ava herik du caran şiştin çênabe.” Bihara gelan, qirkirina Şingalê û Berxwedana Kobanê gelek tişt guhertin. Di van guhertinan de, ne tenê yek, gelek konjoktur çêbûne; wek orkestrayeke li gorî ye maestro jî li amurên muzîkê nadin, nota hatine guhertin. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de, rîtma muzîka Kurdan yek e û demokratîk e. Rîtma dewleta AKPê cûda ye, yekparêzî, netewparêzî û DAIŞ e; ferman in û çil sal in encamek mantiqî jî dernexistiye holê. Her dem zîk-zaq e, pêl û şelqên derya li qeraxên bejahiyê dide û vedigerê ye. Bi gotina erebî med-cezîr e!...Di şerê yekemîn yê cîhanê de “haveynê jiyana gelan” hate xerab kirin. Têkoşîna Kurdan û encama wê, ev haveynê xerabe parzun kir, xas-kir û radestî gelan kir. Lewma wek aktorekî rast û dilsoz yê çareseriya demokratîk derkete holê. Dewleta AKPê, mixabin hê jî, bi “haveynê xerabe” nêzîkî Kurdan û çareseriyê dibe.