Piştî ku dikana zincîra firoşgeha dermanan li Elmanyayê DM´ê ya li Troisdorfa Kolnê da zanîn ku ew ê 17´ê Cotmehê saetekê li ser kaseyeke xwe rojnamevanê bi navê Rupert Neudeck rûnîne û pereyên ku di vê saetê de berhevkirî jî weke alîkarî bide Civata Kurd a Rhein-Sieg/Bonnê ji bo ku weke alîkarî bigihîne koçberên ji Şengalê, Tirkên nijadperest kampanya boykotê li dijî DM´ê dan destpêkirin.
DM´ê li ser nerayîbûna nijadperest daxuyaniyek daû got, ew angajmana xwe ya civakî û alîkariya insanî bêyî ku nasnameyên dînî, cinsî û etnîk li ber çavan bigirin dewam dikin û ew ê ji vê angajmana xwe paşve gavê neavêjin. Di daxuyanuyiyê de tê gotin: "Angajmana civakî ji bo megelekî girîng e. Xweşbînî, amadebûna ji hewarê re û azadî ji wan nirxên civaka me ne ku divê werin parastin. Heta ku qeweta me digihêjiyê ji bo vê em dixebitinendeya/ê dibistanê ve tê îmzekirin, digirin.
KOLN