Li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê welatî ji bo gihahiyê zivistanê yê sewalên xwe li zozanên Bala û Spîxane yên di nav "qadên qedexe" de cih girin li gel hemû talukeyan tirpanê dikêşin. Li gund nêz 10 hezar yanî 16 keriyên pez heyî ji bîlî 2 zozanan tu cihê ku hewcehiya gihayî pêk bînin tuneye û ji ber vê yekê hemû talukeyan li ber çavan digirin. Gundiyên gelek caran ji ber gotina "dîmen hatin girtin" herêmê tê bombebarankirin li ser sînorê mirinê ji bo sewalan giha diçirînin û guh nadin qedexeyan. Hefteya borî gelek herêmên zozanan ji aliyê helîkopterên kobra ve hate bombebarankirin lê dîsa jî gundî ji ber debara xwe li heman herêmê tirpanê dikêşin. Gundiyan, diyar kir ku ji bilî van zozanan tu cihên wan tunene û ji bo sewalên xwe xwedî bikin mirinê didin ber çavê xwe. Her roj gundî tipanên xwe hildigirin û li quntaran tirpanê dikêşin û komek jî li du wan lasvaniyê dikin gihayî kom dikin. Gundiyên di nava mehekê de li zozanên Bala û Spîxaneyê giha diçirînin hin caran ji ber ku bihişinê karkeran digirin.

'Em dest ji zozanên xwe bernadin'

Ji gundiyên li zozanan tirpanê dikêşîne Cengîz Adiyaman, diyar kir ku ligel qedexeya dewletê ya zozanan ew guh nadin qedexeyan û tu caran jî gun nadin vê yekê û wiha got: "Em nêzî 15 rojin li vir tirpanê dikêşin. Di meha hezîranê de dewletê xwest ku em ji zozanan derbikevin û sewalan ji zozanan bînin xwarê. Lê me guh neda vê qedexeyê. Em dest ji van zozanên xwe bernadin. Bi bibe bila bibe em dê her tim biçin zozanan û tirpanê bikşînin. Ji bîlî vê yekê tu şansê me tuneye. Ji bîlî vir tu cihên me yên ku em biçininê tunene. Bi salan bav û bapîrên me li vir jîn. Em jî dê li vir bijîn û her tim xwedî li zozanên xwe derbikevin. Ji gihayê vir nêzî 100 malbat debara xwe dikin. Malbatên xebatkarên wan tuneyî jî karkeran ji xwe re digirin. Ev der ji hemû kesan re çavkaniya debarê ye. Dem dem helîkopter bi ser me re derbas dibin lê niha tu pirsgirêk tuneye. Ligel qedexeyê em derketin zozanên xwe."
Ciwanê bi navê Maas Arslan jî diyar kir ku ji bo hewcehiya gihayê sewalên xwe yên zivistanê pêk bînin tirpanê dikêşin û wiha got: "Nêzî 40 salên me hene. Em ji bo wan li vir giha kom dikin. Ev der gelek bi bereket in. Li bir bi tirpankêşandinê di nava 2 hefteyan de em hewcehiya 40-50 sewalan gihayî kom dikin."
Gundiyên nêzî mehekê li zozanên Bala û Spîxane tirpanê dikêşin piştî gihayî kom dikin bi wesayîtan tînin gund. Beşek gihayî dikin ga û beşekê ji wisa dihêlên ji bo zivistanê. 

COLEMÊRG