Pêr bi şev welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman ê 57 salî ji ber nexweşiyeke giran rakirin nexweşxaneyê. Ebdurehman li Nexweşxaneya Rojava beşa Lezgîn doh wefat kir. Malbatê dema ku xwest biçe cenaze bîne, asayîşa PDK’ê nehişt. Yanî asayîşa PDK’ê nehişt ku malbat biçe cenazeyê xwe ji nexweşxaneyê bigire.
Malbatê li benda kontrolê gelekî hewl da, lê nekarî destûrê wergire. Ji ber vê jî hinek kesên din cenaze ji Hewlêrê birin benda kontrolê û radestî malbatê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zêdetirî 5 mehan e, asayîşa PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistanê ambargo danîne ser welatiyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê). Nexweş û xwendekar jî di nav de rê nayê dayîn ku welatî ji wargehê derkevin. Ji ber rêgiriya asayîşa PDK’ê heta niha herî kêm 5 zarok mirin û di gihandina nexweşan a ji bo nexweşxaneyê de gelek zorî û zehemtî hene.
HEWLÊR