
Saziyên çand û huner ên Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Huner a Duçemê, dê di Kanûnê de bi bernameyên dewlemend derkevin pêşberî dildarên hunerî. Sazî dê bi bernameyên film, nîqaşên wêjeyê, xwendina helbestan, dîwana dengbêjan û muzîkê derkevin pêşberî gel.
Bernameyên li Pale Huner wiha ne:
* 10’ê Kanûnê, filma “Klamek Ji Bo Beko” ku hunermend Nizamettîn Ariç derhêneriya wê dike.
* 16’ê Kanûnê, nivîskar Îlhami Sidar û helbestvan Kawa Nemir şeva wêjeyê pêk tînin.
* 17’ê Kanûnê, filma Genco ya Ali Kemal Çinar derhênirya wê dike.
* 24’ê Kanûnê, filma Suru (Kerî) ya ku Yilmaz Guney amade kiriye.
Bernameya Ducemê jî wiha ye:
* Her roja înê ya Kanûnê, Dîwana Dengbêjan.
* Her roja şemiyê jî roja muzîkê.
* 15-16-17’ê Kanûnê mihrîcana filman a Kîjan Mafên Mirovan. Mihrîcan wê bi filma “Radyo Kobanî” dest pê bike.
Bernameyên Şanoya Bajêr jî wiha ye:
* 6-20 û 27’ê Kanûnê, şanoya “Heft û Heşta Du Kesan”, li Diyar Galeria.
* 29 û 30’ê Kanûnê, lîstika Dawiya Dawî, li Diyar Galeria.
* 8-9-22-23’ê Kanûnê, lîstika nivîskar Dario Fo ya “Wê Hesab Nayê Dayin“, li Diyar Galeria.
* 10-24’ê Kanûnê, lîstika “Li Rawestgehê Sê Ezezok”, li Diyar Galeria.
* 13-14’ê Kanûnê, lîstika Berû ya Nivîskar Dario Fo, li Diyar Galeria. n AMED